Şûrê Har ê Bindestan
ŞOREŞ NEVAL
Tevgerên îslamker ên sîyasî û şerîetperez û kesên ku ji van tevgeran ra rêbertîya bîrdozî-sîyasî,ilmî-fikrî dikin ji ber çi be qet qala Ebûzer Gefarî nakin. Bi îhtimam ji vê rastîyê direvin, xwe lê nakin xwedî. Di rewşa mecbûrmana qalkirina wî da jî, ji bo bêgramkirina wî dikevin nava hewldanê, da ku di umet û îslamê da wî weke şexsekî ku “dijminatî” , “ficûr-rûreşî” , “ewan-berhevdan” dike nîşan bidin. Lê vala ye! Rastîyên ku hatine jîyîn, qasî serdestan ji bo bindestan jî bûyîna çavkanîya hêvî û mîrateya (mîras) têkoşînê berdewam dike.
Têkoşîna stemkar a ku wî li dijî serwet-kilûr û kesên ku daneheva serwetê dikin daye, di nava şertên xwe yên dîrokî da tena yek ji mînaka pêşîn a şerê azadî û wekhevîyê yê ku sosyalîstên şoreşger ên roja me ya îro li dijî milkê taybet dide ye. Her çiqasî ku xala destpêkirinê û çavkanîyên hêvîyê ya wan cuda be jî, têkoşîna ku bindest li dijî serdestan didin, Ebûzer Gefarî û sosyalîstên şoreşger ên serdema me ya îro di heman alîyê dîrokê da qeyd dike.
Ebûzer Gefarî ji alîyê bindestan ve yekemîn di salên ku Cezayîrî mêtingeha Fransayê bû da hate nasîn. Lêkolîna yekemîn a li ser Gefarî ji alîyên rêxistineka îlegal-veşartî ya bi navê “Faz’ûl Cîhad” ve ku li dijî Frensayê têkoşîna rizgarîya neteweyî dimeşand hat kirin. Li dijî mêtingehkarîya Frensayê nêrîna wekhevî û edaletê ya Gefarî, bûye çavkanîya hêvîyê ya gelê Cezayîrî û yên mêtingehkar ji Cezayîrî tên avêtin.
Rêberê têkoşîna bindest û gelên xizan, ên heyamê, mezlûman û parêzvanê mafa koleyan Ebûzer Gefarîyê ku dibêje “ez li dijî mêrê ku ligel li mala xwe nan nîn e bi şûrê ku ji qewlikê xwe şermixîye serî hilnade matmayî dimînim” (Ebu Zerr el Gifari-Dr. Ali Şeriati/ weşanên Tebliğ PDF/ rûpel 53 )
Ebûzer Gefarî Kî ye?
Navê wî yê rastî Cundep-i Cunade’ye. Navê Ebûzer jî, di civaka Ereb û Rojhilata Navîn da taybetmendîyeka ku bernavkê Cundep-i Cunade ye. Gefarî jî qebîleya Gifar a Ebûzer tê. Gifar di heman demê da li ser rêya bazirganîyê ya Meke û Şamê navê herêmekê ye. Qebîleya Gifar navê xwe ji vê herêmê digire.
Qebîleya Gifar jî, wekî qebîleyên Bedewî yên din qebîleyeka ku berî îslamê rêya karwanan qut dikirin talankerî dikirin bû. Rêyên bazirganîyê qada têkoşînê ya di navbera dewlemend û xizanên çolan da ku nakokîya wê heyamê bû bûn. Edaleta civakî, di nava qebîleyê da bi awayekî wekhev belavkirina xenîmetên ku ji karwanên dewlemendan dihat bidestxistin dihat dabînkirin. Ji dewlemendan standin û bi wekhev parvekirina bi xizanan ve wekî ku li ser pêyan mana van qebîlayan dabîn dike, di heman demê da dibe bingeha sîyasî ya çandî û qebîleyên çolan. Qebîleya Gifar bawerîya xwe bi Menatê ku yek ji pût/peykerê çend pûtên girîng ên qebîleyên Ereb bû dianîn.
