Di vê dema ku 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundîya li ser Jinê nêzîk dibe da me bi edîtorê rojnameya Raperîn ku rojnameya yekemîn a jinan a li Rojava ye, Zeryan Elî ra roportajek çêkir. Zeryan Elî pirsên me yên di derheqê polîtîkaya weşanê ya rojnameya Raperîn da bersivand.
Berî her tiştî hûn dikarin bi kurtî behsa polîtîkaya weşanê ya giştî ya rojnameya Raperîn bikin?
Raperîn rojnameya jinê ye ku ji aliyê komunîstên Rojavayî ve tê derxistin û xeta welatparêziya sosyalîst pejirandî ye. Em hem parastina Şoreşa Rojavay hem jî gihandina wê ya sosyalîzmê armanc dikin. Ji ber vê yekê rojnameya Raperîn, ji bo danasîna fikra sosyalîzmê, Marksîzm û Lenînîzmê bi taybetî bi rêya rêberên jin ên nemir ên wekî Rosa û Clara ji girseya jin re,roleka girîng dilîze. Di heman demê de Raperîn weşana ku dûrişma “Bijî Kurdistan a Azad” ji aliyê jinan ve bersiva xwe dibîne ye.
Tundiya li dijî jinê bi gelek awayan derdikeve holê. Astengkirina derfetên aborî jî tundîyeke, zext û serdestî jî, astengkirina mafê perwerde û bijîşkî jî. Ji ber vê yekê bi taybetî di sala dawî de ji bo ku jin laşê xwe nas bikin û li hember nexweşiyên jinê hişyar bibin, me cih da hin mijarên tenduristiya jinê. Ji ber ku em tenduristiya jinê îro wekî mijareke siyasî dibînin. Yek ji ferqên Raperînê ew e ku mafê kûrtajê yê di rojevê tevgera jinê ya cîhanê de li axa şoreşê vedibêje ye. Di heman demê de karê malê yek ji mijarên ku em bi taybetî vedibêjin e. Li axa şoreşê jî ji bo ku karê malê xuya bibe gelek xebat hatine kirin û me cih da wan. Girseya herî giranbuha ya Raperînê jinên kedkarê malê û jinên karker in. Ji ber vê yekê di gelek beşan bi taybetî di beşa ‘JÎN Û JÎYAN’ de me cih da dengê jinên karker.
Rojnameya Raperîn, yekemîn rojnameya jinê ya li Rojava ye. Di vê serdema ku li Sûriyê bi taybetî HTŞ û komên çete yên bi vî rengî êrîşên xwe yên li ser jinan – bi taybetî jinên Elewî, Dûrzî û Kurd – zêde kirne de rojnameya we ji bo ku van êrîşan eşkere bike çawa rêbazekî rojnamevaniyê dimeşîne?
Erê, em jinên komunîst ên Rojavayî rûmeta derxistina rojnameya yekemîn a jinê ya şoreşa jinê dijîn. Gelek kovar, bulten û weşanên jinê hene, lê di forma rojnameyê de Raperîn yekemîn e. 27ê Mijdarê û piştî wê, ji bo jinan pêvajoyeka gelek zehmet bû. Piştî hilweşîna rejîma BAASê, desthilatdarî kete destê komek çete ya bi hişmendiya El Qaîdeyê. Van çeteyan di demeke kurt de gelek bajarên Sûriyeyê girtin. Minbic kete destê çeteyên di bin kontrola HTŞê de û li vir gelek jin hatin kuştin; hîn jî gelek jin hene ku çarenivîsa wan nayê zanîn. Hin ji van jinan ji bo parastina şoreşê tevlî Yekîneyên Parastina Jinê bibûn û bi taybetî jinên pêşeng û azad hatin hedef girtin. Sê jinên girêdayî Weqfa Jinê ya Zenûbiyayê bi awayekî hovane hatin kuştin. Piştî wê dest bi qirkirina li ser gelên Elewî û Dûrzî kirin. Tecawiz, revandin û polîtîkayên koçberkirina bi zorê domdarbûn û bi vê ra jin gelek zehmetî kişandin.
Di pêvajoya Tişrînê de jî, bi piştgiriya dewleta Tirk çeteyan, sivîlên ku ji bo parastina Bendava Tişrînê tevlî çalakiya mertalê zindî bibûn hedef girtin. Jinên li wir nemir bûn careka din bi bîr tînim; ew bê teredût ber bi pêş ve bezîn û heke îro hîn Tişrîn derbas nebibe, Kobanê nehatibe dagirkirin, ev bi saya vê berxwedanê ye.
Em wek Raperîn di wan rojan de li Tişrînê, li kolanan, li eniyên şer, di xeta parastinê de di nav girseya jinê da bûn. Wekî dengê jinên komunîst ên şoreşger, li dijî pergala kapîtalîst a zilamperest, dewletên dagirker-mêtingehkar û planên emperyalîst, me bê navber bangî parastina Şoreşa Rojava kir. Berê me polîtîkayên serdestiya mêr û mêtingehkar yên DAÎŞê û Tirkiyeyê çawa eşkere kiribû, me HTŞ û komên çete yên girêdayî wê jî bi heman awayî eşkere kirin.
