AYNUR EGE DÎCLE
Rêjîma serektîya Faşîst sala 2025an weke “Sala Malbatê” ragihand. Di meha Gulanê ya derbasbûyî da, şefê faşîst Erdoğan dîyar kir ku bihêzkirina malbatê di bernameyeka salekê da sînordar namîne û divê bi bernameyeke 10 salî were rêxistinkirin. Piştî ragihandina “Sala Malbatê”, li Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî gelek qadên xebatê hatin dîyarkirin. Enstîtuya Malbatê, Desteya Polîtîkayên Nifûsê û hwd. hatin avakirin.
Di Destûra dewleta Tirk a mêtingehkar û faşîst da tê gotin ku “Malbat bingeha civaka Tirk e” (Xala 41). Rêjîma serektîya faşîst jî ji bo berdewamîya serwerîya xwe, civaka ku dixwaze ava bike, pêşî di malbatê da ava dike. Ji ber vê yekê, polîtîkayên wê yên zayendî, ku di nav wan da hevberdan, nafaka, mîras, zayînerî û mafê kûrtajê hene, li dijî jinan ji nû ve têne sazkirin. Polîtîkayên li hemberî LGBTÎ+yan jî ji vê yekê ne serbixwe ne. Tenê hebûna LGBTÎ+yan jî li dijî têgihiştina heteronormatîf e. Bi hebûna xwe ya sîyasî, ew avahîya civakî ya ku li ser nirxên heteroseksîst hatîye avakirin xiradike. Armanca bingehîn a nîqaş û plansazîyên berfireh ên “Sala Malbatê” parastina sazûmanîya malbata burjuva ye û bi vê rêyê jî avakirina bingeha “di nav pergalê da bi cîh kirina” jinan e. Avahîya malbata burjuva di heman demê da armanc dike ku jinê bi pergala serdestîya mêr ve, bi rêzgirtina hîyerarşîyê ve girê bide. Asta pêşketina kapîtalîzmê ya bi giştî û di heman demê da cihê ku jin di jîyana civakî û hilberînê da digre, qonaxa veguherînê ye ku jin ji rewşa zayendê duyem derbasî kirdetîya civakî dibe. Di vê pêvajoyê da, rola zayendî ya civakî tê pirsîkirin, hişmendîya jinê ya bûyîna kirdeya civakî û nakokîyên zayendî yên heyberî di jinê da weke hişmendîya zayendî di asteke nû da tê hilberandin.
Avahîya Eşîretê ji alîyê Dewleta Faşîst ve tê Parastin
Mercê berdewamkirina peregala civakî ya baviksalarî, ji nû ve hilberandina rola zayendî ya civakî ye. Ev rol di serî da di malbatê da têne fêrkirin, ji alîyê hemû sazîyên dewleta mêtingehkar ve ji nû da têne hilberandin û parastin. Malbat, perçeyekî şênber yê pergala aborî-sîyasî ye û amûreka wê ya îdeolojîk e. Li Tirkîyeyê, bi pêşketina kapîtalîzmê ra têkçûna têkilîyên civakî yên feodal, li Bakurê Kurdistanê bi rengekî cuda pêş ketîye. Têkilîyên civakî yên feodal hebûna xwe parastine, hiqûq, norm û karûbarên wê yên nenivîsandî serwerîya xwe didomînin. Ev zagon bi giranî jinan dorpêç dikin û destê mêran xurt dikin. Bi vî awayî, jinên Kurd ên di binê mêtingehkarîyê da, ji alîyekî ve bi tora têkilîyên civakî yên baviksalarî û ji alîyê din ve jî bi polîtîkayên dewleta mêtingehkar a zilamperest ve têne dorpêçkirin. Lê belê di salên 90î da, tevlêbûna jinan ya di refên gerîlla û serhildanên bajaran da, hebûna wan ya di têkoşîna zayendî û civakî da bi awayekî girseyî zêde bûye û di asta rêxistinbûnê da guherînekî wesfî pêk hatîye. Ev rewş di rola zayendî ya civakî da guherînên mezin çêkirîye û bandor li ser sazûmanîya malbatê jî kirîye. Hebûna nirxên civakî yên feodal di jîyana civakî da bi awayekî berbiçav qels bûye. Jinan nasnameyeka serbixwe bi dest xistîye.