Ebûzer Gefarî di nava ev têkilîyên çandî-sîyasî û civakî da ji dayik bû. Ebûzerê ku hîna di temenê xwe yê ciwan da dest bi lêpirsîna ev têkilîyên ku di nav da ji dayik bû dike, hîna berî ku Mihemed bibe Pêxemberê îslamê û pûtan-peykeran bişkîne secdekirina Menatê ku qebîlaya xwe lê bawer dikir red kir. Ebûzer bersiveka wiha dide birayê xwe yê bi navê Uneys û qebîleya xwe ya bi komî diçûn secdekirina Menat: “mebesteka min a wekî serlêdana Menat nîn e! Encax mada min ji wî diçe.” (…) Uneys’î deng lê dike û jê pirsa “tu çidikî?” dike. Ebûzer li birayê xwe dizivire û bersiva “ez nimêj dikim” didê. “Ji bo kê?” “Ji bo xwedê”, “Yanê xuda?” “derveyî huzura Menat an jî Nuhem nimêjkirina li cihekî din ne rast e.” “Ez ne ji bo lat ne jî ji bo pûtekî cuda nimêj nakim” “wê demê tu ji bo çi nimêj dikî?” “Min di nava xwazayê da û di vê cîhana mezin da nîşaneka wiha dît ku; ew derveyî xudayên we, berê min dide xudayekî cuda.” Ebûzer bi van bersivan ew ji ol û bawerîya ku dest bi rizînê kirîyê qutbûneka tundraw pêk tîne.
Ji ber ku Nuhem, Hubel, Uzza, Lat Menat ên ku sembolên bawerîya xwedewandîyê bûn, hatibû kirin amûrê parastina berjewendîyên bazirganên Mekeyê. Weke xwedîyên sermîyanê, xwedê û îbadetgeh-perestgeh jî bûye mêrperestî û bajarî. Li vir pêvajo û têkilîyeka ku hev du temam dike mijara gotinê ye. Berteka qebîleyên Bedewî û bindestên bajaran a li dijî pûtên ku hatibû kirin parêzvanên bazirganên Ereb û lêgerîna wan xwedeyekî nû ku wan rizgar bike divê weke sîyasî, çandî û teva van a herî girîng divê bê dîtin ku beramberîyeka vê ya çînî-tebeqetî heye.
Di alîyê din da, divê bal bê kişandin ser ku, sîyaseta zilm û dextê ya împaratorîyên Sasanî-Îran û Romayê, ji bo rizgarîya civakên qebîleyên Ereb hêmaneka derveyî-xaricî ye. Erebbûna pêxemberê îslamê, bi erebîbûna qurana ku berhema xwedê ye encama navxweyî û xaricî ya encama vê pêşketinê ye.
Tê dîyarkirin ku Ebûzer, hîna berî sê salên dîtina pêxemberê îslamê ya Mihemed û berî hatin îlankirina ola îslamê gihaştibû ola yekxwedê û wî nimêj dikir. Dema ku ji Ebûzer pirsa “tu ji bo kê nimêj dikî?” tê pirsîn ew bersiva “ji bo xwedê” dide. Taybetmendîya herî girîng a nimêjkirina Ebûzer ew e ku ew berê xwe nade mabet-perestgeheka ku hatîye pîrozandin. Dema ku ji wî pirsa “tu berê xwe dide ku û nimêj dikî?” tê pirsîn, ew bersiva “ger ez bizivirim ku derê ez xwedê dibînim” dide.
Hêm têgihiştina vê ya Ebûzer, hem jî bi şkenandina pûtan destpêkirina kar a pêxemberê îslamê ya Mihemed di cihekî girîng da disekine. Hêrsê civatên qebîleyên Ereb ên li dijî pûtên ku ji bo êşa koleyan nadibûn çareserî û berevajî bûbûn sembola bazirganên qureyş rewşeka fehmbar e. Mihemed bi şkenandina pûtan dibe tercimanê hestên gel. Beramberîyeka civakî û çînî-tebeqetî ya di nav bindestên çol û bajaran da hatin qebûlkirina ola îslamê heye, ev rastî nikare bê paşguhkirin. Ji bo hatin pejirandina ola îslamê û bawerîya yekxwedê ji bo têkoşîna desthiladarîyê ya Mihemed a li dijî zedeganîya (aristokrasî) Qureyş piştgirîya gelê Ereb ê xizan roleka gelekî girîng û dîyarker dilîze. Wekî ku ên yekemîn ku li ola îslamê û Mihemed bawer kirin gelê bindest bû, ên ku li dijî wî derketin û hewldana kuştina wî dan jî tebeqeya jorîn a qebîleyên Ereb ku nûnertîya tebeqeya serdest dikirin bû.
