HAYDAR BAHADIR
Pirsgirêka neteweyî, berhemeka nakokîyên civakî yên ku di heyama kapîtalîzma ku serdema herî pêşketî ya têkilî û rêxistinbûyîna mulkîyeta taybet e. Ji kûrahîya xwe ya dîrokî û girêdana vê kûrahîyê bi demê ra, weke tumorekê li hiş, ruh, nasname, jîyan, ziman û kiryarên takekesên neteweya serdest ve zeliqîye.
Ev pirsgirêka neteweyî, ji ber vê dîrokîbûyîna xwe, nakokîyên çînî, olî, çandî, herêmî û erdnîgarî di hundirê xwe da hildigire. Çareserkirina van nakokîyan, rakirina vê tumorê ji laş, di dawîyê da li ser milên komunîstan e. Yek ji pirsgirêkên komên neteweyî û bawerîyan yên weke mînaka Sûweydayê, êdî weke berîya 50-100 salan bi çarçoveyeka zelaltir derneketîye holê. Berê, bi giranî, dewletên emperyalîst û çîna burjuvazîya neteweya serdest a bi wan ra hevkar, li hember daxwazên azadîya neteweyî yên ku piranîya wan ji karker, kedkar û gundîyên xizan pêk dihatin, li hemberî hev ref digirtin û têkoşîna wan di vê şiklê da bû. Dibe ku di hin alîyan û hin herêman da, mînak li Îngilîstan û Îrlandayê, faktora ol-mezheb ji her du alîyan ve pir bandor li ser pirsgirêka neteweyî kiribe. Dewleta Osmanî û berdewamîya wê dewleta Tirk jî li dijî têkoşînên neteweyî yên Kurdan û Ermenan ol-mezheb bi awayekî çalak bi kar anîye. Ji bilî van her du meylên giştî, bê guman di erdnîgarîyên cuda û di mêtingehên cuda da gelek hêmanên cihêreng ketine dewrê û bandor li têkoşînên rizgarîya neteweyî kirine.
Ger em vegerin mînaka Sûweydayê: Gelê Sûweydayê bi sedsalan e ji ber nasnameya xwe ya neteweyî/olî, ji Împaratorîya Osmanî bigire heta mêtingehkarîya Fransî, ji dîktatorîya BAAS a Sûrîyê heta cîhadîstên faşîst ên HTŞê, her tim bi zilm û komkujîyan ra rû bi rû maye.Dûrzîtî, ji sedsala 11an û pê ve, bi şîrovekirina Îslamê bi awayekî cuda û bi danîna krîterên cihê, ji Îslamê gelekî dûr ketîye û bûye wek nasnameyeka olî ya cihê. Dûrzî, ji ber ku ji ber bawerîya xwe hatine qetilkirin, ji bo xwe parastin û beravanîyê, Dûrzîtî weke nasnameyeke sereke derketîye pêş. Dûrzîtî bi bûye nasnameyeka jorîn a hebûna wan. Tiștekî bi heman awayî ji bo neteweya Cihûyan jî derbasdar e. Nasnameya neteweyî û nasnameya olî bi hev ra tevlîhev bûne, Cihûbûn û Musevîtî bi hev ra bûne yek. Ji ber vê yekê, îro Musevîtî weke Cihûbûn, Cihûbûn jî weke Musevîtîyê tê bikaranîn.
Îro, yek ji astengîyên ku li hember pirsgirêka neteweyî derdikeve, weke mînaka Sûweydayê, bandora hêzên nerasterast ya li ser têkoşînê ye. Gelê Dûrzî li hember êrîşên komkujîyê yên HTŞ ya hov a faşîst, mafê xweparastinê bi kar anî. Yan dê xwe biparastana, yan jî êrîşên ku HTŞê ya dijminê mirovahîyê ye bi komkujîyan dest pê kiribûn, dê bi qirkirinê bi dawî bibûna. Li vir du rastî derdikevin pêşberî me: Ya yekem, mafê gelan û hemû bindestan ku xwe biparêzin û di vê têkoşînê da hemû rêbazên têkoşînê bi kar bînin. Ya din jî, bandora hêzên neyekser e.