Li hemberî vê yekê, dema ku mêtingehkarîyê şer bilindkir, bi xurtkirina têkilîyên kevneşopî, armanc kir ku jin di nav qefesê da werin girtin. Hiqûqa eşîretê ya ku jîyana jinan hedef digre, bi destê medyaya burjuva ya Tirk weke kevneşopîyên “civaka paşvemayî” tê pêşkêşkirin. Berdel, zewaca di temenê biçûk da, zewaca pirjimarî, encama sîyaseta zayendî û durû ya dewleta mêtingehkar e ku hê jî li Kurdistanê didome. Bi vê hiqûqa paşverû, jin bi navê “namûsê” têne kuştin an jî ber bi “xwekuştinê” ve têne ajotin.
“Hemû şêwazên tundîya ku bi navê ‘toreyê’ li ser jinan têne kirin, tên rewa kirin. ‘Namûs’ ji bo jinê, normeka çandî ya zilamperest e ku jinê kontrol dike. Namûs ji bo jinê, pejirandin û serî tewandin e. Kolekirina jinê bi exlaq, kevneşopî û adatên rûniştî tê misogerkirin.”
(Kovara Jina Sosyalîst, Sal: 2010, Hejmar: Payîz)
Şer û Polîtîkaya Zayendî
Di hemû şerên paşverû û emperyalîst da, kontrolkirina li ser zayînerî jinan û jîyana wan, beşek bingehîn a stratejîyên şerê neteweyî ye. Carinan ji bo keda erzan a sermayê ji jinan tê xwestin ku biwelidînin, carinan ji ber hewcedarîya keda erzan a jinan, welidandin tê qedexekirin. Carinan jî zêdebûna nifûsê weke sedema xizanîyê tê dîtin û sînordarkirina welidandinê tê destpêkirin. Di rojên me da, ku nîşaneyên şerê cîhanê yê sêyem zêde dibin, dema ku emperyalîst, bi taybetî NATO, di pêşbazîya çekdarîyê da ne, dewleta Tirk a mêtingehkar jî paşde namîne. Dema ku êrîşên tasfîyeyê didomîne, ji bo pêşîgirtina li serhildanên nû û ji bo têkbirina şoreşa Rojava, giranîyê dide çekdarîyê. Li gorî vê yekê jî teşedana civakî ava dike. Di çarçoveya bernameya “Sala Malbatê” da, bi teşwîqkirina jinên li Tirkîyeyê bo welidandinê, bi esasî planên çêkirina leşkerên şer datine. Gotinên wezîrên wê demê yên weke “zêdebûna nifûsê hêza me ya şer zêde dike” planên dewletê eşkere dikin.
