Sarîn Amed
Gotina “Hatina Pêncşemê ji çarşemê xuya ye” ji bo ravekirina êrîşên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pir li cih e. Êrîşên berfireh ên di 6ê Çileyê da dest pê kirin ne ji nişka ve bûn ne jî nedihatin pêşbînîkirin. Bi teşwîq û piştgiriya dewleta Tirk, çeteyên HTŞê berê niha bi mehan ev her du tax dorpêç kiribûn; bi binpêkirinên sîstematîk êrîşên leşkerî û psîkolojîk gav bi gav zêde kiribûn. Tiştên qewimîn encama neçar a êrîşeke plankirî bûn.
Çeteyên HTŞê, tevî Peymana 1ê Nîsanê jî, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê her tim kirin armanc. Piştî vekişîna hêzên SDGê ji Helebê, ewlehiya taxan hate hiştin ser milê Hêzên Asayîşa Helebê. Lê HTŞ peyman nas nekir, tax xistin bin dorpêçê, derbasbûn-derketin sînordar kir û êrîşên xwe bi plankirî zêde kir. Ev dorpêç ne tenê amadekariyeke leşkerî bû; polîtîkayeke faşîst a bizanebûn bû ku gel teslim bigire.
Çeteyên Heyet Tahrîr el-Şam (HTŞ) ên di bin serokatiya Colanî yê cîhadîst û dijminê jin de, demeke dirêj e taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di bin dorpêçê da digirin û bi binpêkirinên sîstematîk zemîna êrîşê amade dikirin. Firîna ji bo keşfê ya dronan, revandin û binçavkirina sivîlan, veguherandina saziyên giştî bo nuqteyên leşkerî bibû rojane. Heta roja destpêka êrîşa berfireh a 6ê Çile, Peymana 1ê Nîsanê bi dehan caran hate binpêkirin. Armanca çeteyên HTŞê ne ewlehî an aramî bû; tirs, zordarî û ferzkirina teslimiyetê bû, ev eşkere bû.
Dorpêça Eşkere Ya Çeteyan
Di 6ê Çileyê de, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên di bin dorpêçê da; bi erêkirina hêzên emperyalîst, bi piştgiriya dewleta Tirk a mêtingehkar û bi nêzî 45 hezar kesî çeteyên çekdar êrîşeke qirkirinê hate kirin. Li hember du taxên biçûk hemû cure çekên hewa û erdê hatin bikaranîn. Tank, top, wesayîtên zirxî, SÎHA û dron li ser taxên ku gelê Kurd lê dijî hatin armanckirin. Armanc, teslim girtina gelê Kurd û qirkirina wî bi awayekê plankirî bû.
Gelê Şêxmeqsûdê, fermandar û şervan, ji roja yekem ve bêyî tu tawîzê bidin berxwedan domandin.
Li hember van êrîşan, gelê Şêxmeqsûdê yê bi îmkanên sînordar, bi fermandar û şervanên Hêzên Hundirîn ên Helebê re, berxwedaneke mezin a mîna Kela Dimdimê ya dîrokî nîşan da. Şervanên di nav Asayîşê da, bi xeta fedayî ji bo parastina gel û axa xwe şer kirin û bedelên giran dan. Gotina li ser vê berxwedanê bi rastî zehmet e. Ji ber vê yekê, gotinên Şehîd Ziyad Heleb ê fermandarê berxwedanê bi bîr xistin da sûd heye:“Ev şervan, ev gel heta li vir bin em jî li vir in. Me niha li vir biryara mirinê daye. Ji bilî biryara mirinê tu biryar tune. Em ê kolan bi kolan, mal bi mal şer bikin; heta kesek bimîne jî em ê gav paş ve neavêjin.”
Pêşengiya vê berxwedanê şervanên jin ên bi ruhê fedayî girtin ser milê xwe. Şehîdên gel ên ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi fedayî şer kirin û gihîştin şehadetê Denîz Çiya, Rojbîn Hesekê, Feraşîn Efrîn, Dilbirîn Qamişlo û Hawar Qendil bûn sembolên berxwedanê.
Pêşengiya vê berxwedanê şervanên jin ên bi ruhê fedayî, girtin ser milê xwe. Rola pêşeng a şervanên jin di berxwedanê da vegogtina herî şênber a îradeya redkirina teslimiyetê bû. Êrîşên çeteyên HTŞê yên ku laşê şervanên jin kirin armanc ne tesadûf in; polîtîkayeke şerê taybet a bi zanebûn e ku xeta azadiya jinê bişkîne.
