AYNUR EGE DİCLE
Sernavê nivîsê yek ji dirûşmên ku li hemberî kuştina Rojin Kabaiş a ku salek berê li Wanê 18 rojan piştî ji razanxaneyê derketibû laşê wê yê bê can hatibû dîtin, hate bilindkirin e. Ji ber ku ev sernav biryardariya têkoşînê nîşan dide û naveroka nivîsa me bi kurtî vedibêje, me ew kir sernav.
Ji bo bîranînê, em dîsa dubare dikin: Rojin Kabaiş, 21 salî, xwendekara Zanîngeha Yüzüncü Yıl a Wanê bû. Di 27ê Îlona 2024an de ji razanxaneya Seyyid Fehim Arvasi ya KYKê derket. Laşê wê yê bê can piştî 18 rojan li qeraxa Gola Wanê hat dîtin. Rêveberîya dewleta mêtingehkar ji destpêkê ve ji bo veşartina kuştinê û astengkirina têkoşîna hesabpirsînê seferber bûn. Ji bo bihêzkirina derewa “xwe kuşt(întîhar kir)” medyaya burjuvazî ya faşîst bi “nûçeyên derewîn” li ser erkê xwe bû. Ji aliyê rektoriyê bixwe ve veguhestina medyaya civakî hat astengkirin. Di mijara veşartina kujeran û parastina wan de; ji dadgehê bigire heta ATKyê, ji rektoriyê bigire heta polîsan… hevkariya dewleta û zilam ê paşverû careka din bi awayekî eşkere derket holê.
Rastî Bi Têkoşînê Derketin Holê
Piştî salekê ji kuştina Rojin Kabaiş, derket holê ku DNAyên du mêran li ser vajîna û qada sîngê wê hene. Salek berê, dema ku digotin “xwe kuşt,” niha eşkere bûye ku Rojin piştî destdirêjiya cinsî hatiye kuştin.Bê guman encama têkoşîna biryardar a malbatê û tevgera jinan a ku salekê didome ye ku wekî gelek jinên kuştî di korîdorên dadgehên tarî de nehat jibîrkirin.
Di vê têkoşînê de her çend malbat yek ji kirdeyên sereke be jî, mijara ku em dixwazin di nivîsê de balê bikişînin ser, helwesta domdar a têkoşîna jinan a rêxistinkirî ye. Ji ber ku ji bo di tarîda hiştina kuştinê û parastina kujeran, bi hevkariya zilam-dewlet-dadgeh-ATK-medyaya paşverû astengî, qedexe, sansur û lêpirsîn hatin kirin. Li ser nûçeyên têkildarî dozê sansur hate sepandin. Li ser qetlîamê manîpûlasyon hatin kirin. Tevî van lîstikên bi hevkariya mêr-dewletê hatin kirin, bi têkoşîna yekgirtî û cihe ya tevgera jinan a sosyalîst, femînîst, welatparêz û demokratîk, hin rastiyên têkildarî kuştinê neçar man ku bên eşkerekirin.
Li ser kuştina Rojinê îdiayên nû derketin holê. Tê gotin ku rektorê YYÜ Hamdullah Şevli bi mûxtarê gundê Bardakçı re têkiliyeka ticarî avakirîye, û kesê ku tê îdiakirin destdirêjî li Rojinê kirîye, ew erkdarê ewlekariye yê ku ji hêla rektor ve kar jê ra hatîye dayîn e¹. Îdiayeka din jî ev e ku hefteyek piştî windabûna Rojinê, ewlekarekî ku li kampusê dixebitî reviyaye derveyî welat û ev kes bi xwe yê ku li Rojinê destdirêjî kiriye. Û hê jî li ser dozê delîl tên veşartin, têkoşîn tê tengkirin.
Biryardarî, Israr, Bi Armancên Berbiçav Bidestxistina Serkeftinan
Ez dixwazim balê bikişînim ser girîngiya teşegirtina têkoşîna li dora daxwazên berbiçav û bi rêxistinên yekgirtî. Di vê şerê ku nav lê nehatîye kirin da, jin di têkoşîna “Ji bo Rojin Kabaiş edalet” de bi israr bûn ku bibin kirde. Di têkoşînê de pirsên “Çi li Rojinê Hat” destpêkê bûn pirsên wan, paşê bi sedan kesan, û di salvegera yekem de jî bû dirûşma hevpar a bi hezaran kesan.