Li Kurdistanê Polîtîkaya Nifûsê ya Mêtingehkar
Tê bîra me, Erdoğan di salên berê da jî li ser polîtîkaya nifûsê nirxandin kiribû û bal kişandibû ser “zêdebûna nifûsê” ya Kurdan, tirsên xwe dîyar kiribû. Divê em bibêjin ku ev tirs kevneşopîyeka dewletê ye. Ji ber ku nêrîna demagojîk û nijadperest a “Kurd bi zêdebûna nifûsê Tirkan di bişaftinê ra derbas dikin” di destpêka salên 1900î da, bi nêrîna “Kurd Tirkan asîmîle dikin” ya kovara nijadperest Türk Yurdu û Zîya Gökalpî ve hatîye piştgirîkirin. Ji ber vê yekê, plana nifûsê ya nijadperest a dewleta Tirk a mêtingehkar tenê bi serdema AKPê ve naye sînordar kirin. Di sala 1936an da, Abidin Özmen bi dehan raporên derbarê pirsgirêka Kurd da amade kiribû. Yek ji wan, “Rapora Reş” e ku di 8ê Berfabara 1936an da, di civîna mufetîşên giştî ya bi serokatîya Wezîrê Karên Hundir û Sekreterê Giştî yê CHPê Şükrü Kaya li Enqereyê lidarxistibûn hate pêşkêşkirin. Di raporê da îdiayên nîqaşbar ên zêdebûna nifûsê û statîstîkên nifûsê hatine destnîşankirin û hatîye îdiakirin ku nifûsa Kurdan ji ya Tirkan 12 car zûtir zêde dibe. Di berdewamîyê da, ji bo “rawestandina vê zayîna bêkontrol a Kurdan” plan û bernameyên nijadperest ên nifûsê bi mehan hatine çêkirin û sepandin. Raporeka din a bi heman armancê, “Rapora Kurdan” a 21ê Tebaxa 1935an e ku ji alîyê şefê faşîst İsmet Înönü ve hatîye amadekirin (Rapora Rêwîtîya Rojhilat). Ev rapor pir dişibe “Rapora Reş” a Özmen. Înönü ev rapor piştî civînên Tîrmeha 1935an bi mufetîşîyên giştî yên herêmê ra ji M. Kemal ra pêşkêş kirîye. Tê da “zêdebûna nifûsa Kurdan weke metirsîyekê” hatîye tespîtkirin. Di salên 1960î da jî, polîtîkaya kontrolkirina fermî li ser welidandina jinên Kurd hate sepandin. Bi vî awayî, welidandina jinên Kurd bû mijara polîtîkaya dewletê.
Di civîna MGK ya 20ê Mijdara 1996an da, zêdebûna nifûsa Kurdan weke metirsî hate dîtin û di raporê da wiha hate gotin: “Zêdebûna nifûsa li herêmên ku Kurd lê rûdinin ji herêmên din bilindtir e. Nifûsa Kurdan di sala 2025an da dibe ku ji nîvê nifûsa giştî zêdetir bibe.” Di rapora ku di sala 1997an da ji koma Wezîran ra hate pêşkêşkirin da hate gotin ku eger ev rewş berdewam bike, di sala 2025an da nifûsa Kurdan nêzî nîvê nifûsa Tirkîyeyê bibe, û cezayê ji bo Kurdên ku ji sê zarokan zêdetir çêkin hate rojevê. Îro, dema em difikirin ku li Bakurê Kurdistanê di her malbatê da ji sê zarokan zêdetir hene, em dikarin bibêjin ku sepandina “cezayan” zehmet e. Lê belê, em dikarin bibêjin ku plana “Sala Malbatê” ya rêjîma serektîya AKPê li Bakurê Kurdistanê, weke dehsalên berê, dê bi polîtîkayên nijadperest û bişaftinker ra were meşandin. Ev yek jî dikare bibe mijara nivîseka din.
Qedexekirina perwerdehîya bi zimanê dayikê, gihîştina jinan ya xizmetên tenduristîyê jî asteng kirîye. Jinên ku bi zimanê xwe xizmetê nestînin, bêyî razîbûna wan, bi rêbazên pêşîlêgirtina ducanîyê û polîtîkayên bêzarokirinê ra rû bi rû man. Dibistanên Herêmî yên bi şevborîn bûne navendên bişaftinê, li ser îstîsmara bedena jinê bingeha dejenerasyona civakî li vir hatîye avakirin. Bi destê leşkerên kujer ên artêşa mêtingehkar, îro jî bi rêbazên şerê taybet li ser jinên ciwan têne sepandin. Weke parçeyek ji çanda xerckirinê, bi teşwîqkirina dewletê, li qehwexane, bar û cihên wiha, firotina hişbiran, bazirganîya seksê û bazarkirina bedena jinê berdewam dike. Tecawizkar û kujerên weke Musa Orhan ên ji artêşa mêtingehkar, bi hiqûqa dewleta zilam têne xelatkirin. Ev hemû, li hemberî polîtîkaya “Sala Malbatê”, bilindkirina têkoşînê ferz dikin.






Bir Yorum Bırak