Di êrîşên şeş rojan da herî kêm 120 hezar Kurd ji axa xwe hatin derxistin, çarenûsa bi sedan kesî hîn nayê zanîn. Ji 7 salî heta 70 salî, jin, zarok û kal, bi hezaran mirov rastî gefa qirkirinê hatin. Wêneyên mirovên ku di destê çeteyan da îşkence dîtine, bêyî tu astengiyê bibînin li ser medyaya civakî hatin belavkirin.
Sedema vê bêperwayiyê eşkere bû: Hemû cîhan li hember van qirkirin û îşkenceyan sonda bêdengiyeke hevpar kiribû. Ev bêdengî rê li ber çeteyên girêdayî dewleta Tirk û çeteyên cîhadîst ên HTŞê yên piştgirî didin wan vekir ku sûcên xwe bi awayekî rehet û eşkere bikin.
Bêdengîya Navneteweyî Û Bangên “îtîdal” Ên Du Rû
Di rojên herî tund ên êrîşan da hêzên navneteweyî û dewletên Ewropayê bêdeng man. Gava nexweşxane, mizgeft û warên sivîl hatin armanckirin tu daxuyaniyeke cidî nehat kirin.
Sûc û binpêkirinên li hember Kurdan eşkere di çarçoveya sûcên şer da ne; lê revandin û înfaza xortên ciwan, talankirina milkên sivîlan, parçekirina cenazeyên şervan û sivîlan hatin paşguhkirin.
Lê piştî ku sivîl hatin derxistin, mirov hatin qetilkirin û sûcên şer ên herî giran hatin kirin, Fermandarê Fermandariya Navendî ya DYE (CENTCOM) Amîral Brad Cooper di 13ê Çile de banga “îtîdal”ê kir. Di daxuyaniyê da ji aliyan hate xwestin ku ji gavên zêdekirina acizîyê dûr bimînin. Ev helwest, li hember qirkirinên qewimîn daxuyaniyeke dereng û bê samîmîyet e.
Em bipirsin: Gava bi hezaran sivîl di destê çeteyên cîhadîst ên HTŞê da di bin îşkenceyê da ne û ev têne tomar kirin û li ser medyaya civakî têne parvekirin, CENTCOM ger bi rastî dixwaze li pêş qirkirinê bigire çima tu gaveke şênber navêje? Em bersiva vê pirsê baş dizanin. Ji ber ku ew jî hevparê vê qirkirin û êrîşan in.
Di dewama daxuyaniyê da bang li hemû aktoran hate kirin ku dîsa li ser masê muzakereyê rûnin û bi rêya dûftûgoyê li çareseriya dîplomatîk bigerin, û hate gotin “Sûriyeyeke di hundir û bi cîranên xwe re di aştiyê da wê rê li ber Rojhilata Navîn a aşttir û dewlemendtir veke.” Lê em ji êrîşên ku îro jî berdewam dikin dizanin ku ev daxuyanî tu samîmîbûnê nagirin. Êrîşên çeteyên cîhadîst ên HTŞê yên li Şêxmeqsûdê û piştî wê êrîşên li herêmên Dêr Hafir û Tişrînê jî vê yekê eşkere nîşan didin.
Wateya Berxwedanê
Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê ve gelek caran rastî dorpêç û êrîşan hatine. Lê gelê van taxan red kir ku malên xwe biterkînin. Van taxên ku yek ji qadên yekem ên rêxistinbûna şoreşa Rojava bûn, îro jî weke sembola berxwedana li dijî teslimiyetê navê xwe careke din li rûpelên berxwedanê yên dîrokê nivîsandin.
Ev berxwedan ne tenê parastina du taxan e; israra li ser jiyaneke bi rûmet li dijî çeteyên cîhadîst, projeyên dîktatoriya yekperest û dagirkeriya piştgiriya emperyalîst digire ye.
Tiştên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê qewimîn nîşana êrîşên sîstematîk ên çeteyên faşîst ên HTŞê yên li ser gelên sivîl in. Li hember vê, berxwedana ku bi îmkanên sînordar jî tê domandin, careke din nîşan da ku gelê Kurd û hemû gelên bindest û baweriyên li herêmê teslimiyetê qebûl nakin.
Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bi ruhê fedayî û bi bedelên giran, rêya şoreşê nîşan dide. Em şehîdên xwe bi hurmet bi bîr tînin û soz didin ku em ê destkeftiyên şoreşê bi her awayî biparêzin. Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê! Bijî şoreşa Rojava! Bijî Kurdistana azad!






Bir Yorum Bırak