Pirsgirêka neteweyî, bi taybetî di nav tevgerên şoreşger û komunîst da, di nav hemû beşên civakî û çînî da roleke veqetîner, çareserker û di heman demê da yekgirtî lîstîye û vê didomîne. Di Qeyserîya Rûsyayê ya zindana gelan da, pozîsyona ku Partîya Bolşevîk a bi pêşengîya Lenîn li hember pirsgirêka neteweyî girt û rêbazên teorîk, bernameyî û pratîkî yên ku pêş xist, bi qasî ku tevkarî li îdeolojîya Marksîst û pratîka sosyalîzmê kir, ji bo hemû netewe û civakên neteweyî yên bindest jî bû hêvîyeka ronî yê.
Tekoşîna Azadîya Gelê Dûrzî Û Nakokîyên Derketine Holê
Gelê Dûrzî, li hember êrîşên hovane yên HTŞê, çeteyên nijadperest, selefî û cîhadîst ên bi piştgirîya dewleta Tirk û hin eşîrên bedewî yên talanker, bi bedelên giran berxwedan kir û welatê xwe Sûweyda azad kir. Gelê Dûrzî, berxwedana xwe li ser du mînakan ava kir. Ya yekem, komkujîyên ku çeteyên HTŞê yên dijminê mirovahîyê li dijî Elewîyan kirin û encamên wê; ya din jî ev bû ku, li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê Kurdan di serî da gelê Ereb, gel û bawerîyên din ên li ser bingeheke demokratîk li hev civand, axa şoreşê bi hêza xwe parastin û modela rêveberîyê ya li ser bingeha Rêveberîya Xweser ava kirin.
Gelê Elewî ji ber ku bê rêxistin, bê parastin û bê çek bû, bû rastê komkujîyê hat. Cîhanê ev rastî dît. Û ev rastî ewqas zelal bû ku gelê Dûrzî bêyî dudilîyeka biçûk dît ku ger rêxistin nebin û çekdar nebin, dawîya wan dê çawa be. Ev ji bo gelê Dûrzî û pêşengên wê dersa yekem bû. Ji ber vê yekê, yê ku ev rastî yekem dît û têgihîşt, serokê Dûrzî Hicrî bû. Wî bi perspektîfên xwe yên sîyasî û rêxistinî dîyar kir ku gelê Dûrzî çima û çawa divê li hember komkujîyên HTŞê berxwedanê bike. Pêşnîyarên wî hêza çareserîyê ya rastîn afirand, lêgerînên din ên rêyên cuda di demeka kurt da bêbandor kir û bi helwesta xwe ya biryardar, bivîn û wêrek, ji gelê xwe ra pêşengîyeka rast kir, bi vî awayî bû pêşengê gelê xwe.
