Ferhat Şoreş
Pergala kapîtalîst, bi derketina xwe ya li ser dika dîrokê û paşê hêzên emperyalîst ên kapîtalîst, li hundir li hember kedkarên gel, li derve jî li hember dijberên xwe yên reqabetê bi talana aborî, cezayan û şer hewl dan ku biçewisînin. Di qonaxa kûrewîbûna emperyalîst da, bi taybetî emperyalîzma DYE û Ewropayê, bi awayên mafyatîk dest diavêjin dewlemendîyên welatan, dişewitînin, talan dikin an jî bi şer diçewisînin. Em dibînin ku stratejîyeka ku piştgirîya eşkere ya monarşîyên teokratîk ên hevkar, partîyên faşîst ên ku jê ra “netewparêz” dibêjin û desthilatdarîya qirkirîner a sîyonîst dimeşînin. Li Rojhilata Navîn rejîmên paşverû, faşîst û qirker, bi şerta ku li gorî berjewendîyên wan bin, piştgirî dikin.
Tevî hemû reqabet û nakokîyên di nav xwe da, ev hêzên emperyalîst ên cîhanî û hevkarên wan, ku dibêtîya şerekî cîhanî yê nû jî înkar nakin, gava mijar tê ser teslim girtina hêzên berxwedêr zû dibin yek. Bi rastî, dema ku peyama “ji bilî me çareya we tune, ger hûn berxwedanê bikin em ê we tune bikin” didin (bi piştgirîya bêteredût a qirkirina Xazeyê ya Îsraîla sîyonîst ev nîşan dan), ji alîyê din ve dewletên ku ne hevkarên vê haydutîyê ne bi şer teslim digirin. Ji vê alî ve, temamkirina dagirkirina Rojhilata Navîn, an bi gotineke din pêvajoya teslim girtina wê, ji alîyekî ve bi vê rêyê razîkirina gelan bi koletîyê, ji alîyê din ve jî neçarkirina dewletan ji bo ku pozîsyona hevkar û li gorî berjewendîyên rêbirên emperyalîst ên cîhanî bigirin. Di belgeya stratejîya nû ya DYE ya ku Trump ragihand da, di cîhana pirqûtbî da Rojhilata Navîn, ji bo parvekirina emperyalîst û hegemonîya cîhanê, ji alîyê rêyên tedarîk û çavkanîyên enerjî ve weke herêmeke ku divê bê girtin tê dîyar kirin. Û zêdetir, hêzên berxwedêr ên antîemperyalîst, pêşverû, şoreşger û welatparêz ên li Rojhilata Navîn di navbera teslimîyet an tunebûnê da dihêle; di çarçoveya mijara me da ev dîyarde me neçar dike ku em li ser rawestin.
Li Rojhilata Navîn li Filistîn, Lubnan, Sûrîye û Iraqê hêzên Şîî (Hamas Sunnî ye) yên ku roleke antîemperyalîst a sînordar dilîzin, xwedî piştgirîya gel a mezin in û bi awayekî rasterast an nerasterast ji Îranê piştgirî digirin, hem xeteke cepheyê ya stratejîk û hem jî tora berxwedêr in. Ji ber ku ev rêxistin xwedî piştgirîya berfireh a kedkaran, bindestan û gelên înkarbûyî ne û li dijî dagirkerîya emperyalîst jî berxwedanê dikin. Darbekirina Hamas û Hizbullahê ji alîyê Îsraîla sîyonîst ve û qelskirina wan a giran, piştî hilweşîna rejîma Baasê li Sûrîyeyê belavbûna hêza ku Îran bi milîsên Şîî ava kiribû, bandora Îranê li herêmê pir sînordar kir. Paşê jî piştî şerê 12 rojan ê derbkirinê û qelskirinê ya Îsraîla sîyonîst li dijî Îranê, tê zanîn ku dor hatîye Iraqê yanî Heşdî Şebî. Bi rastî, Iraq û Heşdî Şebî weke xeleka dawî ya pêvajoya mêtingehkirina Rojhilata Navîn a ku emperyalîzma DYE dibîne, qonaxeke nû ya ferzkirina teslimîyeta Îranê ye.
Heşdî Şebî ya ku di 2014an da li Iraqê hate avakirin, piranîya wê ji komên Şîî pêk tê (El-Heşd el-Şe’bî-Hêzên Seferberîya Gel). Lê di nav xwe da komên Sunnî, Tirkmen, Êzîdî, Xiristîyan û yekîneyên biçûktir jî dihewîne. Di bin vê banê da nêzî sed rêxistin hene. Lê yên herî bi bandor komên nêzî Îranê ne. Ev dikarin weke Kataib Hizbullah, Asaib Ehlil Hak, Rêxistina Bedir bêne rêzkirin. Ya herî bi bandor Kataib Hizbullah e ku rasterast bi Îranê ve girêdayî ye. Heşdî Şebî di 2016an da ji alîyê parlamentoya Iraqê ve weke hêzên ewlehîyê yên fermî hate ragihandin. Her wiha di dem a rejîma Baasê da li Şam û derdora wê, derdorê derîyê sînor ê Ebû Kemal pir bi bandor bûn. Di 2014an da li Iraqê di paşveajotina DAÎŞê da roleke girîng lîstine.