Ji Têkoşerîya (Mucahîd) Îslamê Ber bi Têkoşerîya Gelê Xizan ve…
Hemû ev alîyên hevbeş, dibin hêmanên bingehîn ên ku Ebûzer û Mihemed di bawerîya yekxwedê û ola îslamê da tîne cem hev e. Yek ji alîyên din a vê têkilîyê ku tê zanîn jî Gefarî kesê pêncemîn ku pêxembertîya Mihemed pejirandîye. Lê ligel hemû ev alîyên hevbeş cudatîyeka gelekî bingehîn jî mijara gotinê bû. Pêxemberê îslamê Mihemed bi zewicîna bi Hedîceyê ra çîn-tebeqet derbas kir û bû mensûbê tebeqata bazirganan, lê Ebûzer Gefarî, ji qebîleyeka Bedewî ya çolê, ji çîna bindestan dihat. Mihemed dabînkirina edaleta civakî ya di navbera çînan da esas digirt, Ebûzer Gefarî nêrîna wekhevîya çînî ya hemû misilmanên ku li xwedê bawer dikirin diparast. Mihemed reformên (reform-di nav pergalê da têkoşîna bi rêya guhertinan) burjuva esas digirt, Ebûzer Gefarî, dikeve nava hewldana bûyîna têkoşerekî şoreşeka ku azadî û wekhevîya bindestan dike armanc. Xala herî girîng a pevçûn û nakokîyê ya wî jî ya bi xelîfeyên îslamê ra ew bû ku, wî dixwast ku kole jî tê da hemû mirov bi awayekî wekhev sûd ji çavkanîyên madî yên ku wekî milkê xwedê dihat hesibandin bigirin.
Bi xelîfeyên îslamê ra xala bingehîn a pevçûn û nakokîya wî ev pirsgêrêk bû. Piştî mirina Mihemed, pevçûnên hilafet, xelîfetî yên ku derketine holê sekna çînî ya Ebûzer a di nava ola îslamê da hîna zelaltir dike. Di heyama Ebûbekîr û Omer da ev rewş weke xespkirina mafa xelîfetîyê ya Elî derdikeve holê. Lê nakokî-pirsgêrêka herî bingehîn çîna bazirgan a Ereb bi awayekî lezûbez ji gotin û çalakîyên Mihemed dûr dikevin û îslamê dizivirînin amûrekî zextê. Her çiqasî ku di heyamên Ebûbekîr û Omer da ev rewş weke îzafî were guhertin jî, di heyama xelîfetîya Osman da ev sepan sekna çînî ya Ebûzer û çalakîya wî hîna zelaltir dike. Ew êdî denga xurt a xizan, bêkes û koleyan e…
Ên bêhêz, derdkêş û xizanên ku demekê ji bo biratî û xwişktîya îslamê serîyê xwe xistibûn heman rêyê, di bin lingên dewlemend, bazirganên koleyan, selefkaran û esraf da dipelixîyan. Cudatîyên çînî û di destê yekdestan da kombûna sermîyanê di navbera bindest û xwedîyên sermîyanê da ciyawazîyên çînî mezin kiribû û nakokî kûr kiribûn. Hevbeşîya berjewendîyên navbera qesra xelîfetî û bazirgan-çînên serdest da mecbûr hiştibû ku Ebûzer li gel xizan û bindestan bisekine. Dema ku Ebûzer ji bo berfirehbûna hevbeşîya sîyasî ya aborî ya îslamê dixebitîya rejîma Osman çîna bazirgan û sermîyanê mezin dikir. Ebûzer ayetên di Quranê da û hedîsên pêxemberê îslamê, di lehê rizgarîya gelê bindest û koleyan da şirove dikir û ev dikir mijarên têkoşîna sîyasî ya bîrdozîyî. Osmên jî, îslam ji bo parastina berjewendîyên destpêkê da derdora xwe ya nêzik, esraf, selefkar û dewlemendan dikir amûr. Di encamê da hatina hemberî hev a ev du seknên çînî ya di nava îslamê da jênerev dibe. Ev nakokîya lihevneker di dawî da di navbera Osmên û Ebûzer da dizivire pevçûn.
Pevçûna bi Helîfeyên Îslamê ra û Mişextîya Şamê
Osmanê ku Ebûzer gazî qesra xwe dike jê ra dibêje: “Ey Ebûzer min der heqê te da hin agahî bihîstin, divê tu dev ji van libatên xwe berdî”. Ebûzer: Der heqê min da ji te ra çi gotin? “min bihîst ku tu gel li dijî min rêxistin dikî” Ebûzer: çawa? “min bihîst ku tu di mizgeftê da derveyî ayeta ‘mizgînîya ezab-jan bide kesên ku zêr û zîvan dike xezîne-kenz û di rêya xwedê da xerc nake’ tu ayetên din naxwînî” Ebûzer: “Ey Osman, gelo dê xelîfeyê xwedê, ji ber xwendina min a pirtûka xwedê û li dij derketina min a li dijî yên ku talîmatên xwedê diterikînin bide sekinandin? Ez ji xwedê ra sond dixwim ku ger ku ez bi hêrsê Osmên karibim xwedê kêfxweş bikim, ez kêfxweş dibim. Gelek baş dizanim ez bi kêfkeşîya Osmên ezeb didim xwedê!” , “Ey Osman, te xizan (feqîr) hîna xizantir, dewlemend hîna dewlemendtir kir.” (bnd rp 366-367 ) Li ser vê di navbera Ebûzer û Osmên da nîqaşên tundraw dest pê dike. Osman bi dengeka tije hêrs dibêje “biçe Şamê” û Ebûzer ji qesrê berderî dike.
