CLARA SILAV
Tevgera ku di Mijdara 2024an da li Sûrîyê dest pê kir, di dîroka Rojhilata Navîn da bû destpêka perdeyeke nû. Rejîma BAASê ya mêtingehkar, yekperest û zordar, 65 salan li ser axa Sûrîyê bû kabûsa gelên li vir dijîn. Ev rejîm, bi êrîşên çeteyên îslama sîyasî yên ku di 28ê Mijdarê da dest pê kirin, di demeke kurt da hilweşîya. Li axa şoreşa Rojava jî, wekî di 14 salên borî da, careke din êrîşên dagirkerîyê dest pê kirin.
Gelê Şehbayê, careke din ji bo ji qirkirinê birevin ketin rêyên koçberîyê. Di sarbûna cemidî da, di şertên koçberîyê da zarokên ku ji sermayê mirin hebûn. Ev roj, rojên pêşîn bûn ku tovên berxwedanê dihatin çandin. Me di hemû bajarên şoreşê da careke din dît ku “hevgirtin, ziravtîya bindestan bû.” Di nav çend rojan da cîhadîstên ku gihîştin bajarê Minbicê, di nav çend saetan da kontrol girtin destê xwe. Çeteyên HTŞê yên ketin Minbicê ne tenê hêzên leşkerî kirin armanc; li dijî gelê Kurd, Minbicîyên welatparêz, malbatên şehîdan, karmendên sazîyên şoreşê – ji kîjan neteweyê be bila be – hemû welatparêzan û bi taybetî jinan êrîşên gelek tund dane destpêkirin. Bi hezaran jin hatin revandin, tecawiz lê hate kirin. Dema Minbic destê guherand, qirkirinên qewimîn di dîrokê da cih girtin.
Çeteyan piştî Minbicê berê xwe dan Kobanê. Di dema ku cîhadîst gihîştin Minbicê da, kolanên Kobanê bi balafirên şer û keşfên dewleta Tirk di bin êrîşeke tund da bûn. Çeteyên HTŞê yên ku teknîka hewayî ya dewleta Tirk a mêtingehkar, dagirker û faşîst li pişt xwe girtibûn, gelê Kobanê tehdît kirin. Ji alîyekî dewleta Tirk li ser sînorê bajarê Kobanê leşker kom dikir û sînor tehdît dikir, ji alîyê din ve çeteyên ji nav Sûrîyê ber bi Kobanê ve dihatin. Di van rojan da gelê Rojava ji heft heta heftêh salî li kolanan, di çalakîyan da bû. Bi taybetî merasîmên oxirkirina şervanên nemir, bûn çalakîyên gel ên bi rûmet. Çeteyên Minbic dagir kirin û bi lez berê xwe dan Pira Qaraqozaxê. Û berxwedana dîrokî dest pê kir.
PÊXWAS, BÊ ÇEK LÊ BI BIRYARDARÎ
Dema çetey ber bi Pira Qaraqozaxê ve diçûn, gelê Kobanê bi ruhê seferberîyê ber bi parastina pirê ve bezî. Gelê Kobanê yê ku bihîstibû çete tên, ber bi piştgirîya zarokên xwe ve bezî. Hin ciwanan tew li benda hatina cebilxaneyê jî neman. Di nav wan ên wê rojê pir parastin da ciwanên komunîst jî roleke pêşeng lîstin. Gelek wesayîtên alîkarîyê bi êrîşên hewayî hatin hedefgirtin; yên ku berîya gihîştina pirê nemir bûn hebûn. Di pevçûnan da keşf û balafirên dewleta Tirk şervanên şoreşê û tîmên parastina gel hedef girtin. Û Kobanê ya ku Stalingrada serdema me ye, piştî salan careke din dîwarekî berxwedanê ava kir. Çeteyên cîhadîst ên HTŞê nekarîn pirê derbas bikin.
Di van rojan da çeteyên ku bi rêbazên şerê taybet tirs belav dikirin, bi nûçeyên derewîn parvekirin ku pir derbas kirine. Ji bo ragihandina berxwedanê, du şervanên heqîqetê ji enîya herî pêş ve li cîhanê rastî eşkere kirin. Rojnamevan Cihan Bilgin û Nazim Daştan, lîstikên qirêj ên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê eşkere kirin. Ronahîya rastîya wan tarî parçe kir. Ev du dilên agirîn, di wan rojan da dema li ser erkê xwe bûn, dema ji cepheyan nûçe digihandin, ji alîyê dewleta Tirk ve bi taybetî hatin armanckirin û nemir bûn. Wan di ragihandina berxwedanê û rastîyê da roleke kilît lîstin.
