BAHOZ HEREKOL
Silav xwendekarê hêja, ev nivîs ji yên ku we heta niha di weşanên me da xwendine wê hinek cuda be; em nîyet dikin ku we derxînin rêwîtîyekê. Em rica dikin ku vê rêwîtîyê li cihê xwe yê rûniştî û car caran bi rawestin û bi fikirînê bikin, kûrkirina rêwîtîya xwe, bi notên ku bigirin ra hûn dikarin ji bo paşê bihêlin. Ger amade bî em dest pê bikin; piştî ku hevok qedîya demeke kin çavên xwe bigire û bifikire ku tu di destpêka sala 1789an da li Fransayê ye; birçîbûn, xizanî-feqîrî-kaos… û yek di nava vê tevlihevîya jîyanê da tê û ji te ra dibêje; ger em van kedxwaran ji serê xwe bavêjin – ku em dikarin bikin, em dikarin ji û esîlan xilas bibin û weke welatîyên wekhev bijîn(!)Wê te bawer bikira ku ev pêkan e? Em nafikirin ku gelê Fransî yê ku gelek caran serî hildaye û îro jî bi serhildanên di astên cuda da pergala kapîtalîst tehdîd dike, wê demê bi dilê vekirî bikarîba bigota erê. Bi rastî, hîn pêvajoya şoreşê berdewam bû û key ji text nexistibûn, Feuillants, li dijî demokrasîyê û hilweşandina bûn û bi monarşîya destûrî armanc dikirin ku hêrsa girseyên bindest vemirînin. Divîya bû şoreş li vir rawestîya, destûr bi dest ketibû, lihevhatin pêk hatibû, zümreyan lihev kiribûn… lê xizanên Parîsê, karker û kedkar û burjuvayên ku wê demê di heman zümreyê da dihatin dîtin (ango hîn ala paşverûtîyê bilind nekiribûn) bi awayekî radîkal xilasbûna ji dixwestin û dixwestin bibin welatîyên wekhev (ya ku li vir derket holê wekhevîya burjuva ye). Û di 1793an da daxwaza bi milyonan kesan bi ragihandina Komarê hate tacîdarkirin. Key û fikra mutlaqîyetê, bi vî awayî jî hîleya “neguherbarbûnê” ji alîyê gel ve û cara yekem ji gîyotînê ra hat şandin. Piştî wê heta îro di demên cuda da serhildanên karker û kedkarên Fransî berdewam kirin, hin ji wan bi komarên burjuva encam bûn.
Komûna Parîsê, serkeftina kurt a yekem a proletaryayê bû. Lê ezmûna komûnê bi xwe nêzîkatîyên pir cuda derxistibû holê, ji alîyekî kesên ku li ser vê ezmûnê xeta xwe ya teorîk û îdeolojîk bihêz kirin û li hember wan jî – bi dengekî qels – yên ku digotin şoreş têk çûye, di serdema nû da pêdivî bi şoreşan nemaye, guherîn bi lihevhatin û reforman tê peydakirin… ev veqetîn, bi afirandina hin qadên di nav pergala burjuvazîyê da hîn bi bingehekî bihêztir dest bi pêşketinê kir, derfetên rêxistinbûnê yên derketî – ango amûr – bûn armanc û rê, û di dawîyê da Bernstein derîyê revîzyonîzmê vekir. Ji bo revîzyonîstên bi qemîş marksîst kincê teorîk hate dîtin, polîtîkaya pratîk hate teorîzekirin, Marks hate derbaskirin. Berevajîyê pêşbînîya Marks, proletarya bi awayekî mutleq xizan nedibû, çînên navîn nahelîyan û berevajî bihêz dibûn, standardên jîyanê yên çîna karker bilind dibûn… her çiqas ji alîyekî Kautsky û Bebel ji alîyê din Rosa û Lenîn di têkoşîna li dijî vê îdeolojîya revîzyonîst da bin jî, ev îdeoloji dest bi dorpêçkirina sosyalîstên Ewropayê ji baskê rastê ve kiribû. Li vir piştî demekê em “Kautsky” ê ku Şoreşa Bolşevîk bi “nedemokratîkbûnê” tawanbar dike jî lê zêde bikin.