Ebûzerê ku ji alîyê Osmên ve mişextî Şamê tê kirin, li wir jî xelîfetîya Osmênî bi awayekî aşkere rexne dike û qad-meydan(meydanxwestin) dixwaze.
Dema ku Ebûzer çû Şamê li wir Qesra Kesk a Muavîye dihat çêkirin. Di alîyekî da bi hezaran karker di avahîya vê qesrê da dixebitîyan, lê di alîyê din da Muavîye bi zewq û coş li wan temaşe dikir. Ebûzer rojeka ku di wir derbas dibû ev menzere dît û berê xwe da Muavîye û got: “Ey Muavîye, ger ku tu vê qesrê bi pereyê xwe çêdikî zêhekarî ye, (zêhekarî: bêpêwîstî, ji bo kêf vala xercandina pere û her tiştê bi pere) na ger ku tu vê qesrê bi pereyên gel çêdikî ev xiyanet e.” (bnd rp 371) Ebûzer bi vê gotina xwe agirê têkoşînê pêdixe.
Ebûzerê ku xizan û bindestên Şamê li derdora xwe kom dike, li dijî selefkaran, kesên ku xwe nezirî pere dikin, kesên ku daneve zêr û zîvan pêk tînin û li dijî esraf pêşengtîya têkoşîna gel û serxwektkirina wan dike. Ebûzer, têkoşîna xwe ya li dijî xelîfetîya Osmên û Muavîyeya ku berpirsîyarê hişûmeta îslamê ya Şamê bû, bi piştevanîya bindestan didomîne. Ji bo ku zêr, zêv û hemû dewlemendîyên madî yên ku di destê dewlet û dewlemendan da kom dibe bi awayekî wekhev di navbera mirovan da bê belavkirin, gel ronî dike. Li hemû cihê ku diçe propagandaya vê dike. Mizgeft û kolanan bi gelê xizan, kole û bêkesan ra dike cihên hevdîtinê. Gel gazina çavbirçîtîya dewlemend û Muavîye li Ebûzer dike. Ji bo ku çaresarîyekê bibîne serî li wî didin. Ebûzer jî ji ayet û esehên wekhevîtîyê yên Quranê, ji hedîsên pêxemberên îslamê mînakan dide û ji bo ku ew mafên xwe bistînin wan ronî dike. Di heman demê da, li dijî qezencên bêmaf ên Muavîye û dewlemendan jî şer îlan dike.
Ebûzerê ku li Şamê bi lezûbez piştgirîya xizan, kole û mezlûman girt û bi vî awayî dijminatîya Muavîye qezenç kir. Muavîye, Ebûzer gazî qesra xwe dike û gefan li wî dixwe. Ev nîqaşa ku di navbera Muavîye û Ebûzer da derbas dibe ji bona ku dualîzma di îslamê da bê dîtin bandorker e:
Ebûzer nêzikatîyên wî paşguh kir û bi hêrs qîrîn kir: “Ey Muavîye! Tu çima dibêjî heyîn-serwetê misilmanan heyîna-serweta xwedê ye? Di vê da armanca te çiye? Di vê cîhanê da, di alîyekî da xwedê û di alîyekî da jî hemû tiştên derveyî wî hene. Lê di civakê da, di alîyekî da xwedê û gel heye. Li dijî wan jî, kes û komên li dijî gel û yekedest hene. Di van rewşan da em dikarin her tim gel bixin dewsa xwedê, ji ber ku gel biwate ye. «El- Hükmü Lillah, El Ard-u Lillah, El-Mal-u Lillah, Fi-Sebilillah…» yanê hikûmet, erd û sermîyan a gel e, ne ya kesan e. (ya ku ne ji xwedê çi ye?)” Muavîye û alîgirên wî dibêjin tu tişt ne ya gel e, her tişt ê xwedê ye, dibêjin ku her tişt, ê nûnerên xwedê yên li sererd in, yanê her tişt ê Muavîyan e, Ebûzer jî dibêje nûnerê xwedê gel e. Di Quranê da di van mijaran da, navê xwedê hatîye anîn dewsa navê gel û li dewsa wê hatîye bikaranîn.” (bnd rp 388-389)
Divê, di vê nîqaşê da bal bê kişandin ser xaleka balkêş. Dema ku Ebûzer eseha Tebexûn a Quranê şirove dike xwedê û gel-mirovan weke hev dibîne. Di vê mijarê da, şemitîna wî ya bawerîya Sofî ya ku yek ji ekol-bizavên (dibistana fikr, komek kesên ku li gorî rêbaz an jî bîrdozîyekê dixebitin) bawerîya En-el Heq, Batin-î-însan-î Kamil e tê dîtin. Bawerî û eşqa wî ya xwedê li ser gihaştina xwedê û afirandina xwedê ya di şexsê xwe da şêwe digire. Mînaka vê ya herî pêşketî, di gotina Mensûrê Helecî yê ku di kolanên Bexdeyê da gerîya “En-el Heq, ez xwedê me” da hatîye dîtin. Di vê wateyê da Ebûzer, dikare wekî yekem nûnerê kevneşopa Sofî-tesewûfê jî bê dîtin. Di nêzikatîyên wî yên mirov, xweza û jinê da dîtina hin mînakên vê gengaz e.