Di têkoşîna ku bi dirûşma “Rojin ne yekem e lê bila bibe ya dawî” hate domandin da, wekî di qetlîamên jinan ên berê de, li dora “Komîsyonên Edaletê”, înîsiyatîfan û hwd. pêş ket. Têkoşînê daxwazên wekî rakirina biryara nepenîtiyê ya li ser dosya dozê, berhevkirina delîlên kêm û eşkerekirina wan ji raya giştî re, eşkerekirina wê yekê ku DNAyên mêran li kîjan deverên laşê Rojinê hatine dîtin û kî ne, hesabdayîna hemû kes û saziyên ku di kuştinê de berpirsyar in, parastina mafên jiyanê yên jinan derxist pêş. Di têkoşîna ku malbat jî kirdeyê wê bû de; daxwazên din ên ku di têkoşînê de hatin bilindkirin, nehiştina malbata Rojinê bi tenê, piştgiriya hiqûqî û manewî ya ji bo malbatê bûn. Ji Kurdistanê heta Tirkiyeyê, bajar bi bajar, kolan bi kolan têkoşîn hate honandin. Di encamê de, astengiyên li ser dozê hinekî hatin rakirin, rapora ATKê neçar ma ku bête eşkerekirin. Di salvegera yekem a kuştinê de jî bi hezaran rêxistinên jinan, ciwanên zanîngehê, partiyên sosyalîst, sendîka, saziyên pîşeyî û hwd. israr kirin ku li kolanan bin. Wezîrê Dadê Tunç got ku têlefona Rojinê ji bo vekirina şîfreya wê dê bê şandin Portekîzê. Ev daxuyanî bîra me tîne ku dewlet dê ji bo girtina dozê û derxistina wê ji rojevê gelek lîstikan bike. Ji ber vê yekê, nehiştina ku doz ji rojevê bikeve bi têkoşîna me ve rasterast girêdayî ye. Ez dixwazim balê bikişînim ser çalakiyên xwendekarên Zanîngeha Yüzüncü Yıl a Wanê ku bûne domdar. Îro têkoşîn divê bikeve qonaxeka nû. Ji bo vê yekê divê daxwaz bên nûkirin. Ji wekî destdirêjiya cinsî bidest girtina dozê, heta derxistina karmendên saziyên dewletê yên ku bi xemsariyê berpirsyar in, lêkolîna hevkariya rektor-mûxtar… divê têkoşîn bi daxwazên berbiçav bên domandin. Divê berxwedan ji bo ku berpirsyar bi cezayên herî giran bên cezakirin, bê pêşxistin. Serkeftina herî biçûk a ku di vê têkoşînê de bê bidestxistin, dê ji bo Gülistan Doku, İpek Er û gelek jinên din ên ku bi hevkariya zilam-dewleta mêtingehkar ve hatine kuştin be.
Dijminatiya Dewleta Mêtingehkar a li Dijî Jinan
Rejîma serektîya faşîst a zilamperest a mêtingehkar, sala 2025an wekî “sala malbatê” ragihand, ku ev yek ji bo jinan tê wateya şer. Di 9 mehên destpêkê yên salê de 216 jin hatin kuştin, 225 jin jî bi awayekî “gumanbar” jiyana xwe ji dest dan. Ev daneyên, tenê aliyekî eşkere yê şerê bê nav yê dewleta dagirker li dijî jinan nîşan dide. Di şerê mêtingehkar yê bi dehan salan berdewam kir da, jinên Kurd her cure hovîtî jiyan kirin. Porê wan hatin qutkirin, ji porê wan hatin kaşkirin, laşên wan ên tazî bi tankan ve hatin girêdan, destdirêjî li wan hate kirin, zikê jinên ducanî hatin qelaştin, zarokên wan li ber çavên wan hatin kuştin. Hestiyên laşên zarokên wan ên mirî di torbeyan de ji wan re hatin şandin… Dema mijar Kurdistan be, kuştinên jinan ji polîtîkayên mêtingehkar ne cuda. Di vê şerê de hevkariya zilam-dewletê bi awayekî bêhempa bi hev ve girêdayî ye û kujerên mêr tên parastin.
