ZERDEŞT DEWREŞ
Em dizanin ku nakokîya yekem di navbera jin û mêr da çêbûye. Mêrê xwedîyê milkê taybet yekem car jin kirye kole. Yekem bîyanîbûna mirov di navbera jin û mêr da hat jîyîn. Ango yekem bîyanîbûn, ji alîyê mêrê ku desthilatdarîya çînî û zayendî di destê wî da ye, hatîye jîyîn. Bîyanîbûn, bi hiş û hestên ku li gorî berjewendîyên çînî û zayendî hatine hîn kirin, ji alîyê mêr ve li jinê hatîye ferzkirin. Bîyanîbûna mirovî ya mêr ne ferzkirin e, lê pêdivîyeke ku ji berjewendîyên çîn û zayenda desthilatdar tê. Di navbera desthilatdarîya mêran – milkê taybet – û bîyanîbûna mirovî da têkilîyeke rasterast heye. Desthilatdarîya mêr û bîyanîbûna mirovî, encamên milkê taybet in.
Ev bîyanîbûna mirovî – zayendperestî – bandora xwe li her warên jîyana civakî kirîye. Ji dabeşkirina kar a civakî ya zayendperest bigire heta zincîra binemalî ya baviksalarî, di qada civakî-çandî da ji evînê heta zayendîtîyê, ji hestan bigire heta ramînê(fikarê), li her warî mohra zilamperestî hatîye lêdan. Wara herî bi bandor a zilamperestîyê, bi amûrên têkoşîna îdeolojîk (ol, çand, perwerde hwd.) û sîyasî (tundî, zor, zordarî hwd.) serwerîya mêr li jinê ferzkirin bûye. Armanc, tune kirina hiş û hestên civakî yên ku ji rola civakî ya kolektîf a jinê derketine û nirxên exlaqî yên kolektîf e. Bêyî guhertina hiş-hest û nirxên exlaqî yên kolektîf ên ku bi pêşengîya jinê ava bûne, zilamperestî û zayendperestîya civakî ya ku encama wê ye, nayê avakirin.
Desthilatdarî tenê bi amûrên zor û zordarîyê nayê damezrandin. Bêyî avakirina hişmendîya civakî ku “rewa”bûnê dide van amûran, avakirina desthilatdarîyê ne pêkan e. Hişmendîya civakî jî hişmendîya çîn û zayenda desthilatdar – zordar e. Hest û hişmendîya civakî ya hînkirî ye. Hiş û hesta zilamperest ya ku li jinê hatîye hîn kirin, bingeha ku desthilatdarîya mêrane li ser hatîye avakirin e. Bê guman, di navbera hiş-hesta hînkirî û hiş-hesta hebûnê ya jinê da têkoşîna zayendî her tim hebûye. Ev têkoşîna hebûnê di her şert û mercê da berdewam kirîye, dike û wê berdewam bike.
Di çarçoveya mijara me da, ya ku em li ser disekinin pirsgirêka hestên zayendperest ên hînkirî ye.
Îro, dema em dibêjin evîn-hest, yekem tiştê ku tê bîra mirov hestên di navbera her du zayendan da ye. Bersiva pirsê ka ev hest divê çawa bin, hestên hînkirî yên ku ji rolên zayendî yên civakî – têkilîyên milkê taybet – derketine, wekî bersiv têne pêşkêşkirin. Yanê ev hest, bi rêbazên mirinê yên ku forma herî kûr a tundîyê jî di nav da, ji alîyê malbat, civak û dewleta zilamperest ve têne ferzkirin û qebûl kirin.