Yên ku zêde bawerî bi xweparastina bi hêza xwe neanîn û rizgarî di destwerdana emperyalîstan û dewletên herêmê da dîtin, her çend di rabirdûyê da bandorên wan ên girîng hebûna jî, di demeka kurt da qels bûn û şîyanên(wesfên) xwe yên pêşengîyê winda kirin. Berdewama dersa yekem: Hilbijartina rast, biryara rast, vîna rast, çalakî û encama rast. Ji bo dîtina rast a hêmanên ku hêza pêşengîya Hicrî ava kir, divê mirov bi baldarî li tiştên ku gelê Dûrzî pê ra rû bi rû ma binêre. Nifûsek nêzî 700 hezar ya hîn bê rêxistineka civakî û leşkerî ya navendî, çend hezar milîsên ji komên cuda pêk tên û erdnîgarîyeka biçûk. Li hember wan, HTŞê ya ku ji deh hezaran çete pêk tê, çeteyên girêdayî dewleta Tirk, hin eşîrên bedewî yên talanker, çeteyên ku weke DAÎŞê li Şengalê û axa Kurdistanê serjêkirin, jin revandin û mirovên ji her temenî qetil kirin. Bînin bîra xwe ku DAÎŞê bi heman rêbazan li Sûrîye û Iraqê bajarên bi mîlyonî di çend rojan da çawa xist. Ji bo têgihîştina wê yekê ku hewcedarîya berxwedanê çawa bawerî û girêdana bi gel ra heye , ev hemû gelekî girîng in.Dersa duyem: Stratejî û taktîkên rêxistinî, leşkerî û sîyasî yên Şoreşa Rojava, serkeftin û destkeftîyên li ser vê bingehê. Hicrî dît ku rêxistinbûna sîyasî û leşkerî ya Kurdan çawa encam derxistine û têgihîşt ku divê berxwedan bi heman awayî bê meşandin. Têkilîya rast a ku wî bi Şoreşa Rojava û têkoşîna Kurdan ra danî, ew kir pêşengê gelê Dûrzî; ji vê girîngtir, gelê Dûrzî neket rewşa Elewîyan û welatê xwe, azadîya xwe parast û diparêze.
Dersên herî mezin ên ku berxwedana Sûweydayê derxistîye holê ev in. Ya ku Sûweyda û gelên Sûweydayê azad kir, hêza wan bixwe, pêşengîya wan û hilbijartinên wan bû. Ger Dûrzîyan rêya di bin pêşengtîya Hicrî da hilnebijartibana, ne Dûrzî diman ne jî Sûweyda. Qirkirin ji zû ve qedîyabû. Zincîra bingehîn a ku serkeftin û azadi ji Sûweyda û gelê Dûrzî ra anî ev e.
Niha em werin nakokîya ku hiş dixe tevlihevîyê û dibe sedema şaşbûnê. Erê, dijminê gelê Filistînê, Îsraîla qirker û artêşa wê ya qirker, li hêzên HTŞê û hin sazîyên leşkerî û sivîl ên “dewletê” yên li Şamê xistin. Her kes dizane ku Îsraîla Sîyonîst ev yek ne ji bo parastin û rizgarkirina gelê Dûrzî kir. Îsraîla Sîyonîst, ji bilî hilgirên nasnameya xwe ya hebûnî û piştgirên wê (ku bi giranî sermayedarên yekdest ên Cihû yên li DYE û Ewropayê ne), ji alîyê dîrokî, civakî û îdeolojîk ve li hember tu civak, tu kom, tu bawerîyê hestek aidîyetê hîs nake, bawer nake. Ji ber vê yekê, Îsraîla Sîyonîst ne rizgarkerê Sûweydayê û Dûrzîyan e. Ev nêrîn tenê xeletîya wan kesan e ku hêza xweser, berxwedan, rêxistinbûn û îradeya şer a Dûrzîyan nabînin. Di têkoşîna çînî û têkoşîna rizgarîya neteweyî da jî, heke hûn di zemîna rast da bin, kiryarên hêzên hevalbend û heta hêzên dijmin jî dikarin bandor û beşdarîyê li têkoşîna we bikin. Ger Dûrzî rêxistin nebûbûna, berxwedan hilnebijartibana, çekdar nebûbûna, şer nekiribana, destwerdanên leşkerî yên kîjan hêzê bûya bila bibûya, nedikarî azadîya Sûweydayê û gelê Dûrzî bi dest bixe.
Dema pirsgirêk pirsgirêka neteweyî be, jehra şovenîzmê, pêşdarazîyên neteweyî, di nav beşên çep û sosyalîst da jî bi lez mezin dibin. Ev yek dibe sedem ku têkoşîna gelan a bi hêza xwe û bi bawerîya bi hêza xwe an nayê dîtin an jî tê piçûkxistin. Her tim tê xwestin ku “kêmasîyek” bê dîtin. Teorîyên komployê li pey hev rêz dibin.


Bir Yorum Bırak