SERKEFTİN
Em hevrê Nûrettîn Sofî û Koçero Urfa ên ku ji bo azadîya gelê Kurd û gelên herêmê şer kirin û di encama êrîşên dewleta Tirk a mêtingehkar da şehîd ketin, bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin.
Hevrê Nûrettîn Sofî û Koçero Urfa, di avakirina civakî û parastina leşkerî ya şoreşa Rojava da roleka pêşeng lîstin. Ji bo avakirina şoreşa yekbûyî ya gelan, kedeka mezin dan. Û ew ê di dilê şoreşa Rojava da bijîn.
Şoreşa Rojava, bi qehremanî, fedakarî û têkoşînên mezin hat avakirin. Di qonaxeka dîyarkirî da, ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelên bindest ên herêmê bû hêvî. Îtifaqa demokratîk a ku di navbera gelên Kurd û Ereb da hat avakirin, destkeftîya herî stratejîk a şoreşa Rojava bû. Bêguman, Suryanî, Asûrî, Êzidî, Ermenî, Dûrzî, Tirkmen, Çerkez, Elewî, Misilman û Xiristîyan jî di vê îtifaqê da cih girtin. Ji bo gelên ku ji hev hatibûn qutkirin, bîyanîkirin û dijmin kirin, ezmûneka pir bi qîmet a jîyana wekhev û azad a bi hev ra hat pêkanin. Guherîna vê rastîya berbiçav a ku kapîtalîzmê perçe kiribû û emperyalîzmê serdestî li ser ava kiribû, di heman demê da roleka dîrokî ya hêz û îradeya gelên yekbûyî careka din derxist holê. Rojhilata Navîn, di nav hamleyên di navbera blokên emperyalîst ên ku DYE û Çîn serkêşîya wan dikin, roleka girîng dilîze. Û rola vê îtifaqa gelan a ku li navenda herêmê, li Sûrîye û Rojava, hatîye avakirin, di vê pêvajoyê da gelekî girîng e.
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya ku di dawîya meha Gulanê da, li Qamişlo pêk hat, gaveka dîrokî bû. Di destpêka meha Tebaxê da, li Hesekê bi dirûşma “Ji bo cihêrengîya ku yekîtîya me xurt dike û hevkarîya ku siberoja me ava dike, bi hev ra” û bi beşdarîya 500 nûneran, Konferansa Helwesta Hevpar a Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê hate lidarxistin. Ev konferans, ji alîyê dîyarkirina îradeya yekbûyî ya gelan û bawerîyan ve, daxuyanîyeka nû ya vînê ye.
Yek ji armancên bingehîn ên desthilatdarîya HTŞê û piştgirê wê dewleta Tirk a mêtingehkar, têkbirina îtifaqa Kurd û Ereb e. Têkbirina vê îtifaqê tê wateya ku bajarên Dêrazor, Reqqa û Tebqa bikevin bin rêveberîya HTŞê, û her wiha Rêveberîya Xweser ji başûr ve ji alîyê cîhadîstên HTŞê û ji bakur ve jî ji alîyê dewleta Tirk a mêtingehkar ve were dorpêçkirin û fetisandin. Serokê HTŞê El Colanî, ku behsa avakirina Komareka Erebî dike, nikarî gelê Ereb bi vê qayîl bike. Di mehên Çile û Sibatê da, di navbera hin eşîran da lerizîn çêbû, bi provokasyonên li Reqayê hewl hate dayîn ku gelê Ereb li dijî Rêveberîya Xweser serî hilde. Lê encam nehat bidestxistin.
Helwesta Emperyalîst û Vîna Şoreşgerî ya Gelan
Du stûnên emperyalîzma DYE yên li Rojhilata Navîn hene. Yek Îsraîl e, ya din jî Tirkîye ye. Li Sûrîyê leqayî hev hatina van her du dewletan, encama hevberîkirina stratejîyên wan ên berfirehbûnê û tirsa wan a ji parçebûnê ye. Her du jî bi hişyarî tevdigerin. Lê belê, tengezarîya sîyasî û leşkerî zêde dibe. Lê ev tengezarî wê negihêje asta ku ew çekên xwe li hember hev bilind bikin.
Dewleta Îsraîlê, mîna ku Hîtler li Stalîngradê kiribû, stratejîya bi birçîbûnê teslîmgirtina gel dimeşîne. Erdoğana faşîst, qaşo li dijî taktîka tunekirina Filistînê û bêmirovkirina Xezayê bertek nîşan dide. Lê bazirganîya bi Îsraîlê ra didomîne. Destûrê dide kêştîyên ku ji Deryaya Spî çek û lojîstîkê ji Îsraîlê ra dibin. Yanî berteka wî tenê bi gotinê ye. Ne xwedî hêzeka astengker e. Jixwe nîyeteka wî ya wisa jî tune. Ji bilî manîpulekirina wîcdana gelan tu naveroka gotinên “bêwîcdanîyê” jî tune.
