Çerxên avayîha civakî ya serdestîya mêr, hemû mêran di aşê xwe da dihêrîne. Yek ji pirsgirêkên bingehîn yê şoreşgerên mêr jî pirsgirêka nexwestina têgihîştina vê rewşê ye. Bi rastî ger em bibêjin “em naxwazin têbigihîjin” dê pênaseyeka rasttir be. Ji ber ku têgihîştin tê wateya têkoşîna li dijî wê. Têkoşîn jî tê wateya dev jê berdana ji hemû îmtîyazên ku civakê daye. Mêr, çi şoreşger be çi nebe, di dawîyê da xisleteka çînî ya sîyasî, rêxistinî, hiqûqî, milkî û çandî ya ku ji civakên çîndar derketîye û bi hezaran salan teşegirtîye, hildigire. Ev çînîtî ya çandî-îdeolojîk a ku ji dîrokîbûn û civakîbûnê tê, di mêrên karker, kedkar, xizan û bê milk da jî cihê xwe digire. Jîyana zilamperest û hişmendîya wê ya ku bûye civakî, hemû zayenda mêr dikişîne qada xwe û li wir bi cih dike. Şoreşgerên mêr jî di nava vê qadê da ne. Carinan heta ber kenar û peravê derdikevin, lê gava dora derbasbûna derizgehê tê, lingê xwe diqewirînin. Ji ber vê yekê jî devjêberdana bi dilê xwe ji refên zayenda serdest, devjêberdana îmtîyazên xwe, qutbûna ji desthilatdarî û serdestîyê, şoreşgerên mêr jî dixe alozîya mêrbûnê.
Çima em bi hêsanî naxwazin ji nasname û kesayeta xwe ya zilamperest zû bi zû xilas bibin, xwe bikin mirov? Ya yekem; em qet bawer nakin ku em wisa ne. Em şoreşger in, şoreşgerîyê dikin. Em li dijî dewleta faşîst, mêtingehkar û zilamperest a ku xwedîyê navenda pergala zilamperestîyê ye û li dijî çîna burjuvaya wê û hemû hêmanên paşverû, nijadperest û faşîst têdikoşin. Çawa dibe ku em şoreşgerên mêr çanda wê pergalê û çîna zilamperest a ku em lê şer dikin û dixwazin hilweşînin, di xwe da hilgirin? “Heke hebe jî tenê kêmasîyên me hene, ew jî li ber şoreşgerîya me ne asteng in.” Şoreşgerê ku xwe bi vî awayî qayil dike, bila em çi bibêjin – komunîst, sosyalîst an çi – nikare xwe ji nasname û hebûna xwe ya zilamperest xilas bike. Ya din jî, nexwestina dev jêberdana îmtîyazên ku jîyana hemû mêran hêsan dike û ya şoreşgerên mêr jî hêsan dike ye. Gava em li jîyana xwe ya şoreşgerî vegerînin, em dibînin ku her kêlîya wê bi îmtîyazan tijî ye. Ev bi awayekî heyberî ji şoreşgerê mêr ra qadeke rehetîyê diafirîne. Ne tenê di jîyana rêxistinî da, di her hucreya jîyana civakî ya ku em pê ra têkildar dibin da hemû îmtîyaz ji mêran ra têne pêşkêşkirin. Heke em li ya herî giştî binêrin jî: ji azadîya geştê bigire heta cil û berg, ji cihêrengîya qadên kar bigire heta newekhevîya mûçeyan, ji hilbijartina pîşeyê bigire heta di wî pîşeyî da pisporbûn û li gorî wê bi cihbûn, axaftin, rûniştin-rakirin, xwarin-vexwarin, mafê her cureyê tundîyê di xwe da dîtin … Ev lîste dirêj dibe. Li ser vê yekê em ê hiqûqa dewletê, dadgeh, polis û hemû sazîyên wê yên ku li gel mêr disekinin lê zêde bikin. Bêguman di pergalên kapîtalîst ên zilamperest da ji hemû mêran ra kêm-zêde îmtîyazên ku bikevin para wan hene. Tiştê ku em şoreşgerên mêr dev jê bernadin jî ev îmtîyazên ku dewletên/dewleta faşîst a burjuva ji me ra pêşkêş dikin in. Em di şûna ku bi jinên çînê bindest ra bibin îtifaq, bi awayekî heyberî bi dewleta faşîst a burjuva ya ku em li hemberî wî têdikoşin û dixwazin hilweşînin ra dikevin rewşa îtifaqê. Tiştê ku bi “xeta zirav” tê gotin, bi têgihiştina min ev e. Yan em ê dev ji gerandina li ser sînorên vê xeta zirav berdin û mîna ku em refê xwe li gel hemû bindestan datînin, refê xwe li gel ya herî bindest a bindestan – jinê – jî danin, yan jî bêyî ku nîyeta me hebe em ê bibin ihtîyadê çîna burjuva. Alozîya şoreşgerê mêr jî ji cihbûna di vê sînora navberê da çêdibe. Ji alîyekî şoreşgerîyê dike, lê bi piştgirîya îmtîyazên zayenda xwe ya serdest û bi lihevkirina bi çîna burjuva re; ji alîyê din ve ji ber ku li cihekî rawestîyaye ku şoreşgerî qebûl nake û bi pêşketina têkoşîna azadîya jinê ra bûye asteng û hebûna wî bi xwe jî mêrbûnê hildiberîne, bêyî ku bixwaze dibe kirdeya pirsgirêk û alozîyan.