Raweste, û dîsa di dawîya hevokê da çavên xwe bigire û bifikire ku tu di Cotmeha 1916an da Rûsekî an di zindana gelan da Kurdekî an Tirkekî; artêşa Qeyser a ku Taaruz a Brusilov encama serkeftinê girtîye, li Qefqasyayê jî darbe li ser darbe li Osmanîyan xistîye û serkeftin bi dest xistîye, di lûta “bê têkçûnbûnê” da ye; lê tu birçî yî û birayê te yê leşker jî wisa, dayika te ya li zevîyê dixebite jî wisa – feqîrî û rizîna civakî bi temamî serdest bûye… di wê kêlîyê da şoreşgerek tê û ji te ra dibêje ku divê qeyser bê hilweşandin, divê ji desthilatdarîya kedxwar a aristokratan rizgarbin û paşê hikûmeta burjuva ya tê jî hilweşînin û derbasî dîktatorîya proletaryayê bibin… di vê da jî ji te ra behsa Komûna Parîsê bike, dersên ku divê ji serkeftin û têkçûna wê bêne girtin behs bike… Wê te ji wê bawer bikira? Belkî tu jê ra bibêjî ku sosyalîzma şoreşger ne pêkan e, ji têkçûna Komûna Parîsê jî ev tê fêmkirin û ger qeyserê ku weke “bav” dibînî hin mafan bide û alîkarîyê bike tu ê sipasdar bibî, belkî tu jê ra bibêjî ku Qeyser bi rastî komûnên ku ji gundên we hatine avakirin piştgirî dike û ji we ra qadê vedike (!)
Bêguman, serdema şoreşan di sedsala 19an da li Ewropayê hate jîyankirin û qedîya! Li Ewropaya ku bi ewqas şoreşan hatîye hejandin jî navê şoreşê nayê xwendin, hemû tişt di nav pergalê da “tê çareserkirin”, proletarya xizan nabe, standardên jîyanê yên gel bilind dibin, rast e şerê mezin ev hinek rawestandîye lê jîyan ne weke berê ye û ev bê şoreş pêk tê. Di van şertan da li Rûsyaya Qeyser hêvîkirina şoreşê ne karê biaqilan e, divê tavilê ji van “fikrên demderbasbûyî” bê destberdan û ji bo monarşîya nîv-destûrî ya bi dest xistî şikir bê kirin. Fikra serdestîya dewlemendan (aristokrasî û paşê burjuvazîyê), hişê kesên ku îdîa dikin ku nûnerê bindestan in (proletarya) ewqas girtîye ku di rojên Şoreşa Sibatê da, Menşevîk tevî hemû hêza xwe ya rêxistinbûyî tercîh kirin ku ji desthilatdarîyê parekê bigirin û bi burjuvazîyê ra bibin hevkar. Loma, teori ji xwe bi salan e li ber çavan e, divê demokrasîya burjuva bê avakirin, di nav wê da şertên maddî yên sosyalîzmê bêne çêkirin. Başe, di şoreşê da rola kirdeyan? Bêguman, ew ê bibin hevkarê desthilatdarîya burjuva, şertên sosyalîzmê bi domkirina şerê parvekirina emperyalîst, bi girtina alîyekê çerxa kedxwarîyê ava bikin. Teori digot ku ji bo avakirina sosyalîzmê, divê welatek ku pêşketina kapîtalîst temam kirîye hebe… Lenîn di rojên Nîsanê da bi îqtîbas a ji Goethe got “Teori gewr e lê dar a jîyanê kesk e”. Gava ev hate gotin, hejmar û qada bandora Bolşevîkan ne bi Menşevîkan, ne bi sosyalîstên şoreşger û heta ne bi Kadetan (ger qadên nifûsê bêne hesibandin) ne dihat berhevdanê.
Wan ji alîyekî ve têkoşîna îdeolojîk didan ji alîyê din ve jî bi kadroyên xwe yên di tevahîya pêvajoya şoreşê da pola bûyî, Sovyet û girse rêxistin kirin. Li şûna ku bibin alîgirê burjuvazîyê û ji desthilatdarîya burjuva parekê bigirin, ew hilweşandin û li hember wê dîktatorîya proletaryayê danîn. Şoreşa Cotmehê ya ku li ser şopên Komûna Parîsê pêş ve çû, ji têkçûna wê têk neçû, lê di bin pêşengîya Lenîn da têkçûna wê jî kir rêberê çalakîyê û dema gihîşt roja 73emîn, melekên berfê Komûnarên Parîsê silav kirin. Şoreşa Cotmehê, ne ya kesên ku têkçûna Komûna Parîsê kirine sedema bêhêvîtîyê, lê berhema kesên ku dibêjin ev têkçûn tenê bi rêxistinbûneke bi dîsîplîn û bi dîktatorîya proletaryayê ya ku girseyên şoreşger şoreşê diparêzin ra dikare bê binax kirin û kesen jîyana xwe ji vê ra terxan kirine bû.