Sîyaseta DYEê ya li Sûrîyê; bi taybetî di têkilîya di navbera Şam û Rêveberîya Xweser da, li ser domdarîya dewleta Tirk û El Colanî hatîye avakirin. Dewleta dagirker a Tirk, Rêveberîya Xweser ji alîyê hebûn û xwezaya xwe ya dagirker ve wekî metirsîyeka mezin dibîne. Ji ber vê yekê, tasfîyekirina xisleta îdeolojîk, sîyasî û leşkerî ya Rojava û ketina wê di bin sîwana hikûmeta Şamê da ferz dike. Israra Rêveberîya Xweser a li ser Sûrîyeka demokratîk û nenavendî, bi gefên şer û dagirkirina dewleta Tirk ra rû bi rû dimîne. Tiştê ku dewleta Tirk jê ra “pêvajo” ya îtifaqa Tirk-Kurd-Ereb dibêje, teslîmgirtina Kurdan e. Dema em li dîroka dewleta Tirk dinêrin, em vê yekê dibînin.
Pêvajoya avakirina dewleta Tirk, di heman demê da pêvajoya komkujîyên li ser gelan e. Ermenî hatin qetilkirin û ji cihên xwe hatin derxistin. Kurd di komkujîyan ra hatin derbaskirin. Elewî hatin qetilkirin. Bi komkujîya Seyfo, Suryanî hatin qelandin. Rûm ji cihên xwe hatin derxistin û malên wan hatin desteserkirin. Dewleta Tirk li ser vê wêranîyê hat avakirin. Dewleta Tirk, di pêvajoya damezrandina xwe da, behsa îtifaqa Tirk-Kurd kiribû û di Destûra 1921an da hebûna Kurdan nas kiribû. Lê di pêvajoya avakirinê da, dema ku qonaxên krîtîk ên wekî Peymana Lozanê hatin derbaskirin, îtifaqa bi Kurdan ra têk bir û dest bi komkujîyan kir.
Niha jî heman tiştî HTŞ dike. Ew dixwaze îradeyên cuda yên gel û bawerîyan ên ku li dijî wê disekinin tasfîye bike. Komkujîya li ser Elewîyan, bûyerên li Súweydayê mînakên vê yekê yên rojane ne.
Dema DAÎŞê ji bo avakirina dewletê ji Iraqê ber bi Şamê ve meşîya, wê jî heman tişt kiribû. Bi qetilkirina gelan hewl dabû rêya xwe veke. Ger li Kobanê nehatiba rawestandin, bi taybetî Kurd û hemû gelên herêmê dê ji tiştên ku îro Elewî û Dûrzî dijîn, qetlîamên bihêztir bijîyana. Yanî xisleta HTŞê xisleta DAÎŞê ye. DAÎŞê ku duh nekarîbû bibe dewlet, îro bi piştgirîya emperyalîstan, Tirkîye, Erebistana Siûdî û Qeterê tê dewletkirin. Koalîsyona ku qaşo li dijî DAÎŞê hatibû damezrandin, îro li kêleka DAÎŞa bi kravat disekine. Dîyar e ku derdê emperyalîstan ne cîhadîstên DAÎŞ, HTŞ an El Qaîde ye. Ji bo wan tenê berjewendîyên wan ên emperyalîst girîng in.
Dostê yekane û hevalê rêya dirêj ê şoreşa me ya Rojava, Rêveberîya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, gelên bindest û şoreşgerên herêmê ne. Dema em tam bi vê rastîyê, li Konferansa Helwesta Hevpar dinêrin, girîngîya wê ya jîyanî ji bo hebûn û yekîtîya demokratîk a gelan tê dîtin.
Peyamên hemû pêkhateyên Konferansa Helwesta Hevpar, lê bi taybetî yên şêxên Elewî û Dûrzî, girîng in. Hebûna QSDê û nêzîkatîya parastina bêdudilî ya xweparastinê, di heman demê da dersa mezin e ku ji ezmûnek berbiçav hatîye derxistin. Ger dewleta Tirka mêtingehkar û çeteyên wê li Tişrînê nehatibana rawestandin, îro wê şerek û dagirkirinek mezintir bihatiba jîyîn. Gelekî çekdar û artêşbûyî, rê neda êrîşên dagirker, axa Rêveberîya Xweser û gelê wê parast. Zêdekirina hêza artêşa gel, bilindkirina asta wê ya teknîkî, xurtkirina rêxistinbûna gel, di komun û meclîsan da bilindkirina asta kirdebûna gel, erkê herî lezgîn ê îro ye.Dîrok û pêşketinên rojane ji me ra nîşan didin ku gelekî bê xweparastin, ne li ser maseyê ne jî li qadê nabe xwedî hêz. Ji bo rêxistinbûn, mezinkirina xweparastina me, û têkoşîna ji bo jîyaneka wekhev û azad, welatparêzên sosyalîst divê vê serdemê wekî seferberîyeka rêxistinbûnê ya tam bigirin dest. Divê ji bo şerên nû amade bin. Biryardarîya îdeolojîk, girêdana bi şoreşê ra û bawerîya bi gel, erkên herî girîng ên vê pêvajoyê ne.










Bir Yorum Bırak