Li her derê cîhanê, ne mimkûn e ku em kuştinên jinan wekî sûcê mêrê takekesî bibînin, lê dema mijar Bakurê Kurdistanê be, ev yek du qat zêdetir bi rêxistinî li pêşberî me derdikeve. Tundîya dewleta dagirker û tundîya mêran bi awayekî katmerî li jinan tê xuyangkirin. Li Kurdistanê jiyana jinan bi qanûnên eşîran ên bi piştgiriya dewletê tê dorpêçkirin û hedefa polîtîkayên şerê taybet ê dewleta mêtingehkar in:
Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gülistan Doku 5 sal in wenda ye. Di windabûna wê de berpirsyar hevalê wê yê mêr ê berê yê bi eslê xwe Rus e, Zainal Abarakov, bavê wî yê polîs Engin Yücel û endamên din ên malbatê wekî gumanbarên sereke hatin dîtin, lê hatin parastin. Di heman demê de, li rektortiya Zanîngeha Munzurê, şebekeyeka ku rektor jî tê de bû hate eşkerekirin û ne tenê zanîngehê tedbîrên ewlekariyê negirtin, lê xwendekarên jin bi burokratên payebilind re bi zorê dihatin xistin têkiliyên cinsî. Dîsa, çawîşê pispor Musa Orhanî, ku bi awayekî sîstematîk destdirêjî li İpek Er kir û paşê wê ber bi xwekuştinê ve bir, ne tenê ceza negirt, lê ji hêla dewletê ve hate parastin. Hunermend, rewşenbîr û rêxistinên jinan ên ku bi navê wî bang kirin tecawizkar, ji hêla heman kujerê tecawizkar ve hatin hedef girtin. Ev tenê sê ji bi sedan jinên ku li Bakurê Kurdistanê bi hevkariya mêr-dewletê hatine kuştin in. Bi hezaran jin ji hêla leşker, polîs, çawîşên pispor û cerdevanên ku şerê mêtingehkarîyê didomînin ve rastî destdirêjiya cinsî û êrîşên tecawizê hatin. Gelek ji wan ber bi xwekuştinê ve hatin birin. Yên ku ev sûc li jinan kirin, ji hêla mekanîzmayên dewleta dagirker ve hatin parastin. Ev hemû, ji bo perçiqandina rêxistinbûna jinên Kurd, tunekirina îradeya wan û dûrxistina wan ji têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurdan hatin kirin.
Civakîkirina Têkoşînê!
Di roja me ya îro de ku ittifaqa zilam-dewleta paşverû her roj jinan ji nav me dibe, ev nîşanî me dide ku divê têkoşîn bi mezinbûn û bi gavên mezin bê domandin. Jin divê têkoşîna “Edalet”ê li ser xeta mezinkirina rêxistinbûn û xweparastinê bilind bikin. Li Kurdistanê heta niha çi serkeftinên neteweyî û cinsî hatine bidestxistin, bi têkoşîneka dijwar hatine bidestxistin. Bi muzakereyan tu carî serkeftin nehatine bidestxistin. Di doza Rojinê de ji bo bidestxistina serkeftinan, divê leza têkoşînê kêm nebe, ev yek bi taybetî di destê jinên welatparêzên sosyalîst da ye. Kuştina Rojin Kabaiş ne “bûyereka takekesî” ye, ne jî tenê rojeveka têkoşîna azadiya jinan e. Ji ber vê yekê, çalakî û meşên xwendekarên Zanîngeha Yüzüncü Yıl a Wanê yên ku hewl didin domdar bikin, pir bi qîmet in. Qetlîama jinan wekî mijareka têkoşîna civakî bi dest girtin, bilindkirina têkoşîna civakî li dijî hevkariya zilam-dewleta paşverû girîng e. Ger em dixwazin di dîwarên dewleta zilamperest a paşverû de şikestinan çêkin, mezinkirina zemînên hevpar ên şoreşa jinan û têkoşîna civakî ji her demê girîngtir e. Ji ber ku hemû jinên bindest, bi taybetî Kurd û gelên bindest û karker bi awayekî kûr dizanin ku di cîhana milkê taybet de, ku bi desthilatdariya mêran re yekbûye, bi muzakere, têkilî û diyalogê guherînek kûr û çareserî ne mimkûn e. Wekî jinên Kurd, îro li hember desthilatdariya mêran û dewleta mêtingehkar, mezinkirina rêxistinbûna me, bilindkirina asta têkoşîna me ya di nav sînorên têkoşîna fiilî-rewa de, di cihekî herî bingehîn de ye. Têkoşîn û berxwedana rêxistinkirî ya jinan, li hember dewleta dagirker a zilamperest hêza me ya bingehîn e. Em rêxistinkirî ne, mêtingehkarî dê lawaz bibe. Ger em bi rêxistinbûna xwe di têkoşînê de bin, dewleta mêtingehkar a zilamperest dê winda bike.
1)Li gorî nûçeya Öznur Değer a Jinnewsê ya 22ê Cotmehê ku ji hêla ETHAyê ve hatî weşandin, ji bo nûçeyên têkildarî nêzîkatiya Rektor Hamdullah Şevli bi mûxtarê gundê Bardakçı Tevfik Uçarî re û têkiliya wan a ticarî, binêre;
https://etha55.com/haberdetay/rektor-sevli-ile-muhtar-ucarin-dikkat-ceken-ticari-iliskisi-210937






Bir Yorum Bırak