HAYDAR BAHADIR
Hevkarîya dewleta Tirk û HTŞê, dîsa di lêgerîna dijminên hundir û derve da li derîyê Kurdan dixe. Dijminatîya taybet a dewleta Tirk a li ser qirkirin û komkujîyan hatîye avakirin a ku li dijî Ermenîyan û Kurdan, qet nesekinî. Osmanîyan 1,5 mîlyon Ermenî qetil kirin, dîktatorîya Kemalîst a ku li ser wê hat, bi sed hezaran Kurd ji komkujîyan ra derbas kir. Çem bi xwînê herikîn, bîr bi cesedên mirovan tije bûn, gelê Kurd ê ku xwe spartibû şkeftan bi gazên kîmyewî hatin jehrkirin û kuştin. Zarok, ciwan, kal-pîr, mêr, jin, her temenê Kurd ên ku xwe spartibûn çîyan, bi bombeyên balafiran ên dîktatorîya faşîst a Kemalîst bi awayekî hovane hatin kuştin. Sûngûyên “Mihmetçikên qehreman” vala neman. Jinên ducanî bi zarokên xwe yên di zikê wan da hatin sûngûkirin. Di mal û şkeftan da Kurd bi zindî hatin şewitandin. Di rêyên koçberîyê da bi birçîbûnê hatin kuştin. Keçên ciwan û jin hatin firotin. Navên çîya, teyr, deşt, gund û mirovan hatin guhertin. Ne qirkirina dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê Kurd qedîya, ne komkujîyên wê, ne jî zilma wî. Em hatin îro.
Çeteyên cîhadîst ên selefî DAÎŞ, El Nûsra, ÖSO, HTŞ û hwd. ji kê fêrê serjêkirinê, firotina jinan, hovîtîyê, qirkirinê, bi awayên herî adîyane êşkencekirina mirovan bûn? Ji dewleta Tirk. Dîrok şahidî li vê yekê dike. Dîrok rastîyan nîşan dide. Dîrok vahşeta ku bi awayên herî adîyane li dijî Kurdan û mirovahîyê hatîye kirin ji bîr nake û nade jibîrkirin.
Gelê Kurd bi sedsalan ne hat tunekirin, ne hat teslîmgirtin, ne jî çok danî. Berovajî vê, li hemberî komkujîyan berxwedaneka mezintir nîşan da; şer kir, têkoşîya, xwe bi rêxistin kir, bi hêz bû, bû hêzeka ku nayê têkbirin. Kurdan, bi bedelên pir mezin, hebûna xwe ya neteweyî parastin û li dijî her cûre dîktatorîyên dagirker û mêtingehkar şer kirin û destkeftîyên dîyarkirî bi dest xistin. Destkeftîya ku li Başûrê Kurdistanê hate bidestxistin, her çend bi xwezaya xwe ya burjuva-neteweyî be jî (ev bijardeya gelê Başûr bi xwe ye), destkeftîyeka ku di nav hesabê Kurdan da ye. Divê mirov, bi dîtina xeta Barzanî-PDKê ya îro, nirxê têkoşîna azadîyê ya sedsalî ya gelê Başûr biçûk neke. Rojhilat di dîrokê da bû qadeka têkoşînê ya cuda. Yekem rêxistina komara nûjen a Kurdan a bi navê Komara Mehabadê, her çend temenê wê kurt bû jî, şopên dîrokî yên bi ezmûn hişt. Li Bakurê Kurdistanê, berxwedan, serhildan qet nesekinî, guhertineka civakî û çandî ya mezin çêbû. Hêza têkoşîna azadîya Kurdan dewleta Tirk, çi ji neçarîyê be, çi ji bo hîleyan be, neçar kir ku bi Kurdan ra li ser maseyê rûne. Rojava jî, li cih û demeka ku kesî hêvî nedikir, bû baxçeyek hêvîyê ya Kurdan. Kurdan, bi ezmûna têkoşîna xwe ya dîrokî, şoreşa Rojava pêk anîn. Di demeka ku bêhêvîtî, reşbînî û tasfîyegerî herî zêde belav bûbû, şoreşeka demokratîk, gelêrî û jinparêz pêk anîn. Ji bilî vê, ev şoreş li hemberî dewleta Tirk û çeteyên cîhadîst ên faşîst ên îslama sîyasî yên ku ji alîyê wî ve hatibûn perwerdekirin û xwedîkirin pêk hat. Vê carê ne wekî gelekê mazlûm ê rastî komkujîyê hatîye, lê wekî serfirazîya mirovahîyê, bi serkeftinên li dijî hovîtî, faşîzm û dijminên jinan, wek hêvîya hemû gelên bindest derket dîka dîrokê. Li Rojava qadên ku hatine azadkrin afirand û dest bi rêveberîya xwe b’xwe kir. Şoreşa Rojava di sala xwe ya 13an da, li hemberî dorpêç, êrîş, ambargo û şeran bi serbilindî li ser pîyan e. Ji bilî vê, evîna gelên herêmê û Sûrîyê bi dest xist, bi hêztir bû, hebûna xwe parast û diparêze.