Ji bo Îranê Heşdî Şebî hevkarê stratejîk û xeta cepheyê ye. Bi vê ra hebûna xwe ya sîyasî û leşkerî li Iraqê bi Heşdî Şebî bihêz dike. Ev avahî parçeyek ji eksena berxwedanê ya ku Îranê berê ava kiribû ye û roleke pir girîng dilîze. Li Sûrîyeyê (heta niha ev pir sînordar be jî) bûye amûrek ji bo hebûna Îranê, li Lubnanê jî bûye hêzeke piştgirîya Hizbullahê. Her wiha di warê enerji, bazirganîya sînor û lojîstîkê da piştgirî dide Îranê. Heşdî Şebî ji ber ku ewlehîya sînor, ewlehîya hundir û li hin herêman rasterast ewlehîyê pêk tîne dike, bi hikûmeta Iraqê ra jî têkoşîna hêz û desthilatê dimeşîne. Bi vê rêyê Îran, rê li ber ku hikûmeta Iraqê bi temamî bibe hevkarê emperyalîstên DYE digire.
Ji vê alî ve emperyalîstên DYE Heşdî Şebî weke xetera stratejîk ji bo berjewendîyên xwe yên herêmî dibînin. Yek ji sedemên din ev e: Di nav Heşdî Şebî da têkilîyên îdeolojîk û rêxistinî yên rasterast di navbera fermandarên hin komên Şîî bi Muhafezên Şoreşa Îranê ra hene. Di heman demê da têkilîyên leşkerî û lojîstîk hene û bandora xwe li ser Iraqê bi vê rêyê bihêz dike. Ev, dagirkerî û hevkarîya emperyalîstên DYE li Iraq û herêmê bi awayekî sînordar dike û tehdîd dike, ji ber vê dibin armanc.
Her wiha, çalakîyên li dijî baregeh û konvoyên DYE, hebûna wan li sînorê Sûrîyeyê, çalakîyên ku ji vir pêk tînin jî ji bo dagirkerîya DYE ya li herêmê xeterê çêdike.
Dixwazin bi entegrekirina artêşê Heşdî Şebî ra legalîze bikin û bi vî awayî ji bo peydakirina serwerîya tam a hikûmeta navendî ya Iraqê kontrolê bigirin. Bi vê rêyê dixwazin bi bêçek kirinê, bandora wan di nav partî û girseyên Şîî da bişkînin. An jî bi qirkirin û şer tehdîd dikin ku tune bikin. Bi vê rêyê dixwazin bi zorê ji dij-dagirkerîyê ber bi hevkarî ve bibin, têkilîya bi Îranê ve qut bikin, xeta cepheyê ya Îranê bişkînin û Îranê teslimî rojavaya emperyalîst bikin.
Hikûmeta navendî ya Iraqê bi sîyaseta hevsengîyê ya di navbera DYE û Îranê da rewş heta niha anî, lê niha domandina wisa ne pêkan e. Ji ber ku DYE ji alîyekî ve bi cezayên aborî tehdîd dike, ji alîyê din ve bi Îsraîla sîyonîst ra gefên êrîşê dide. Piştî van gefan hikûmeta Iraqê Heşdî Şebî xist lîsteya rêxistinên terorê lê ji ber tirs a ji berteka Îran û Şîîyan neçar ma ku gav paş ve biavêje.
Bêguman, em van tiştan ji bo parastina hêzeke weke Heşdî Şebî paşverû û dijminê azadîyan, an piştgirîya paşverûtîya Îranê nabêjin. Îran, bi hêzên weke Heşdî Şebî ra ne ji bo anîna demokrasi û azadîyê gelan, berevajî li ser xwîna gelan têkoşîna hêza herêmî dide. Ji bo bindestan di navbera hêzên ku ne li dijî barbarîya kapîtalîst in da em nikarin ji cudahîyê behs bikin. Lê bele, kombûna gelên bindest, li dora van hêzên li dijî hovîtî, şer û dagirkerîya emperyalîst roleke sînordar û berxwedêr dilîzin, û têkoşîna wan, ji bo me di wateya hevkarên ittîfaqê yên nerasterast-sînordar da tê nirxandin.
Hêmaneke din ev e ku emperyalîstên DYE û hevkarên wan, ji bo berjewendîyên sermayeya cîhanî ya îro tu hêzeke pêşverû, şoreşger, komunîst qebûl nakin, êrîşkarîya tuneker û teslimîyetê didomînin, ji vê alî ve girîng e. Lê di heman wateyê da, nîşan dide ku gelên bindest teslim nebûne, berxwedana xwe tevî hemû hovîtîyê û bedelan didomînin, ji vê alî ve jî watedar e. Ji alîyekî din ve, sîyaseta teslim be an tune be ya ku li tevgera azadîya Kurd tê ferzkirin, ji bo me nîşan dide ka wê çi bibe. Bi awayekî nerasterast jî be, ev têkoşîna li dijî dagirkerîya emperyalîst, hêvîya bindestan mezin dike, ji bo berxwedanên pêşverû û şoreşger agir hildigire, ji vê alî ve girîng e. Bêguman, çareserî bi têkoşîna yekbûyî ya gelan avakirina Federasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn e. Bi berxwedana yekbûyî ya gelan an hovîtî an sosyalîzm.






Bir Yorum Bırak