Nîqaşên polîtîk-bîrdozîyî yên nûnerên du tebeqetan û hêrsê gelê xizan ê li dijî xwedîyên sermîyanê tîne merhaleya serhildan û raperînê. Muavîyeyê ku vê rastîyê dibîne cara dawî Ebûzer gazî qesra xwe dike gefên xwe berdewam dike. Ebûzer, ji bawerîya doza xwe û mafdarîya têkoşîna xwe bostek jî paş da gav navêje.
Ebûzer: “Ey Muavîye, te dewlemend hîna dewlemendtir, xizan hîna xizantir kir! ey Ebûzer dev ji vî karî berde! Ebûzer: “Tu gel, dawîya xwe ji bo şoreşeka ku derveyî xwedê kes nikare bizanibe rêxistin dikî, ez sond dixwim ku, heta ku dewlemend milkê xwe bi xizanan ve parve nekin ez dev ji doza xwe bernadim!” (…) Muavîye: “ez ferman didim ku tu bi vî karî ra mijûl nebî!” Ebûzer: Welehî ez ê vexwendina gel a dirûstî-rastîyê û dayîna mizgînîya ezeb-janeka tundraw a ji bo xwedîyên sermîyanê bidomînin!” Muavîye: “Ez daxwaz dikim ku tu ji bo qencîya xwe dawî li van xebatan bînî!” Ebûzer: “ Welehî heta ku sermîyan di nav hemû mirovan da bi awayekî wekhev neyê belavkirin, dê ev têkoşîna min jî bi dawî nebe.” (bnd rp 392-393)
Muavîye, Ebûzer ji qesra xwe berderî dike û talîmat dide ku kes nêzî wî nebe… Di heman demê da ji ber leşgerbûna îslamê muçe-fona Ebûzer jî tê birîn. Lê, Ebûzer kêlîyek be jî dev ji têkoşîna xwe bernade û helwesta xwe ya pêşeng û birûmet diparêze. Di bahazo ku lîstikên li ser serê wî tên lîstin da jî gavek be nakeve dudilîyê. Berevajî têkoşîna xwe ya li dijî xwedîyên sermîyanê tundarwtir dike. Bênavber meydanxwestin û bi awayekî aşkere heqaretkirina li dijî Muavîye didomîne. Sîleha di destê hikûmeta Osmên da û mask-berdeya pîrozandî ya li ser rûyê wan distand û diqetand.
Gef û Zextên Muavîye Bêbandor Dimîne…
Ebûzerê ku rêberê kole û bindestên ku mehkûmî xizanîyê hatibû kirin bû, dest bi bedeldayîna têkoşîna xwe ya mafdar dike. Li Şamê ji ber birçîtî û xizanîyê keçikeka xwe winda dike. Muavîyeyê ku dixwest vê rewşê bizivîrîne derfetê, hewl dide ku Ebûzer bi pere û dewlemendîyên madî bikire û bikîşîne cem xwe. Hemû ev hewldanên Muavîye, li dijî biryardarîya Ebûzer bêencam dimînin. Ebûzerê ku ji alîyê Muavîye ve hatibû tecrîtkirin bi her awayî têkoşîna xwe didomîne. Muavîye êdî Ebûzer li dijî xwe nebîne jî, li her dera ku diçûye ramana wekhevîyê yaku Ebûzer belav kiribû derdiket dijî wî. “Muvaye derket mînberê û axivî: “sermîyan sermîyana me ye, xenîmet xenîmeta me ye, em bixwazin bidin kê ,em ê bidin wan, em bixwazin kê bêpar bihêlin em ê wan bêpar bihêlin.” Ji guhdaran yek radibe dengeka bilind dibêje: sermîyan sermîyana me ye, xenîmet jî xenîmeta me ye. Kî bixwaze me ji van bêpar bihêle em ê di huzura xwedê da bi şûrên xwe ji wan hesap bixwazin.” Muavîye serê xwe bi pêş xwe da tewand. Fêm kir ku ev gotin ji bin serê Ebûzer derketibû, derveyî wî tu kesî nikarîbû vê bike. ( bnd rp 425-426) Ebûzer êdî ne şexsek bû, ew bawerîyeka ku di oxira wê da têkoşîn bihata meşandin bû.