Di nav derdorên Kemalîst da, li hemberî destkeftîyên Kurdan, dijminatîya Kurdan dereng neman ku bandora xwe nîşan bidin. Dijminatîya Kurdan li Tirkîyê ne tenê dîyardeyeka îdeolojîya dewletê ye. Ji ber ku dewleta Tirk li ser qirkirin û komkujîyan hatîye avakirin, civakeka ku bi kodên nîjadperest, şoven û faşîst hatîye teşekirin, li hemberî destkeftîyên Kurdan, hemû cudatîyên xwe datîne alîyekê û li heman refê dicive.
Dijminatîya dewleta Tirk a li dijî Kurdan dîrokî ye. Ev rastîye ku duh jî îro jî, dewleta Tirk rêve dibe. Ev dîyarde sedema hebûna wê ye. Ev ji bo parastin û berdewamkirina hebûna xwe, berhema mîrateya ku ji duhê wergirtîye ye. Heta ku dewleta Tirk bi van kodên ku ji duhê wergirtîye û didomîne neyê hilweşandin, wê ji bo Kurdan, gelan û mirovahîyê bibe felaketa herî mezin (Nakba).
Emperyalîst û dewleta Tirk, ji El Nûsra heta El Qaîde, ji DAÎŞ heta ÖSO, bi dehan rêxistinên çeteyan li Îdlîbê perwerde kirin, amade kirin, di bin sîwana HTŞê da kirin yek. Dema wext hat, ew xistin merîyetê û li Şamê bi cih kirin. Kurd jî, 13 sal in, hem xwe bi rêve birin hem jî Rêveberîya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ava kirin ku gel û bawerî bêyî tu zordarîyê nirxên xwe yên neteweyî, çandî û bawerî bi azadî dijîn.
Colanî û çeteyên wî yên faşîst ên selefî yên HTŞ û hevkarên wê, dereng neman ku Kurdan bikin hedef. Dewleta Tirk a mêtingehkar, ku hêza wê têrê nake ku Kurdan tune bike, her fersendê HTŞê li dijî Kurdan da êrîşkirin. Lê vala ye. Kurd êdî ne Kurdên duh in. Bi rêxistinbûyî, artêşbûyî, li cem gelên cîhanê meşrûîyeta navneteweyî bi dest xistî bûn, li herêmê bûbûn model, pergaleka jinparêz ava kiribûn.
Taxên Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefîyê, ku Kurdan rêveberî bi destê xwe girtibû, bûn hedefa êrîşa dewleta Tirk û HTŞê. Em dizanin ku hedefa esasî şoreşa Rojava û Rêveberîya Xweser e. Ger ku wan encama ku dixwestin ji êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefîyê bi dest bixistana, bê guman wê berê xwe ber bi şoreşa Rojava ve bidana. HTŞ û dewleta Tirk, berî demekê kurt, bi êrîşên li ser Sûweyda, Qereqozak û Tişrînê jî ev rêbaz ceriband, lê di hemûyan da têk çûn.
Dijminatîya dewleta Tirk a li dijî Kurdan tê zanîn. Bi rastî, hewceyîya zêde bi îsbatkirina vê rastîyê tune. Her kesê ku hinekî dîrokê bixwîne û xwedî aqil û wijdan be, vê rastîyê dibîne.