Ya ku mohra xwe li hestên hînkirî xistîye desthilatdarîya zayenda mêr e. Di van hestan da “mêr dîyarker-çalak, jin pejirandî-pasîf e.” Mêr kirdeya jîyan û têkilîyên civakî ye, jin heybera van têkilîyan e. “Mêr aqilperest-realîst, jin hestyar-xeyalperest e.” “Mêr xwedî bawerîya bi xwe, jin bêbawer e.” “Tirs ya jinê ye, bêtrsî-wêrektî ya mêr e.” “koşîn-şer ya mêr e, aşitî-aramî-haşbûyîn ya jinê ye.” “Rêvebirin ya mêr e, pejirandin-serî tewandin ya jinê ye…” Evîn, Hest navê jinê ne, Aqil, Alim, Zana navê mêr in. Bi kurtî, “jin hestyar, mêr aqilperest” hatîye nîşandan û di hişmendîyan da wekî hatîye nixumandin.
Bi kurtî, hemû têgehên ku serwerî-desthilatdarî û serdestîya zayendî tînin bîra mirov, wekî taybetmendîyên mirovatîyê yên ku civakê afirandine – nirx – wekî taybetmendîyên mêr têne dîtin û nîşandan. Ol, felsefe, îdeolojî, hiqûq, çand, huner, wêje ji bo ku desthilatdarîya mêran li jinê bidin pejirandin û hesta civakî ya wê ava bikin, hatine seferberkirin. Dîrok bi serwerîya mêr û çîrokên qehremanîyê yên afirandî hatîye xemilandin. Hiş û hesta hînkirî ya ku li jin û mêr hatîye ferzkirin, wekî encama vê tevahîyê li gorî berjewendîyên zayenda desthilatdar hatîye teşedan. Ango hişmendîya çînî û zayendî ya hînkirî.
Li vir ya ku divê bi taybetî li ser were rawestan, bi desthilatdarîya çînî û zayendî ra parçekirina yekitîya aqil-hest û ruhî ya mirov e. Forma wê ya balkêş, destpêka dîtina aqil û hest wekî dijberê hev e. Ji ber ku aqil li çîna û zayenda desthilatdar hatîye sembolîzekirin. Mêr bûye sembola aqilê, jin sembola hestyarîyê. Nakokîya zayendî ya ku ji milkê taybet derketîye, wekî dijberîya aqil û hest hatîye pêşkêşkirin. Hestyarîbûna mêr wekî qelsîyê, hişmendîya jinê wekî “ji rê derketî”bûnê hatîye dîtin û cezayên wê hatîye dayîn. Jin wekî “Por dirêj, aqil kurt” hatîye binavkirin û biçûk xistin.
Ev hemû hînkirin ne bes bûne, têkoşîna hebûnê ya ku jinê di rêya bûyîna kirdeya civakî da daye, ji alîyê zayenda desthilatdar ve wekî înkara zayenda bindest hatîye binavkirin. Hişmendî û zîrektîya jinê bi binavkirinên “jina mîna mêr” tê înkarkirin, mêr bi vê têgehê bi taybetî tê bilindkirin û wekî pîroz tê dîtin. Navên wekî Bilind, Qutsî, Ulvî yên ku li mêran têne kirin ne bê sedem in. Heman nêzîkbûnên zayendperest ji bo fedakarî, wêrektî, egîdî, şervanî jî hatine kirin. Ango hemû pêşnavên ku erênî têne hesibandin, wekî taybetmendîya bîyolojîk a zayendî ya mêr têne dîtin, ji ber vê yekê jin tenê bi “mêrbûnê” dikare xwedîyê van be. Înkar kirina hebûna wê û bi binavkirinên ku ji zayenda zordar ra têne kirin were pejirandin, rewşek qasî vê travmatîk dibe?