Muavîye li her dera ku diçûyê, fêm dikir ku bêyî rizgarbûna ji Ebûzer siltatîya wî di xeterê da ye, serhildanên bindestan nadihişt ku xew bikeve çavên wî. Muavîye di encamê da ji Xelîfe Osman ra nameyek şand Medîneyê û di nameya xwe da got “Li derdora Ebûzer hin kombûn hene. Ev karê min dijwartir dikin û serê min diêşînin. Tirsa min ew e ku ew li dijî te rabin ser pêyan. Ger ku gelê Şamê ji te ra pêwîst e Ebûzer ji holê rake.” ( bnd rp 444) fetwa-fitûya wî dixwaze. Ew radigîne ku serwerîya îslamê di bin xeterîyê da ye û serê “fitne” jî Ebûzer e. Osmanê ku mişextkirina Ebûzer a Şamê dixwest jî wî xelas bibe, li dijî xwe rêberekî biryardar ku êşên bindestan, xizanan, bêkesan zivirandîye hêza têkoşînê dibîne.
Vegerîna Medîneyê…
Ebûzerê ku dizivire Medîneyê ji alîyê Xelîfe Osmanî ve tê azirandin, gef lê tên xwarin û li heman cihî rûniştina gel a bi Ebûzer ve tê qedexekirin. Rexmê ev fetwaya Osmanî xizanên Medîneyê li derdora Ebûzer kom dibin, Ebûzer têkoşîna xwe ya li Medîneyê dîsa digire dest. Êrîşên xwe yên li dijî dewlemend û xwedîyên koleyan tundrawtir dike. Wan wedixwîne wekhevîyê, rakirina ji holê ya tebeqetan û bangewazîya wan dike da ku ew dewlemendîyên xwe bi awayekî wekhev bi gel ve parve bikin. Osman, ji Ebûzer ra agahî dişîne, da ku ew ji aşkerekirina ayet û hedîsên ku gel li dijî dewlemendan radike ser pêyan dûr bisekine. Lê Ebûzer qet guh nade vê. Dîsa dest bi êrîşkirina hikûmeta Osmên dike û pêngavên xwe zêdetir dike. Dema ku gefên Osmên encam nade jî, ew rêya bi zimanekî xweş û bi derfetên aborî bandorkirina li Ebûzer diceribîne. Lê Osman, li dijî sekna biryardar a Ebûzer ji vê rêyê jî nikare encam bigire.
Di vê mijarê da ji bo fêmkirina safîbûna bîrdozîyî ya Ebûzer, ji bo dîtina biryardarîya wî ya mirovî û vîcdanî di parvekirina vê mînakê da sûd heye: Osman her çiqasî ev rê çend caran dubare kiribe jî tu carî encam bi dest nexist. Osmên rojeka din bi rêya koleyekî sed dînar şand û wiha got: “Ger ku Ebûzer van pereyan bigire tu azad î! Kole pere girt û rasterast hat cem Ebûzer. Lê Ebûzer ev pêşnîyaz qebûl nekir. Li ser vê kole bi gotina: ‘Ey Ebûzer xwedê te bibexşîne, azadîya min girêdayî standina te ya van pereyan e’ li ber wî gerîya.’ Ebûzer jî bersiva ‘koletîya min jî girêdayî standanina van pereyan e’ (bnd rp 472-472) dide wî.
Dema ku ev rêbazên qirêj ên Osmanî bi kêrî tu karî nehat, dîsa serî li rêbaza ku herî baş dizanîbû da. Dema ku gef, tundîya fizîkî bi kêrî tu karî nayê, ji bo ku Ebûzer ji xizanan dûr bigire ji nû ve biryara şandina mişextîyê digire. Lê hem li Şamê, hem jî li Medîneyê, li dijî xwedîyên sermîyanê nerazîbûna gelê xizan cih bi cih digêhêje asta serhildanê, cih bi cih jî digêhêje raperînê. Ji bo silametîya serwerîya xwe ji bo bêrêber hiştina gel yek rê mabû. Ew jî şandina Ebûzer ya cihekî bêkes ku Ebûzer nikaribe bi kesî ra di têkilîyê da be û rakirina ji holê ya vê xetereyê bû.