Di heman rojan da gelê Kobanê mal bi mal, gund bi gund, kolan bi kolan çekdar bû. Tabûrên gel hatin avakirin. Komunîstên Rojava di nav Tabûra Ş. Yılmaz da beşdarî berxwedanê bûn. Şev û roj nobetên kolanan hatin girtin. Jinên TKŞ û JKŞê, bi jinên HPC-HPJê ra derbasî mevzîyên parastina kolanên Kobanê bûn. Gel ji alîyekî mevzî digirt, ji alîyê din ve ji bo xwarin û alîkarîya şervanan seferberî dimeşand. Beroş ji bo şervanên berxwedanê dihatin kelandin. Çalakîyên mertalê zindî yên Tişrînê gav bi gav nêzîk dibûn.
BENDAVA BERXWEDANA GEL A TIŞRÎNÊ
Xeta Tişrînê bû qada ku pevçûnên herî tund lê qewimîn. Çeteyan da ku pirê derbas bikin û bigihîjin Kobanê bi piştgirîya hewayî bê navber êrîş dikirin. Zêdehîya balafirên şer û keşfan, ji şervanan ra alîkarîya lojîstîk û cebilxaneyê asteng dikirin. Bi nûçeya hat di şeva 7ê (Çile)Rêbendanê da, gelê Kobanê dest bi amadekarîya çalakîya mertalê zindî kir. Di 8ê Rêbendanê da li Qada Ş. Egît bi sedan wesayît kom bûn û konvoy hate avakirin. Komunîstên Rojava li pêşîya konvoyê cih girtin. Di nav wan da jin, ciwan, tew gazîyên şer ên giran jî hebûn.
Yên ku derketin rê, belkî nedizanîbûn ku ew diçin berxwedaneke ku dê dîroka şoreşê biguherîne. Di hişê wan da tenê fikrek hebû: Gihîştina şervanan û rawestandina bombardûmana Bendava Tişrînê. Bi dirûşm û çepikan derketin rê. Balafirên şer gelek caran konvoy hedef girtin. Di nav toz, dûman û bombardûmanê da biryardarîyeke dîrokî hate nîşandan. Bi her buhayî, çi qas windahî were dayîn bila were dayîn, rê hate berdewam kirin. Gel, bi dirûşman bersiv da bombeyên li serê wan dibarandin. Rêya ku bi bombardûmanê xira bibû, bi pîyên xwe derbas kirin. Ev lehîya gel bi şervanên li mevzîyên berxwedanê ra hevgirt. Ev meş 119 rojan berdewam kir. Ji her bajarî berxwedêr hatin nobetê bigirin. Her guherîna nobetê, mirov di navbera mirin û jîyanê da xist nav xetekê zirav da. Her çalakvanê beşdarî çalakîya Tişrînê bû, ezmûnên pir mezin ji bo berxwedan û serkeftinê bi dest xistin.
Çalakîyên mertalê zindî yên li Bendava Tişrînê, yek ji çalakîyên herî rewa bû. Eşkerekirina vê hişmendîya rewatîyê hemû tirs parçe kirin. Wêrekî vegirtker û dermanker bû. Nîyeta tu kesî tune bû ku careke din li ber dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAÎŞa bi kravatan çok dayne, êrîşa dagirkerîyê bijî. Yên ku bi berxwedana xwe ya li mevzîyan ew bendav derbasnekirî kirin, zarokên vê gelê bûn. Kur, keç, bira, hogir, hevjînên wan li mevzîyan çek li dest bûn; gelê Rojava yê welatparêz mil bi mil govendeên berxwedanê kişandin. Di vê govendê da hemû gel dest bi dest bûn. Gelek kesên ji civakê, bawerîyên cuda, netewe û partîyên sîyasî di yekîtîyê da bûn. Hunermendên li axa şoreşê mezin bûn stranên berxwedanê gotin, alimên ol ên welatparêz nimêja înê li vir kirin. Rojên ku ruhê yekîtî û hevgirtina şoreşê bilind bûn, hatin jîyîn.