Lê belê ev taybetmendîyên ku ji zayenda mêr ra têne girêdan hemû, di civakên dayiksalarîyê da wekî hişmendî û bîra kolektîf li jinan hebûn. Bi têgeha ku vê dawîyê gelek tê bikaranîn, mêrê ev berhema civakî ya jinê hemû “desteser kirîye”. Aqil û dil, hiş û hest di civaka dayiksalarîyê da bi hev ra û li jinê sembolîze bûne, bi rêya jinê hêza maddî ya civakî – kolektîvîzm – temsîl dikirin. Di rêvebirina civaka komunal a jinê da, aqil û hest bi hev ra û wekhev in. Prensîba bingehîn a hebûna di şertên wekhev da, nirxên exlaqî yên civakî ne ku di hiş û hest da bersiva xwe dibîne. Di navbera wekhevîya hest û aqil da û wekhevîya civakî û di navbera zayendan da têkilîyeke organîk a wiha heye. Jin xwedîyê hiş û hesta temsîlkirina wê di asta herî bilind da ye. Jin çavkanî û yekitîya hiş û hesta civakî temsîl dike. Wekhevîya- aqil û hest ên ku li jinê sembolîze bûne, dibe ronahîya hiş û hesta wekhev û şirîk a civakî. Ji ber ku mirov di navbera hest û aqil da bîyanîbûnê nejî(jîyan neke), ji bîyanîbûna mirovî jî nayê axaftin. Civak, li dora nirxên kolektîf, di navbera jin-mêr û xwezayê da di têkilîyeke organîk, yekitî û wekhevîyê da ye.
Têkçûna wekhevîya civakî, dijberîya di navbera zayendan da anîye, parçekirina aqil û hest ên zayendan jî bi xwe ra anîye. Hişmendîya civakî ya hînkirî, di navbera mêr û hest, di navbera jin û aqil da dîwarên stûr ava kirine. Ev her du taybetmendîyên mirovî, li ser bingeha zayendperest hatîye parçekirin û bûne dijberê hev. Nakokîya zayendî û parçekirina kesayetê (aqil-hest) ya zayendan ku ji milkê taybet derketîye, bi rêya desthilatdarîya mêr û wekî encama rasterast a wê, bîyanîbûna mirov ji xwe û ji xwezaya ku tê da dijî pêş ketîye.
Dijberî her çend di bingeha xwe da di navbera her du zayendan da be jî, dijberkirina aqil û hest, cîhana ramînî-ruhî ya jin û mêr jî parçe kirîye. Ango ne tenê wekî bîyanîbûn û dijberîyek di navbera her du zayendan da maye, di heman demê da di cîhana hestî û ruhî ya her du zayendan da jî parçekirin-bîyanîbûn çêbûye.
Her ku qada bikaranîna aqil ji jinê ra tê girtin, kolebûna zayendî kûrtir dibe û wekî di bêçaretîyê da tê girtin. Mêrê ku ji hestên mirovî dûr dikeve bêkontrol dibe û ji mirovatîyê derdikeve, jinê ku bi hestên hînkirî tê mahkûmkirin jî qeydên kolebûnê lê têne suwarkirim.
Dîsa bi heman awayî, yek ji sedemên bingehîn ên nefreta pergala zilamperest a ji LGBTÎ+ ra, pirsgirêkkirina rolên zayendî yên civakî yên hînkirî ye. Bi taybetî sedema tundîya mêr ya li hember jinên trans, pirsgirêkkirina rola civakî ya mêr ê ku pîroz kirine, nayê guhertin, nayê parvekirin bi zayenda dijber û bi rêgezên zayendî û nasnameyên cuda ye. Ji rêya malbata pîroz dest bi hejandina bingehên “baviksalarî” ya pîroz a mêr dike. Sedema sûcên nefretê yên zayendperest-heteroseksuel, piç piç ketina maskeya “mêranîya” civakî ya hînkirî û “baviksalarî” ya pîroz e…
Dema têkoşîna bi hestan tê axaftin, pirsa ka kîjan hestên me hestên zayendperest ên hînkirî ne, di cihê girîng da dimîne. Divê mîlîtanê şoreşger yê ku ji bo armanca hilweşandina ya kevn û avakirina ya nû têkoşînê dike, guhertin û veguherandina hestên hînkirî, rêxistinkirin û kirina mijara têkoşîna îdeolojîk-sîyasî wekî qadekê yekgirtî bibîne. Ji bo yekitîya aqil û dilê me, ji bo tenduristîya me ya ruhî, divê em vê bi ser bixin.






Bir Yorum Bırak