SARÎN AMED
Di salên 1960î de li Komara Do mînîkê di bin desthilata dîktatorê faşîst Rafael Trujillo de jin bi zor û tundiya giran re rû bi rû bûn. Xwişkên Patria, Minerva û María Teresa Mirabal li hemberî vê rejîma totalîter û zilamperest bi cesaret berxwedan rêxistin kirin. Desthilata faşîst a ku li berxwedana jinan a siyasî tehemûl nekir, xwişkên Mirabal kir hedef. Di 25ê Mijdara 1960î de bi îşkence û şideta sîstematîk qetilkirina wan, bû sembola dîrokî ya berxwedana jinan li hemberî pergala zilamperest û faşîst a mêran.
Di sala 1999an de 25ê Mijdarê weke “Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şideta Li Ser Jinê” hate ragihandin. Ev roj ne tenê rojeke bîranînê ye, di heman demê de banga hesabdîtina bi dewleta zilamperest û bi pergala ku tundîya li jinê diafirîne re ye. Çavkaniya serdestiya li ser laş, ked û nasnameya jinê; hişmendiya dewleta zilamperest, zihniyeta yekperest-faşîst û pergala talankeriya kapîtalîst-emperyalîst e. Ji ber vê yekê 25ê Mijdarê ne tenê “roja bîranînê” ye, roja mezinkirina xeta têkoşîna azadiya jinan a bi rêxistinî ye.
Îro di berbanga 25ê Mijdarê de ruhê berxwedanê yê xwişkên Mirabal ne tenê li Emerîkaya Latînî, li her quncikekî Rojhilata Navîn jî deng dide. Jin li hemberî şer, dagirkerî, xizanî û her cure tundîya dewletên zilamperest di refa herî pêş a têkoşîna azadiyê de ne.
Divê em binirxînin ku ka jinên li Sûriyê û Tirkiyê çawa bi vê ezmûnê re rû bi rû ne û bi çi polîtîkayên zor û tundîya bipergalî re mijûl dibin.
Li Sûriyê Tundîya Li Ser Jinan û Rastiya HTŞê
Gava dîktatorîya zextkar a Baasê ya ji şêst salan zêdetir hat hilweşandin, valahiya çêbûyî bi piştgiriya hêzên emperyalîst û dewletên paşverû yên herêmê, ji aliyê rêxistinên cihadîst-paşverû ve hate dagirtin. Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ ) a ku serkêşîya van rêxistinan dikir di demeke kurt de bû sembola desthilateka dijminê jinê. Pergala ku bi navê “şerîetê” dixwazin ava bikin, qadên jiyanê yên jinan teng kir; hicaba bi zorê, desteserkirina mafê perwerdeyê, tundîya cinsî, koletî û zewaca bi zorê bûn sîstematîk.
Êrişên HTŞê yên li ser gelên Elewî û Dûrzî hem tundîya li ser esasê etnîkî-mezhebî hem jî tundîya li ser esasê zayendî bi xwe re anî. Jin hatin revandin, qetilkirin, kolekirin. Raportên navneteweyî belge dikin ku li Lazqiyê, Tertûs, Humus û Hema gelek jinên Elewî û Dûrzî bi berdêla fîdyeyê hatine girtin. Lê ev rastî ji ber berjewendiyên herêmî yên dewletên emperyalîst bi awayekî sîstematîk têne paşguhkirin. HTŞ û serokê wê Colanî li qadê bûne amûrê polîtîkayên berjewendiyê yên dewletên emperyalîst.
Ne tenê piştgirên wan; dewletên qaşo “demokratîk” ên Ewropayê, saziyên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê jî hevkarên vê sûcê bêdengiyê ne. Berê Colanî ku serokê El-Qaîdeyê bû û di “lîsteya terorê” de bû, îro bi cil û bergên taqîmê hewl didin meşrû bikin, ev yek nîşana eşkere ya vê durûtîyê ye.
Hişmendiya dadweriya zilamperest a ku li Tirkiyê ji ber “kravat girêdan” ji qatilên jinan re kêmkirina cezayê dide, bi hişmendiya emperyalîst a ku kravat li Colanî dike û qirkirinê vedişêre, ji heman kokê derdikevin. Her du jî berhemên zihniyeta zilamperest, faşîst û berjewendperest in.