Mişextîya Birçîtî û Mirinê ya Çola Rebeze…
Osman Ebûzer qazî qesrê dike û teva gefan talîmat dide ku Ebûzer Medîne biterîkîne. Daxwaza Ebûzer a çûyîna Meke, Şam, Iraq an jî Misirê nayê qebûlkirin. Osmanî di ferqa xeterîyê da bû. Bindest û xizanên bajêr ji bo serwerîya Osmanî xeterîyeka keys bû. Di her kelîyê da dikarîbû agirê serhildanê bi çolê ketibana. Bi gelê xizan ve hatina gel hev a Ebûzer êdî dihat wateya serhildan û raperînê…
Ji gelê xizan, dûrxistina Ebûzerê ku hêrsê wekhevî û edaletê di dilê xwe da xurt kiribû, rakirina wî ya ji holê ya bi birçîtî û xizanîya ku wî di oxirê da tedikoşîya hedefa bingehîn a Osmên bû. Ji bo pêkanîna vê armancê cihê herî guncaw çola Rebezeya ku lê derfeta jîyanê nîn bû. Ji ber van taybetmendîyan pêşnîyara Ebûzer a “ez biçim çola Necid” nehatîbû qebûlkirin. Çola Rebeze ji bo jîyana zindîyan tena goristanek bû. Dev ji jîyîna li wir berde, bi piranî bi mirina li wir a rêwîyên ku di wir ra derbas dibû navdar bû çola Rebeze…
Ev xirabîyên ku hatibûn anîn serê Ebûzerê ku di dilê bindestan da xwedî cihekî girîng bû, di nav gel da bûbû hêrsekî mezin. Ev mijar dibe sedema dawîya xelîfetîya Osman û mirina wî. Rexmê vê, em di vê bawerîyê da ne ku, der heqê tiştên ku dihatin jîyîn da, li ser helwesta Elîyê ku kesê herî zêde yê nêzikî Ebûzer bû gotina çend tiştan dê di cih da be. Raxmê ku Osmên fermandeya axaftina bi Ebûzer ra dabû, çûyîna Elî ya rêwîkirina wî û bi hêstir-rondikan oxirkirina wî her çiqasî ku weke berxwedaneka pasif bê dîtin jî ew li dijî Osmên nikare vê helwesta xwe biparêze. Bi gotina “Ez ji bo kêfxweşîya xwedê çûbûm cem Ebûzer, derveyî vê armanceka min nîn bû” ( bnd rp 497) Elî, di têkoşîna du alîyan da, cihê ku lê disekine yanê bêalînegirtî-bêterefîya xwe nîşan dide. Lê yê ku, bi gotina “piştî Mihemed mafa xelîfetîyê ya Elî ye” li dijî Ebûbekîr û Omer bi awayekî aşkere helwesta xwe dîyar kir Ebûzer Gefarî bû. Lê em dibînin ku Elî heman helwestê, li dijî doza mafdar a Ebûzer nîşan nade û bêalî dimîne.
Ebûzer û malbata xwe ya ku derveyî mirovên ku dem bi dem diçin hecê, rûyê kesî nabînin di demeka kin da dikevin nava lepên birçîtîyê. Çend bizin û mîyên ku bi xwe ra anîbûn jî yek bi yek dest bi mirinê dikin. Di ev çola ku tê da dîtina gîha jî ne gengaz bû da, teva hevjîn, keç û lawê xwe têkoşîneka jîyanê ya dijwar didin. Her çiqasî ku Ebûzer bi hêzgirtina ji doza xizanên ku lê bawer dikir hewldana mayina li ser lingan bide jî, zarokên xwe yên ku weke fizîkî û biyolojîk ji hêza berxwedana li dijî vê bêpar bûn ji ber birçîtîyê bêhêz dikevin. Dema ku birçîtî digêhêje astên herî mezin keçika wan a duyemîn jî jîyana xwe ji dest dide. Ebûzer û Ummuzera ku di oxira bawerîya têkoşîna bindestan da du keçikên xwe winda dikin, xwe dispêrin hezkirina hev. Di vir da, li ser nêzikatîya Ebûzer a jinê dayina mînakekê dê bisûd be, em di bawerîya ku ev nêzikatî nîşaneya Ebûzer a jinê ye de ne.
