CLARA SILAV
“Pinpinîkên” (Las Mariposas) Patria, Minerva û Maria Teresa Mirabal hê jî li ezmanan difirin; li her alîyê cîhanê ji bo têkoşî na li dijî tundîya li ser jinê rojeka me îlan dikin. Lêdana polîsên çete yê dewleta faşîst a Trujillo nikaribû baskên pinpinîkên Mirabal bişkînin. Îro, 65 sal şûnda, lêdana baskên pinpinîkên Mirabal bi ruhê berxwedana “Jin, Jîyan, Azadî” yê şoreşa jinan a Rojava ra dibe yek û agirê berxwedanê yê di dilê me da careke din geş dike. Ew, ji bo têkoşîna li dijî tundîya li ser jinê, li axa Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê bangewazîyê li me dikin ku em destkeftîyên şoreşa jinan biparêzin.
Ronahîya Di Tarîyê da Jidayikbûyî
Agirê şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, li hemberî hemû dorpêçên zilamperest û faşîst bi înat hê jî dişewite. Bi vî awayî ne tenê li Rojhilata Navîn, li her alîyê cîhanê jî ji bo hêvîya azadîya jinan bûye ronahîyek.
Sêzdeh sal berê, di germahîya Bihara Ereban da, di nava tarîyê da ev agir vêketibû. Me wek jinên di bin hiqûqa rejîma BAASê ya ku jinê bi mêr ve girêdida, “îteat”a li hember mêr ferz dikir, pirjinî weke mafê mêr didît û gotina jinê di dadgehê da nîv qîmet bû, da mezin bûbûn me ev agir vêxist.
Di rojên Bihara Ereban da, çawa ku jin di pêşîya xwepêşandanan da li dijî xizanî û neheqîyê bûn, di heman rojan da rejîmê hewl da ku serhildana gel bi bedena jinê bişkîne. Mîna xwişkên Mirabal, leşkerên rejîma Baas û şebbîhayan jin hedef girtin; li Hums, Tartûs, Dera, Heleb, Şam û gelek cihên din bi hezaran xwişkên me hatin revandin, di bodrumên rejîmê da êşkence dîtin. Tecawiz û êşkence, bi avêtina bedenên tazî yên jinan li kolanan, bû amûrek ji bo şikandina rûmeta gelên xizan û kedkar.
Di nava vê tarîyê da û li hemberî sîyaseta înkar û dijminatîya Kurdan a rejîma Baasê, bi pêşengîya jinên Kurd me şoreşa jinên Rojava pêk anî. Di wan rojan da Cephet El Nusra û DAÎŞê dixwestin axa Kurdistanê dagir bikin, gelên me û bi taybetî jinan bike kole. Li dijî van çeteyên îslama sîyasî -faşîst me şer kir û hem şoreşa Rojavayê û hem jî şoreşa jinan afirandin.
Li hemberî vê tarîyê, bi agirê şoreşa jinên Rojava me ezman ronî kir; me çavên jinên li her alîyê cîhanê li hêvî digerîyan careke din ronî kir.
Li Dijî Tundîya Li Ser Jinê Qeleyeka Bêşikestin
Gava Rêveberîya Xweser hate ragihandin, jinên ku hîn di civakê da bê mafê gotinê bûn, bi sîstema hevserokatî di nav mekanîzmayên biryarê da cih girtin. Jin bi şoreşê ra bûn kesên berpirsîyar, îradeya wan hate nasîn. Bi damezrandina Yekîneyên Asayîşa Jin û Tabûra Şehîd Ruken, artêşa jin hate avakirin. Ev û rêxistinbûna me ya bi heman awayî di têkoşîna me ya li dijî tundîya li ser jinê da bû mertal, sîper û çekên me.
Çeteyên DAÎŞê yên ku lûtkeya zilamperestî-faşîzmê temsîl dikin, bi qirkirina gelê Êzidî hewl dan şoreşa Rojavayê û bi taybetî şoreşa jinan tune bikin. Lê li hemberî berxwedana bi biryar a gelê Rojavayê û şervanên wê, DAÎŞê li Kobanê destpêka dawîya xwe dît. Şervanên artêşa me ya jin, mîna Arîn Mîrkan bedena xwe kirin çek, mîna Sarya Özgür bi gotina “heke pêwîst be em ê bimirin” bûn xewnên bitirs ên çeteyan. Me DAÎŞa ku digot qey jin kirine kole, fêrî tirsa ji jinên çekdar kir.
Di Emaneta Şehîdên Me da
Niha jin li ser dadgehan disekinin; çeteyên DAÎŞê mehkûm dikin. Bi destkeftîyên şoreşa jinê, zewaca bi emrê zaroktî û pirjinî hate qedexekirin. Mafê jinan a berdana mêrê ku tundî lê kirîye hate misogerkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê ji sê yek a axa dewletê ji kooperatîfên jinan ra hate veqetandin û jin gavên girîng avêtin ji bo serxwebûna aborî. %50ê hemû sazîyên rêveberîya civakê ji jinan pêk tê; bi sîstema hevserokatîyê em ji welatên herî demokratîk ên cîhanê ra jî dibin mînak.