Ji bo komunîstên Rojava, Bendava Tişrînê wateyeke din jî hilgirtibû. Dema meş a canfîda ya koma pêşîn bi dawî bû, li gelek cihên Bendava Tişrînê bi wêneyên Pirsûs Armanc ê ku di sala 2015an da dema azadkirina Bendava Tişrînê nemir bûbû ra rû bi rû man. Ev hevdîtin, sozên biryardarîyê xurt kir.
WÊREKÎ Û PÊŞENGÎYA JINAN
Yek ji xalên herî dîyar ên vê pêvajoyê, pêşengîya jinan bû. Di pêşîya berxwedana gel da jinên ji her temenî cih girtin. Jinên ku tevî pirsgirêkên tenduristîyê yên giran û temenê xwe yê mezin ber bi mevzîyan ve bezîn hebûn. Helwesta biryardar a jinan, tew destûr neda dengekî lerzînê. Bi her buhayî ew rê dê vebûya. Û ew rê vebû; gihîştin wê cepheyê, ew bendav wekî bendava gel ma. Hinek bi zarokên xwe ra hatibûn çalakîyê. Hinek jî dema nemir bûn zarokê xwe yê di dergûşê da hiştin. Dema mirov li tiştê ku çeteyên HTŞê li herêmên dagirkirî li jinan dikin difikire, beşdarîya jinan a bi can û dil a vê berxwedanê hê bêtir wate digire. Jinan di berdewamkirin û mezinkirina vê berxwedanê da roleke kilît lîstin. Ji ber ku êrîşa li ser şoreşa Rojava, herî zêde li dijî destkeftîyên jinan bû. Jinan hêz û biryardarîya xwe ji vir girtin.
ROJBAŞ QSD – ROJBAŞ YPJ
Dirûşmeyekê ku ji bo silavdana berxwedêran a li mevzîyan di saetên sibê yên zû da dihat qîrîn: “Rojbaş QSD – Rojbaş YPJ.” Deng digihîşte tunelan? Gihîşt. Û ew deng, li dîwarên tunelan bû lêdana dilê berxwedanê. “QSD rûmeta parastina gelê xwe ye” yek ji sloganên herî zêde dihat qîrîn bû. QSD rûmet e, parastina gelê xwe ye. Taybetmendîya herî mezin a berxwedanê, helwesta biryardar a gelê ku bi hêza xwe bawer dike û çok danayne bû. Gelê rêxistinkirî nayê têkbirin. Rêxistinkirin, çeka şer a herî giranbuha ye ku dikare hemû teknîka hêzên emperyalîst ên dagirker û mêtingehkar bêbandor bike.
YA KU PÊLAVEKA QETÎYAYÎ DIGOT

Ev berxwedan, ji bo me firsendek da ku em rastîya şoreşê bi awayekî herî eşkere bibînin. Ev pêlav, pêlava Zîvindarê ye ku di ekîba buzşkînand a berxwedanê da, di konvoya mertalê zindî ya pêşîn da cih girtibû. Ew hê 12 salî ye. Bavê wê, dema ew hê piçûk bû, bû yek ji şehîdên şoreşê. Zîvindar bi xwişka xwe ya 9 salî û dayika xwe ra di nav ekîba pêşîn da bezî ber bi mevzîyan ve. Dema rêya asfaltê ya ku bi bombardûmanê parçe bûbû bi qasî 5 km bi meşê derbas dikirin, pêlava wê qetîya. Pêlava xwe ya qetîyayî bi rojan veşartibû û ji tu kesî ra nîşan nedabû, piştî pevçûnê di nav odeyên wêrankirî da bi zeliqoka hişk a dîtibû hewl dida tamîr bike. Baran dibarîya, lingên wê yên biçûk şildibûn, serma dikşand, westîya lê dev jê bernedida. Ji ber ku peyama berxwedana Tişrînê bi qasî dengê wê yê ku li ber tunelan ji şervanan ra qîrî zelal bû: “Xem nekin, em hatin; em hemû li vir in. Bêguman em ê bi ser bikevin.”
Tişrîn bendaveke avê bû. Niha Tişrîn bendava berxwedana gel e û bendava şehîdan e. Enîya ku bi xwîn, can û xwehdanê hatîye bidestxistin û axa şoreşê ye ku çeteyên DAÎŞa bi kravatan gavek jî nikarbûn bavêjin e.






Bir Yorum Bırak