Em werin li ser Kemalîstên ku xwe wekî demokrat, çepgir û hwd. binav dikin û di vê yekê da tiştekî şaş nabînin. Kurdan li Rojava pergaleka demokratîk gelparêz aazadîxwaz û wekhevîxwaz ava kir. Li Rojava û Rêveberîya Xweser, mafên gelan û bawerîyan bi qanûnê hatin parastin û bi biryarî têne bicîhkirin. Peymaneka Civakî ya ku jinparêz e û hemû mafên jinan diparêze, ku di demokrasîyên burjuva yên herî pêşketî da jî tune, hate çêkirin. Peymana Civakî, li ser axa şoreşê, her kesî li ser bingeheka demokratîk kir yek û bû peymaneka ku civakê ber bi qonaxeka pêşketîtir ve bibe.
Bi awayekî asayî, li her cihê cîhanê, ger hûn xwedî fikrên wekhevîxwaz, azadîxwaz û demokrat bin, hûn ê li rex şoreşa Rojava û Kurdan bin. Bêhtir jî, ger li hemberî we çeteyên cîhadîst, selefî, faşîst, serjêker, jinfiroş û hov ên herî adîyane hebin.
Lê dema mijar Kurd in, rengê tiştan diguhere. Îdeolojîya nîjadperest, kiloxperest û şoven a ku Kemalîzm ji dîrokê wergirtîye, bê derengî têxe merîyetê. Kemalîst, li hemberî têkoşîna rûmet û azadîyê ya gelê Kurd, li pişt serokê faşîst Erdoğan ê ku ew “rexne” dikin û dewleta Tirk a dagirker û mêtingehkar radiwestin. Rêveberîya Xweser, QSD, YPG, YPJ, fermandarên leşkerî û nûnerên sîyasî yên şoreşê tehdît dikin. Dixwazin ku Kurd di cih da çekên xwe deynin û bi çeteyên HTŞê ra “entegre” bibin. Yek dewlet “prensîba” wan a bingehîn e, lê tenê dema mijar Kurd in; ji bo 200 hezar Tirkan li Qibrisê dewleteka cuda pir maqûl e ji bo wan. Ev “prensîb” ji bo 40 mîlyon Kurd ne derbasdar e. Ji xwe ra dibêjin laîk, sekûler, demokrat û nûjen, lê dema mijar Kurd in, li pişt HTŞê û şefê wê Colanî, ku dijminê mirovahîyê ye, disekinin.
Organên weşanê yên Kemalîstan, wekî Cumhurîyet, Tele1, HalkTV û Sözcü, dema dibêjin “Li Helebê di navbera rêxistina terorê PKK/YPG û hêzên ewlehîyê yên Sûrîyê da şer derketîye” qet şerm nakin. Wekî ku ne HTŞ ye, ku bi hefteyan e taxên Kurdan dorpêç kirîye û paşê ji bo teslîmgirtinê êrîş kirîye, xweparastina Kurdan wekî “êrîşa terorê” îlan dikin. Ma HTŞ û şefê wê Colanî, ku paşeroja wan bi DAÎŞ û El Qaîdeyê ve girêdayî ye, ne ew in ku bi deh hezaran Alevî û Dûrzî, ku piranîya wan sivîl, zarok û jin bûn, li ber çavên cîhanê qir nekirin? Ev kerîyên qirker, hov, adî, ev mexlûq dibin “hêzên ewlehîyê”; lê QSD, YPG, YPJ, ku rûmeta mirovahîyê ne, dibin “rêxistina terorê”, ma wisa ye?
Ev sefalet, ev rezalet, ev kêmbûn, ev pespayetî bi kîjan peyvan bêne îfadekirin? Dijminatîya li dijî Kurdan ne bi nîjadperestî û şovenîzmeka ku tenê bi burokrasîya dewletê û sazîyên wî ve sînordar e. Jehreka ku di hemû beşên civakê da belav bûyî ye. Li hemberî vê jehrê têkoşîneka bêrehm û bi prensîb ferz û pêwîst e.






Bir Yorum Bırak