BAAS Hilweşîya, El Nusra Bû Desthilat
Îro rejîma Baas a ji hundir hilweşîyayî çûye çopa dîrokê jî, lê tarîtîya zilamperest a ji bo azadîya jinê tehdîde hê jî bi temamî tune nebûye. Çeteyên girêdayî dewleta tirk a îslama sîyasî-faşîst ku ji vê valahîyê sûd werdigirin, li Minbicê êrişek ji nişka ve dan destpêkirin. Armanca wan dîsa ketina Kobanê bû. Lê li Tişrînê li hemberî berxwedana gelan planên wan pûç bûn.
Ji alîyê din ve, li Şamê bi navê HTŞ rûniştina çeteyên îslama sîyasî-faşîst ên zilamperest di kursîya desthilatê da, qonaxek nû ya kaşkirina Sûrîyeyê ber bi tarîyê ve ye.
Serokê Çeteyan yê Li Textê Şamê
HTŞ gav avête axa Sûrîyeyê, yekem karê wê pêkanîna polîtîkayên xwe yên dijminê jinê bû. Li herêmên di bin kontrola wî da revandina jinan, êşkence û îdam her ku diçe zêde dibin. Mecbûrîkirina cilên dirêj li jinan, qedexekirina jinan ku bêyî mêrekî karûbarên civakî pêk bînin. Dr. Rasha Al-Ali yek ji qurbanîyên naskirî yên vê hovîtîyê ye. Şadi el-Veysi yê weke “dadgerê ku jin îdam dike” tê naskirin, qaşo weke “wezirê edaletê” hate tayînkirin. Ebu Hatim ku Hevrîn Xelef kuştibû jî di rêveberîya hukumetê da cih girt.
Alevî û Dûrzî ji nû ve bûn hedefa qirkirinê; mal têne şewitandin, tecawiz li jinan tê kirin, cesedên windayan hê jî li zevîyan belav in.
DYE û Ewropa Nikarin me Xelas bikin
HTŞ çawa bû desthilatdar, diplomatên DYE û Ewropayê berê xwe dan Şamê. Berî ku xwîna qirkirinan zuha bibe dest bi çîrokên “Sûrîye ya berfireh û pireng” kirin. Lê mîna dema El-Nusra jî îro jî mesela DYE û rojava ne mafên jinan e; li gorî berjewendîyên xwe teşedana Sûrîyeyê ye. HTŞ weke “bijareya herî kêm xerab” tê dîtin, ev yek mînaka herî eşkere ye. Ji bo rojava qirkirina jinan tenê “zirarên kelekê yên xemgîn” in.
Bendewarîya rizgarîyê bi DYE û Yekîtîya Ewropayê, mîna li benda alîkarîyê ji Ezraîl e.
Em e Qet Teslîm Nebin
Dema DYE û Ewropa li pey berjewendîyên xwe yên mêtingehkar in, dewleta Tirk a endamê NATOyê jî bi piştgirîya HTŞê û çeteyên bi vî rengî, li pey xewnên Osmanîya Mezin e û li Sûrîyeyê hewl dide bandora xwe zêde bike. Di her fersendê da bi zorê ji hêzên şoreşger ra çek berdan û betalkirina xweserîyê ferz dike.
Sîstema îdarî ya HTŞ ferz dike, ji QSDê û gelên din ên bindest ra avahîyek bê îrade, bê dest û ling, bê desthilatên dadwerî û zagonî, bi temamî girêdayî navendê ferz dike. Dema ku rewşa Elewî û Dûrzîyan a berê li ber çavan be, dîyar e ku gava firsend bibînin dê dîsa dest bi qirkirinê bikin.
Dîyar e ku DYE û YE jî wê Bakur û Rojhilatê Sûrîyeya bi rastî demokratîk, gelêrî û wekhevîparêz qebûl neke; ji ber ku berjewendîyên wan vê yekê naxwaze.
Meşaleya Hêvîyê Di Destê Me da Ye
Ji salên ewil ên şoreşa Rojava heta îro şehîdên ku canê xwe feda kirin rêberîya me dikin. Me azadî, xweserî û mafên demokratîk bi hêza xwe, bi tevkarîya dîyarker a gelên kedkar bi dest xistin. Agirê şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê bi destê jinên li van axan dijîn hate vêxistin; tenê bi vî awayî tê parastin.
Em nikarin li benda hêvîyê ji tu desthilata selefî-cihadîst, kapîtalîst an emperyalîst a zilamperest bin. Meşaleya hêvîyê tenê dema bi destê me bilind bibe dikare tarîyê ronî bike. Ji ber ku jîyana bi xebata xwe neyê avakirin, bi xwîna xwe neyê parastin, qet bi rastî azad nabe.
Pinpinîkên Mirabal ji me ra dibêjin:“Ronahîya di tarîyê da jidayikbûyî, hêza têkbirina tarîyê heye!”
Bila em westîyanîya xwe biavêjin, refên xwe xurt bikin, rêxistinîya xwe mezin bikin. Li dijî qirkirina jinan, hêvîya azadîya jinan heta dilopa xwîna xwe ya dawî biparêzin!






Bir Yorum Bırak