SARÎN AMED
Berxwedana Kobanê ya ku wekî “Stalingrada Kurdistanê” tê binavkirin, bi qehremanîya bı sedan şervanên jin û mêr, bi fedakarîya gelên Bakur û Rojava û bi piştgirîya enternasyonalîstên şoreşger yên ji çar alîyên cîhanê, di bîra mirovahîyê da cihê xwe girt. Şoreşgerên ji her alîyê Kurdistanê û cîhanê, ji bo parastina axa xwe li hemberî tarîtîya DAIŞê rûyê xwe zivirandin Kobanê.
Taybetmendîya herî berbiçav a ku vê berxwedanê ji yên din cuda dike, pêşengîya jinên ku bi îradeyekî bêhempa li ber xwe dan bû. Bi sedan jinên şervan bi gotina “Heke pêwîst be em ê şehîd jî bikevin” heta nefesa xwe ya dawî şer kirin. Yek ji van jinan jî fermandara MLKPê Sibel Bulut (Sarya Özgür) bû ku di 12ê Kanûna 2014an da di berxwedana Kobanê da jîyana xwe ji dest da.
Her Kolan Bû Barîkatek, Her Mirov Bû Îradeyek
Berxwedana Kobanê ne tenê xetekî parastina leşkerî bû, di heman demê da bû xalekî dîrokî ya ku çarenûsa Şoreşa Rojavayê û Rojhilata Navîn guherand. Di destpêka sedsala 21emîn da, têkoşîna hevbeş a jinan, gelan û bawerîyan li vê bajarokê piçûk yê sînorê xwe da eşkere kir. Kobanê bi îradeya bêdawî ya şervanên fedayî, bi Sarya, Arîn, Zehra û bi hezaran ên din azad bû. Bi saya vê berxwedanê îro li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê fikra şoreşa jinan bû rastî.
Dema şoreşa Rojava bi hemû hêza xwe li ber xwe dida, YPG-YPJ, hêzên MLKPê û hemû rêxistinên enternasyonalîst ne tenê bajarekî, di heman demê da têkoşîna ji bo jîyaneke nû jî bilind dikirin. Li Kobanê ya ku wekî “Stalingrada sedsala 21emîn” tê binavkirin, her kolan bû barîkat, her mirov bû îrade. Helwesta pêşeng a jinên şervan bû sembola berxwedanê. Xeta fedayî ya Arîn Mîrxan bû lûtkeya vê berxwedanê. Ala azadîyê ya li Çîyayê Miştenûr bilind bû, ne tenê ji bo bajarekî, ji bo hemû Rojhilata Navîn peyameke xurt bû.
Di nav vê berxwedana mezin da rêya jina militan a li ser xeta welatparêzîya sosyalîst têkoşî dike Sarya Özgür jî bi Kobanê ra li hev ket. Sarya ne tenê şervanek bû; ew şoreşgereka doza wekhevîya gelan, azadîya jinan û jîyana hevbeş bû. Weke jineke ku ev nirx qebûl kiribûn, parastina axa xwe wekî erk dît û bê teredût tevlî têkoşînê bû.
Bi navê partîyê Sarya Özgür, bi navê malbatê Sibel Bulut, di sala 1986an da li Dersimê di malbateke Kurd û Elewî da ji dayik bû. Bi şahidîya newekhevîya civakî û zayendî, înkara nasnameyê û xizanîyê mezin bû. Di salên lîseyê da hişmendîya wê ya sîyasî xurt bû; têkoşîna ciwanan nas kir û di demeke kin da biryar da ku bi rêxistinî bimeşe. Zanîngeha li Wanê ji bo wê ne rawestgeheke akademîk, lê destpêka şoreşgerîya profesyonel bû.
Ji bo ku hem bi xwe ra hem jî bi dijmin ra têkoşîneke mezintir bide, ji bo azad bibe û azad bike, bi bedelên mezin derbasî Qadên Parastina Medyayê ya azadkirî – çîyayên azad – bû. Li wir gelek perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk wergirt. Dema li çîyayên azad di nava têkoşînê da gihîşt, şoreşa Rojava dest bi şîn bûnê kir. Sarya ji bo her bosta axa welatê xwe, ji bo hebûna gelê xwe, ji bo zimanê xwe bi hemû hebûna xwe amade bû ku têkoşîna xwe mezin bike û şer bike. Taybetmendîya herî giring a ku di salên paşê da kesayeta wê ya şoreşger dîyar kir, xeta welatparêzîya sosyalîst bû ku wê di salên ciwantîyê da qebûl kiribû. Ev xet ji bo wê ne tenê rêgezeke teorîk, lê bû helwesteke ku li ser hemû jîyana wê belav bû. Fikra wekhevîya gelan, azadbûna jinan û azadîya axa jîyana wê, di navenda têkoşîna wê da bû. Weke jineke Komunîst a Kurd, tu carî li hemberî zehmetîyan paş da neçû. Ji bo wê têkoşîn hem erkê li hemberî axa wê, hem deynê dîrokî û hem jî ji bo şikandina zincîrên jinan rêya neçar bû. Ji ber vê yekê dema derbasî Rojava bû, ne tenê wekî şervanek, lê wekî jineke ku îdeolojîya xwe bi pratîkê ve girê dide û azadîyê bi rastî dixwaze, di refên pêş da cih girt.Weke jineke Komunîst bi coş û dilxwazîyeke mezin hem xwe guherand hem jî ji têkoşîna azadîya jinan ra bû alîkar. Bi helwesta xwe ya li hemberî serwerîya mêr, bi îsrar û zelalîya îdeolojîk, ji jinên derdora xwe ra jî bû îlhama mezin. Li çîyayên azad wekî gerîlaya jin a pêşeng gelek tecrubeyên giranbiha bi dest xist; paşê tevlî parastina şoreşa Rojava bû û di gelek enîyên şer da berpirsîyarî hilda.