Dema ku yekî ku di çola Rebeze ra derbas dibe, hevjîna Ebûzer bi cilên belengaz, rûyê wê bitengav û di nav tozê da dibîne, tê ji Ebûzer ra dibêje: “Ey Ebûzer, te derveyî vê jinek cuda bigirta hîna baştir dibû.” Ebûzer jî vê bersivê dide mêrê ku ji wî ra ûsa wisa dibêje: “Mirov ne ku bi xwe mexrûr bibe, ji bo ku te hîna baştir û kibartir bike bi jinê ra dizewice” “Gelo te jîyaneka hîna baştir û rihet hilbijarta çênadibû! “Xwedê te bibexşîne!… çi karê te ji wî ye!” ( bnd rp 507 ). Dema ku em hem li rastîya civakên Rojhilata Navîn, hem jî li rastîya îslamê ya ku, ji bo mêr zewaca zêde caiz dibîne binêrin û heyama dîrokî ya ku Ebûzer tê da dijîya li ber çav bigirin, divê girîngîya ev nêzikatîya Ebûzer bê anîn ser ziman. Di roja me ya îro da beramberîya sîyasî û bîrdozîyî ya vê nêzikatîyê weke “mirovbûna mêr” tê binavkirin.
Ebûzer dema dibîne ku tu xiradê yê xwarinê nema ye, ji bo ku mafa xwe bistîne diçe cem Osmên. Lê Osman bi ev rewşa Ebûzer ra henekê xwe dike û wî biçûk dixe. Ebûzer pêşnîyara alîkarîyê ya Habîb Îbn Meslesmeyê ku di asta Osmên da bû, ji bona ku rûmeta wî dişkîne qebûl nake. Bi gotina “Ez, mafa xwe ya ku di Quranê da ji bo min hatîye dîyarkirin dixwazim” sekna xwe ya birûmet diparêze. Her çiqasî ku nikaribe encam bigire jî heta dawîya jîyana xwe, têkoşîna xwe ya ji bo mafên xwe didomîne.
Dema ku dest vala dizivire çola Rebeze ji ber birçîtîyê zarokê wî yê dawî, lawê xwe jî jîyana xwe ji dest dabû. Umuzer û Ebûzer sê zarokên xwe di oxira têkoşîna wekhevîtîya mirovahîyê da winda bikin jî, di çola Rebeze ya bêdeng da, di nav lepên birçîtîyê da, têkoşîna bawerî û jîyanê bê tewandina bejnên xwe heta hilmên xwe yên dawî birûmet dimeşînin. Çiqasî dişibe jîyana Marxs û Jenîya ku di oxira rizgarîya proleterya û bindestan da bi birçîtî û xizanîyê hatin ceribandin û di vê oxirê da zarokên xwe winda kirin.
Zilma Xelîfe Osman, xedarîya çola Rebeze û bêçaretîya birçîtîyê, Ebûzer ji jîyanê qut dike. Ebûzerê ku ji bo definkirinê ji du metir pacê kefen pêpar bû, hema berî ku bimire jî di mijara mêtingegkarîya ked-bêmaf da helwesta xwe ya rêbazî berdewam dike. Di vê mijarê da gugtûgoyeka wî ya bi rêwîyên ku di çola Rebeze ra derbas dibûn gelekî balkêş e.
Dema ku bi hewldana hevala wî ya jîyanê Umuzer, rêwîyên ku di çolê ra gihaştin ser serê wî, ev hîna dijîya. Dema ku silav dan wî, Ebûzer ji wan ra dibêje “Ger ku têra min pacê me yê ji bo kefen hebûya me ew hildibijart. Niha ji xwedê ra sond bixwin û bibêjin, kîjan ji we karmendê dewletê, patron, polîs an jî sixûr e bila ew min kefen neke!” Yên li wir bi awayekî matmayî li hev nihêrîyan, ji ber ku hemû ji wan bûn. Di nav wan da, tena ji Ensarê ciwanek hebû: “Mamo! Ez dikarim te bi cilên ser xwe, an jî bi pacê dayika xweya ku ji min ra maye dikarim kefen bikim” Ebûzer: “tu min bikefen bike.” Ebûzer piştî ku karê hatin kefenkirin û veşartinê jî çaresar kir rihet kiribû, çavên xwe hêdîka girt, gava xwe ya dawî ya jîyana xwe ya bi êşên destanî û îftîhar avêt.” (bnd rp 529-530 )
Li dijî îslamgirên sîyasî yên îro ku “Haram” û dizîya kedê kirine sedema hebûna xwe, çîroka jîyana Ebûzer û têkoşîna ku wî ji bo bindestan meşandîye, ji bo gelê me yên misilman ên bawermend xwedî taybetmendîyeka manîfesto ye. Bawerîya wan cuda be jî, armanca Ebûzer û komunîstan yek e; jîyaneka wekhev-azad, mirovî û civakeka bêçîn.






Bir Yorum Bırak