Tavilê “marksîstek” dikare bibezdan were û me vexwîne ku em ji van gotinên tundîyê, ji “ecêptîya dibêjin şoreşa” dûr bimînin û em fêm bikin ku merc guherîne. Ev “marksîst” ên ku belkî jî îcad a herî serkeftî ya burjuvazîyê ya sedsala 20î ne, bi gelemperî li derdora Dibistana Frankfurtê gihîştine asta nû û ji muadilên xwe yên sosyal demokrat di gelek xalan da veqetîyane. Ew, nîyet dikin ku kapîtalîzmê bi renge sor boyax bikin û weke “sosyalîzm” bi me bidin daqurtandin. Tawanbarkirina hemû nûnerên vê hewldanê bi ajantîya rasterast a emperyalîzmê bêguman ne rast e, lê ev ji bo Adorno û Dibistana Frankfurtê hate îsbatkirin. Ev “marksîst” ên ku bi şîyana tahlîlê ya muazzam hatine xemilandin, ji şêwaza jîyanê heta ekolojîyê ji bo hemû pirsgirêkên civakî pêşnîyarên çareserîyê (!) pêşkêş dikin, lê bi şerta ku hûn ji “safsatey çînê” dûr bimînin. Bi heman devî dest bi gotina ku proletarya êdî xwedî mal û otomobîl e – bi pergalê ve entegre bûye, gihîştîye refaha giştî û taybetmendîyên xwe yên şoreşger winda kirîye, dikin. Gava ev gotin têne gotin, ev maf bi kîjan têkoşîn û bedelan hatine bi destxistin û rewşa jîyanê ya îro çiqas digire nav xwe ne girîng e. Êdî nakokî cuda ne û divê em li wan binêrin. Ev “fîlozof” ên ku difikirin ku bi gotina “aaa li balindê binêre” em ê rêya xwe şaş bikin, ji me dixwazin ku em dev ji guherandina cîhanê û têkoşîna şoreşger berdin û felsefeyê bikin. Lê ev hewldan her tim bê encam man. Şagirt û muadilên wan ev tişt bi bi dehan awayên cuda, bi têgehên cuda û li erdnîgarîyên cuda gotin. Me jî her tim ev bersiv dan; şert guherîne û divê bêne analîzkirin, lê dîyarde li cihê xwe ne. Kapîtalîzm li cihê xwe ye, îstîsmara kedê û nakokîya çînî bi awayekî dîyardeyî dînamîka bingehîn a civakan pêk tîne. Hewcedarîyên polîtîkaya rojane guherîne û diguhere ev rast e. Bi van hewcedarîyan ve girêdayî, çêkirina manevrayên sîyasî, avêtina gavên taktîkî jî mecbûrî ye. Lê ger polîtîka bibe dîyarkerê îdeolojîyê û bingeha felsefî û bi vî awayî jî xetê, wê demê dîyalektîka ku Marks li ser lingan danî, bi serserkî li erde tê xistn.
Nakokîya çînî hebûna xwe didomîne û nakokîya zayendî ya ku ji heman kokê tê û hemdemê wê ye jî hebûna xwe didomîne. Em pirsgirêka qirkirina jîngehê dîyar bikin, berpirsîyarê vê kapîtalîzm, li jorê çînan e? Ji bilî hêrsa qezencê ya kapîtalîst ravekirineke din a qirkirina ekolojîk heye? Ji bo rawestandina vê em çi pêşnîyar bikin? Pirsgirêkên azadîya jîyanê-azadîya nasnameyê, bi îfadeya herî sade, hişmendî ya zilamperestîya razber a ku çiqas ji bo çanda mezêxerî ya kapîtalîst xizmet dike qada azadîyê dide jinê û çiqas rêxistina civaka burjuva belav dike jinê dike hedef e, an a ku bingeha vê çêdike mulkîyeta taybet û mêr-dewlet e? Em pirsên xwe zêde bikin lê her tim bi armancên xwe ve girêdayî…
Û cara dawî, di dawîya hevokê da çavên xwe bigire û bifikire ku tu di nava Federasyona Sosyalîst a Rojhilata Navîn da li Kurdistana Azad Yekbûyî Sosyalîst dijî; her rojê xwe bi avêtina gaveke nû ya avakirina sosyalîst derbas dikî, teknoloji piştî salan dîsa di xizmeta mirovahîyê da ye û em tenê (di demên sînordar da û ne mirovan lê) amûran birêve dibin, hemû demên mayî ên me ne û mafê me yê bi awayekî adil sûdwergirtina ji hemû derfetên parvekirî heye… ango em mirov in!






Bir Yorum Bırak