“Em li Rojavane, Em Naçin… Ger Pêwîst Bike Em ê Şehît jî Bikevin”
Dema derbasî Rojava bû, wekî yek ji fermandarên jin ên MLKPê li enîyan cihê xwe girt. Ji Hesekê heta Til Hemîsê li gelek enîyan erkdar bû. Gava dorpêça Kobanê dest pê kir, hemû zanîna xwe ya leşkerî û hemû îradeya xwe xist nava vê berxwedanê. Li hema bêje hemû enîyên Kobanê roleke çalak lîst.
Dema li vê bajarokê biçûk yê Rojhilata Navîn dîrok dihat nivîsandin, wê jî hem wekî fermandar hem jî wekî militaneke jin berpirsîyarîyeke girîng hilda.
Û wê rojê, dema cîhan li Kobanê dinêrî, Sarya wekî nûnereka xeta sosyalîst-welatparêz bi van gotinan dengê xwe bilind kir:“Em li Rojava ne, em naçin. Ji bo parastina vê şoreşê heke pêwîst be em ê bedel jî bidin.”Ev gotin helwesteke ku têkoşîna wê bi kurtî vedibêje bûn. Fedakarî, biryardarî û bawerî…
Di sibeya 12ê Kanûna 2014an da, Sarya Özgür di dema erkê paqijkirina mayînan(kemîna teqemenîyê) da bû stêrk. Dema ku wek fermandarekê dikaribû şervanekî din bişanda, wê berpirsîyarî hilda ser milê xwe. Bi biryardarîya ku gotin û kirinê li hev anî, ew gav bû gavê wê yê dawî yê rêya ku lê dimeşîya. Bi vî awayî di parastina Şoreşa Rojava da bû yekem şehîda jin a MLKPê.
Rûyê wê yê bi ken li ser doçkayê, bi demê ra bû sembolekî têkoşîna jinan a li Rojava. Azadîya jinan, wekhevîya gelan û îdeala jîyana hevbeş, ji bo kesên ku li pey wê dimeşin bû ronahîya rêber.
Bi gotina hevrêyên wê, Sarya jineke şervan a fedakar û biryardar bû. Mirovek ku bi hişmendîya zayendî ya bilind, bi girêdana kûr a bi azadîya jin û wekhevîya gelan ve bû. Şervanên YPJê dibêjin ku cesaret, fedakarî û îdealên wê ji xwe ra mînak digirin. Hevrêyek wê wiha vedibêje:“Sarya ji bo me hevaleka pir taybet bû. Şervanek fedakar, bawermend, biryardar bû. Azadîya jin, îradebûn û wekhevîya gelan ji bo wê ne tenê bawerî, lê şêwazekî jîyanê bû. Em şervanên YPJê dibêjin ku em ê îdeala jîyana wekhev, xwişk û biratî ya gelan a Sarya bidinjîyîn.”
Çîroka Sarya Özgür, wek jineka Kurd, çîroka şoreşgereka ku xeta welatparêzîya sosyalîst pejirandîye û fikra azadîyê di kesayeta xwe da kûr kirîye, îdeala şoreşa jinan bi jîyana xwe ve girê daye ye. Li Kobanê şervanên ji netewe û rêxistinên cuda bi hev ra mil bi mil li ber xwe dan, mal bi mal, kolan bi kolan mînaka berxwedaneke mezin nîşan dan. Ev ruhê berxwedana hevbeş bajar anî ber serkeftinê. Belkî Sarya nekarî tevlî govendên serkeftinê yên wê rojê bibe, lê yên li pey wê dimeşin stranên azadîyê ji bo wê jî didomînin. Îro di biryardarîya jinan a li Rojava da, di destkeftîyên bi dest xistine da hê jî, Sarya jî di nav da şopa şehîdên ku bi hemû hebûna xwe ji vî şoreşê ra xebitîn, tê hîskirin.






Bir Yorum Bırak