Salek ji ser hilweşandina dîktatorîya BAASê û li cihê wê li Şamê rûniştina HTŞê ra derbas bû. Sala ku li paş mayî, li Rojhilata Navîn serdemeke nû dest pê kir. Di 60 salên desthilatdarîya BAASê da, hevalbendîya stratejîk a Sûrîyê bi Rûsya û Îranê ra dîyar bibû. Navenda fermandarîya sereke ya serdema nû ya ku bi hilweşandina dîktatorîya Esed dest pê kir, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Britanya ye. Derket holê ku Muhemmed El Colanî ji demeke dirêj ve ji alîyê emperyalîstên DYE û Britanya ve tê amadekirin û parastin. Careke din, amûrbûna îslama sîyasî di şênberîya HTŞê da eşkere bû. Li Xaze û Lubnana Misilmanan da bi deh hezaran mirov ji alîyê Îsraîla sîyonîst a ku pişta xwe spartîye DYEê ve têne kuştin, bi mîlyonan mirov ji axa xwe têne derxistin, Girên Colanê û Quneytra têne dagirkirin, lê dengê El Colanî dernakeve. Li ser vê yekê jî ji bo wergirtina fetwayê rêya Qesra Spî digire. Ji xwe hêza xwe ne ji gelên Sûrîyê, lê ji emperyalîzma DYEê û hêzên ku bi wan ra hevkarîya herêmî dike digire.
Bûyîna xelekek ji zincîra emperyalîst ra û girêdana bi emperyalîzma DYEê ve; ji bo ku Colanî di cîhana kapîtalîzma hov da rewabûnê bi dest bixe têr kir. Lê belê li cem gelên Sûrîyê tu rewabûna El Colanî û çeteya HTŞê tune ye. Ji roja ku hatîye Şamê ve, tu bersiv neda daxwazên aborî û sîyasî yên gelan. Gelên Elewî û Dûrzî bi zor û zilmê mecbûrî teslîmbûnê kir. Asta rêxistinbûn û artêşbûna gelê Kurd, serkeftina yekîtîya demokratîk a gelan li Rojava/ Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, êrîşa qirkirinê asteng kir. Li herêmên Rêveberîya Xweser hewl dan ku hevalbendîya Kurd-Ereb bişkînin û li hundir alozîyê çêkin. Lê di vê yekê da jî bi ser neketin. Di van mercan da, ji bo Peymana 10ê Adarê mecbûr man ku bi Rêveberîya Xweser ra li heman masê rûnin. Hewl dan ku demê bi dest bixin, piştgirîyên hundir û derve zêde bikin û li ser Rêveberîya Xweser zextê çêkin. Lê di vê yekê da jî bi ser neketin. Helwesta biryardar a Rêveberîya Xweser û gel, rê neda belavkirina QSDê û israra Sûrîyeya navendîparêz. Di dawîyê da di meha Cotmehê da li ser ku QSD di nava artêşa Sûrîyê da wekî lîwayan cih bigire, li hev hatin. Li vir ya herî girîng ew e ku ev lîwa ewlekarîya kîjan hebûna sîyasî misoger dikin. QSD ne artêşeka ji rêzê ye. Ne tenê navek e. Nîşana hebûna kolektîf e. Hêza xwe ji gel digire. Amûra parastina esasên hevpeymana civakî ya demokratîk a xwe spasrtîye meclîs û komûnên gel ên şêweyên xwerêvebirina gel ên demokratîk, azadîparêza jin û ekolojîk. Ango QSD artêşeke sîyasî ye. Ger Rêveberîya Xweser bi awayê sîyasî neyê qebûlkirin û bi vî awayî nebe xwedî statû, wê taybetmendîya îdeolojîk û polîtîk a lîwayan ji holê rabe.
Ji alîyê din ve bûyîna pêkhateya artêşê wekî lîwayan, wê di avahîya QSDê da parçekirinê çêke. Ev xeterîyeke lê tê fêmkirin ku, tê qebûlkirin. Ji nû ve dubarekirin pêwîst be, ev xeterî tenê bi bidestxistina bingeheke qanûnî ya xweserîya sîyasî, di mercên destûra nû ya ji bo Sûrîyeya demokratîk da tê qebûlkirin.
DYE dixwaze bi rengekî QSD bikeve nava artêşa Sûrîyê, ji bo ewlekarîya Îsraîlê, dixwaze peymanên reyên enerjî û avakirina kapîtalîst a nû bigihêje armanca “Sûrîyeya ewle”. Li vir astenga herî mezin dewleta mêtingehkar a Tirk e. Wisa xuya ye ku dewleta mêtingehkar a Tirk dema mijar Kurd in, Şamê dorpêç dike. Pêwîst e mirov nekeve xefleteka wiha. Ev polîtîkaya dewletê ya dewleta mêtingehkar a faşîst a Tirk e. Hakan Fidan herî zêde bi şêwaza xwe tevkarîyê dide vê. Ango têkilîya Hakan Fidan bi Şamê ra ne kesayetî ye. Helwesta dewleta dagirker a Tirk li hember bidestxistina statû ya Kurdan ya duh çi bû îro jî ew e. Dewleta Tirk her tim wiha fikirîye: “Kurd wekî kes hene. Lê Kurd wekî gel, netew tune ye!”