Nivîsa ku li şûna Destûra Bingehîn a Sûriyeya Nû derket û peymanên hatine kirin, me ji aliyê jinan ve lêkolîn kir. Me di rojnameya xwe de cih da hemleyên îmzeyan, daxuyaniyên çapemeniyê, afîş û nivîsên dîwaran ên ku jinên komunîst dest pê kirine. Di beşên dosyeyan de me çeteyên îslamîst ên siyasî û tevgerên berxwedana jinê yên li dijî van çeteyan analîz kir. Di sernivîsên xwe de me li dijî polîtîkayên dijminên jinan HTŞ û Tirkiyeyê bangî birêxistinbûn û parastina şoreşê kir.
Di heman demê de, me berxwedanên jinên çekdar ji dîrokê heta îro lêkolîn kir û armanc kir ku hişmendiya dîrokî bidin jinan. Di beşa portreyan de me jinên ku li cihên cûda yên cîhanê jiyane û bi berxwedana xwe rê nîşan dane da nasîn. Di beşa teoriyê de me cih da nîqaşên li ser têkoşîna çînî. Me dengê jinên ciwan ên ku di bin rejîma HTŞê de bi bêperwerdehî, hicaba bi zorê, zewaca di temenê zaroktîyê de re rû bi rû ne, belav kir. Me wekî koma Raperînê hewil da dengê kolanê, dengê jinan ragihînin. Bi her rêzika xwe me polîtîkayên dijminê jinan ên rejîma paşverû, îslamgir a siyasî eşkere kir û banga rêxistinbûnê li jinan kir.
Tundiya li dijî jinê ne tenê fîzîkî ye, aliyê wê yê siyasî û îdeolojîk jî heye. Raperîn di vê çarçoveyê de ji bo hişmendbûna jinan, parastina jiyana xwe, pêşxistina xwerêxistinî û xweparastinê çi rolê digire ser xwe?
Bê guman tundiya li dijî jinê ne mijareke takekesî ya di navbera jin û mêr de ye; çavkaniya wê pergala kapîtalîst a zilamperest e. Gava ku alozîya hebûnê ya kapîtalîzmê kûr dibin, nakokiya zayendî jî tûj dibe. Îro em gihîştine xalekê ku ev şereka zayendî ya eşkere ye. Ev yek jinên ku di her warî de bêtir xwedî wesif ferz dike.
Rojnameya Raperînê, di gelek waran de wekî materyalekî perwerdeyê tê bikaranîn. Di civînên malê, semîner, panelan de nivîsên di rojnameyê de derketine ji hişmendiya jinan re dibin alîkar. Ev yek me kêfxweş dike lê bê guman gelek tiştên ku hîn divê em bikin hene.
Jinên li axa şoreşê ji alîyekê ve civakî dibin, ji aliyê din ve jî, ji ber zextên milkê taybet û eşîran bi zorê li malê têne girtin. Dagirkerî û şer tundiya mêr zêdetir dike. Ev merc jinan ber bi bêçaretiyê, depresyonê û heta xwekujiyê ve dibin.
Ji ber vê yekê hişmendiya jinê li ser tundiya li dijî jinê, fêrbûna parastina xwe û avakirina torên parastinê hewcedariyeke bingehîn e. Raperîn hema hema di her hejmarê de cih dide mijara xweparastinê. Di sala dawî de hewcedariya herî mezin ew bû ku jin bêtir rêxistinkirî bin. Me jî nivîsên ku girîngiya rêxistina kolektîf û xweparastina takekesî vedibêjin weşandin.
Di hejmarên taybet ên 25 Mijdarê de, em hem ezmûnên di yekîneyên parastina jinê de vedibêjin hem jî çawa li hember tundiyê rawestin vedibêjin. Ji ber ku jinên nexwîner jî têne fikirîn, zêdekirina bi dîmen û deng a nivîsan ji bo me girîng e. Bi vî awayî em bersivên gelek erênî distînin.
Gava ku 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinê nêzîk dibe, li gel tehdîdên nû yên ku jin li Rojava û bi giştî li Sûriyeyê rû bi rû ne, di heyama pêş de pêşanîyên Raperînê çi ne?
Ji ber ku we ev xala girîng pirsî spas dikim. Wek ku ji destpêkê ve me balkişand ser şoreşa Rojava di bin xetereyeka mezin de ye. Gava ku dewletên emperyalîst gav bi gav ber bi şerê cîhanê yê sêyemîn ve diçin, li herêmê gelek şer derdikevin. Ev şerina ne ji bo parastina mafên bindestan in; berevajî, jinê ber bi tundiya dewleta mêr ve zêdetir dikin.
Şoreşa Rojavayê, bi rêxistina berxwedana jinê û artêşa xweparastina jinê hate nasîn. Îro jî ev ji bo hemû gelên herêmê mînaka herî mezin e. Em wekî Raperîn pêvajoya ku bi navê “pêvajoya entegrasyonê” tê meşandin ji nêz ve dişopînin.
Di heyama pêş de, em ê balê bikişînin ser parastina destkeftiyên jinan. Em ê belavkirina dengê jinên Elewî, Dûrzî û jinên Êzidî yên hîn winda ne bidomînin. Em ê danasîna mînakên şoreş û berxwedana jinê yên ji dîroka cîhanê bidomînin. Ji jinên Filistînî heta jinên Arjantînî, jinên Afgan heta tevgerên jinê yên Emerîkaya Latînî, em ê têkoşîna jinê ya gerdûnî bidin xuyakirin.
Yê ku Raperînê bigire destê xwe, bê guman dê çîrokek xweparastinê, berxwedana jineke çekdar, helwesta li dijî dagirkeriyê û ala sor a sosyalîzmê bibîne. Ev xet ji bo me nayê guhertin.






Bir Yorum Bırak