Kincên Cuda Yên Bi Dewleta Tirk Ra Hevbeşin
Ev Wêne ne tenê ya Sûriyê ye. Dewleta faşîst a Tirk û rêveberiya Erdogan jî sîtava cûda ya heman zihniyetê ye. Xeyala siyasî ya bi dirûşma “Yek netew, yek al, yek welat, yek ol” hatiye avakirin, bi modela malbatê ya ku jinê ji jiyana giştî dûr dixe û dixe nav rola “dayîktiyê û hevjîniyê” de. Sedema ragihandina sala 2025an weke “Sala Malbatê” ev e: jinê bişînin malê û bi rêya zayendperestiyê ji nû ve teşe bidin demografiya siyasî.
Di vê çarçoveyê de; ji bo zarokê yekem 5.000 TL alîkariya yekcarî, ji bo zarokê duyem mehane 1.500 TL, ji bo sêyem û yên mayî piştgiriyên bilindtir, ev hemû beşekî eşkere ya polîtîkayên teşwîqkirina welidandinê ne.
Ji aliyê din ve di pêşnûmeya “Pakêta Dadweriyê ya 11emîn” ya ku hate pêşkeşkirina Meclîsê de rêziknameyên ku rasterast LGBTÎ+ê dikin hedef hebûn. Di pêşnûmeyê de; zêdekirina temenê guhertina zayendê ji bo kesên trans, “nêzîkatîyên li dijî zayenda biyolojîk û exlaqê giştî” di bin cezaya sûc de werin bi dest girtin, cezaya hepsê ji bo hewldana zewaca yan jî nişanbûna kesên heman zayendî û hwd. Ev rêzikname vegotina herî eşkere ya polîtîkaya zextê ya li ser laş û nasnameya jin û LGBTÎ+an e.
Li Tirkiyê dadweriya zilamperest û polîtîkayên dewletê tundîya li ser jinê an vedişêre an jî bi mekanîzmayên bêcezakirinê yên ku berpirsan diparêzin, tundîye ji nû ve diafirîne. Mînakên rojane yên vê yekê dayîna “kêmkirina rewşa baş” ji bo cezayê ji bo mêrên ku jinên xwe kuştine ye. Esasa vê siyaseta desthilatdar a zilam a di bin perdeya ol û netew de tê meşandin, heman rastîya ku HTŞê ya ku jinan dixe malê de ye. Her du jî proje yên zayendperest ên zihniyeta yekperest-faşîst in.
Xuyakirina Aktûel A Rewşa Tundîya Li Ser Jinê Ya Li Tirkîyê
Heta daneyên fermî jî nikarin mezinahiya tundîyê veşêrin. Li gorî raporta 2024an a Enstîtuya Îstatîstîkê ya Tirkiyê di 12 mehên dawîn de:%11,6ê jinan tundîya psîkolojîk,
%3,7ê tundîya dîjîtal,
%3,2ê tundîya aborî,
%3,1î şopandina bi israr,
%2,6ê tundîya fîzîkî dîtiye.
Rêjeya jinên ku di jiyana xwe de qet nebe carekê tundî dîtiye nêzî %38an e. Li gorî daneyên 2025an ên Platforma Emê Kujtina Jinan Rawestînin, tenê di Çile-Adarê de 67 jin hatine qetilkirin, 62 jin jî weke “mirina bi guman” hatine tomarkirin. Daneyên Anit Sayaçê nîşan didin ku di navbera 2008-2025an de bi kêmanî 5.240 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. Piraniya qatilan mêrên herî nêzîkî jinê ne.
Ev tablo nîşan dide ku dadweriya zilamperest û polîtîkayên dewletê ne jinê diparêzin, tundîya bi awayekî sîstematîk ji nû ve diafirînin. Ev jî bi awayekî eşkere nîşan dide ku çima pergala kapîtalîst û dewleta wê ya zilamperest polîtîkayên dijminê jinê dimeşîne. Ji ber vê yekê em dibêjin tundîya li ser jinê polîtîk e.






Bir Yorum Bırak