Sûrîyeka hilweşîyayî û hewldana ji nû ve avakirinê heyî, heye. Serdem bi vî alîyê xwe, dişibe Tirkîyeya piştî Şerê Emperyalîst yê 1emîn. Lê di wê demê da rêxistinbûn, hişmendî û tecrubeyên Kurdan pir qels bûn. Ji ber vê yekê di damezrandina dewleta Tirk da cih girtin lê di demeke kurt da bi operasyonên qirkirinê ji dewleta Tirk hatin tasfîyekirin. Stratejîyeke yekbûyî ya li hember vê tune bû. Rêxistinbûna wan tune bû. Niha li Sûrîyê ji bo Kurdan fersendeke dîrokî heye. Li hember Sûrîyeya navendî ya hilweşîyayî û belavbûyî, Rêveberîya Xweser bi pergala demokratîk a ku 10 sal in tê avakirin û sazîbûnê heye. Gel ji dibistana şoreşê derbas bû. Asta hişmendî û rêxistinbûnê bilind bû. Artêşeke ku ji tecrubeyên şer derbas bûyî heye. Rastîya şoreşê ya ku teqdîra gelên bindest ên herêm û cîhanê bi dest xistîye, şoreşa jinê ya li hember serdestîya mêr pêk anîye û ji bo civakîkirina wê têdikoşe heye. Ango di vê kêlîya dîrokê da ji bo Kurdan û hêzên îtifaqên wan pozîsyoneke pir bi hêz û girîng heye.
Di vê asta dîrokî ya Sûrîyê û Rojava da Tevgera Komûnîst a Şoreşger bi dirûşma “Ji Rojava ra statû, ji Sûrîyê ra demokrasî ” Konferansa xwe ya 1emîn pêk anî. Gotinên dawî yên Daxuyanîya Encamê jî “Bijî Şoreşa me ya Jinê” û “Bijî Sosyalîzm” bûn. TKŞ, ji bo têkoşîna sosyalîzmê bang li karker û kedkarên ji her netew û bawerîyê yên ku di şerê ji bo wekhevî û azadîyê da herî biryardar in û ji bilî bi dawî anînê tu rêya rizgarîyê tune ye, dike. B’xwe jî ji bo vê yekê careke din biryardarîya şerê li pêşîyê nîşan dide. TKŞ ji bo Rojava û Sûrîyê xwedî peywirek û roleke pir girîng e.
Karker û kedkar divê li dora bernameya xwe ya sîyasî rêxistin bibin. Têkoşîna bi dirûşma “Ji Rojava ra statû, ji Sûrîyê ra demokrasî ” ne encam e, ji bo karker û kedkaran destpêkek e. Ji ber ku statû û demokrasî, dikarin di jîyana madî ya karker û kedkaran da guhertinên qismî çêkin lê nikarin îstîsmarê ji holê rakin. Heya ku kapîtalîzm heye, di mercên herî demokratîk da jî karker dîsa karker e. Kapîtalîst jî dîsa kapîtalîst e. Û ew ê li rêyên mezinkirina nirxê zêde ji bo qezenca herî zêde bigere. Ev jî tê wateya zêdekirina îstîsmara karker, zêdebûna bêkarîyê û kûrbûna nakokîya çînan. Ji ber vê yekê têkoşîna karker û kedkaran heya ku di fabrîka û zevîyan da meclisên karker-kedkaran kontrol û rêvebirinê bigirin wê bidome. Bêguman statû û demokrasî wê bidestxistineke pir stratejîk be. Lê ji bo karker û kedkaran têkoşîn wê tûjtir bibe. Ji bo vê yekê jî bi hişmendîya çînî û li dora partîya komûnîst a pêşeng a têkoşîna çînî rêxistinbûn, di dîyarkirina qedera xwe ya karker û kedkaran da dîyarker e.
Li gorî perspektîfa ” Ji Rojava ra statû, ji Sûrîyê ra demokrasî” ya ku Konferansa 1emîn a TKŞê ya ku bangewazîya bi pêşengîya jinan, pêşî Kurd û Ereb, karker û kedkarên ji hemû netew û bawerîyan di bin ala sosyalîzmê da yekbin û şer bikin dike, em rêxistin bibin, têkoşînê bilind bikin
*Ev nivîs, ji hejmara 18emîn a rojnameya Serkeftin hatîye girtin.






Bir Yorum Bırak