Alozîya mêrbûnê ya ku min jîyan kir jî, min bixwesta jî nexwesta jî, li cihekî ku xwe li min ferz dike dest pê kiribû. Min bi tu awayî nikaribû xwe ji hal û rewşên xwe yên mêrbûnê xilas bikim. Yek ji sedemên herî girîng ên vê yekê jî, mîna ku min li jor jî got, ew bû ku min digot ev ji bo şoreşgerîya min ne pirsgirêk e. Bi salan min eleqeya pêwîst nîşanî têkoşîna zilamerestîyê, xisleta wê yê çînî û têkoşîna azadîya jinê ya bi wê ve girêdayî neda. Her tim “mijarên pêşîn” hebûn. Lê hal û rewşên mêrbûnê yên ku ez di jîyanê da pê ra rû bi rû dimam, qet dest ji min bernedidan. Min ev yek bi rewşa birêvebirina xwe kêm dikir û digot ez ê bi vî awayî çareser bikim. Ji alîyê din ve jî, di hemû rewşên ku halên mêrbûnê derdikevin holê da, min ji xwe ra parekî mafdar derdixist. Mîn digot “belkî rêbaza min xelet be, şêwaza min çêtir bibe hwd.” Ev hemû rast in lê ez mafdar bûm! Naveroka rexneyên min mafdar bû, tiştê ku min diparast rast bû; ji bo min pîvan ev bû. Bi salan ez di meşrûbûna xwe mafdar dîtinê da mam. Lê ji alîyê din ve jî, bêyî ferqa jin-mêr, min nêzîkatî û têkilîyên xwe yên zilamperest didomandin. Di dawîyê da ev rewş negihişt cihekî mayînde û ji bo min jî cihekî revê nema. Ji alîyê din ve min bi rastî dest pê kir ku ji pratiq û tevgerên xwe şerm bikim. Lê belê kesê ku ez dixwazim bibim ne wisa bû. Gava min di xwe da û li derdora xwe tevgerên zilamperest didît, di dilê xwe da hêrs dibûm. Ji ber ku tiştê ku min wekî mêr dikir, pratiqên mêr ên yên herî paşverû yên çîna burjuva bûn. Lê heta ku ez ji alîyên xwe yên mêr xilas nebim, ez ji kesayeta şoreşger a ku ez dixwazim bibim, dûr dikevim. Pêdivî bû ev nakokî, ev alozî bê çareserkirin. Gava li ser vê yekê nêzîkatî û pratiqên zilamperest ên hevrêyên mêr ên li derdora min lê zêde bûn û min dît ku ez jî heman tiştî û carinan ji wê zêdetir dikim, min biryar da ku ez bi temamî xwe ji kesayeta zilamperest xilas bikim, ji hemû hêman û taybetmendîyên têkilîya serdest-bindest derxim. Min ev pirs bi awayekî zelal ji xwe pirsî: Gava ku em civaka komunîst wekî bêçîn û bêzayend pênase dikin, divê di civaka komunîst û di mirovê komunîst da tu taybetmendîyên mêrsalar û têkilîya serdest-bindest tune be. Ji ber vê yekê divê em ji hemû tiştên ku ne ya îdeolojîya me ne xilas bibin. Heta ku ev neyê kirin, ne bi jinê ra ne jî bi mirovên din ra têkilîyeka wekhev nayê avakirin, ji hişmendî û tevgerên zilamperest xilasbûn çênabe û mirovbûn çênabe. Ji ber vê yekê divê ez ji hişmendî û çanda ku ne ya îdeolojîya ku ez pê bawer im, berevajî ya kapîtalîzm û çîna burjuva û zayenda mêr ê ku em dixwazin hilweşînin, xilas bibim.
Min dest bi lêkolîn û xwendina Marksîzm-Lenînîzmê bi awayekî berfirehtir kir û di heman demê da têkoşîna azadîya jinê û desthilatdarîya mêr ji alîyê teorîk, sîyasî, rêxistinî û îdeolojîk ve lêkolînê û vekolanê kir. Weşanên kolektîf ên rêxistina jinê bi rastî ji bo dersên teorîk û jîyanî û derxistina encamên bi wan ve girêdayî û çareserkirina xwe, bi rastî alîkarê min bû. Ji ber ku tiştê ku lê dihat pirsîn, vegotin, nîqaşkirin û fêmkirin, tam jî pratika min a zilamperest bû. Bûyerên hişmendî û jîyanî tam pirsgirêkên ku min jîyan dikir û alozîyên ku ji wan derdikevin bûn. Rêyên çareserîyê ligel wan li ber min bûn. Min hemû encamên ku min derxistin li ser xwe ceriband. Bi vî awayî min hêdî hêdî dest bi çareserkirina xwe, fêmkirina sedemên bingehîn ên tevgerên xwe kir. Û bi rastî min dît ku heta ku em zilamperestîya di nava şoreşgerê mêr da nekujin, em nikarin bi awayekî rast bibin mirov. Ji ber ku mêrbûn pêşî li avakirina têkilîyeke wekhev û demokratîk bi jinê ra û bi her kesî ra digire. Her çend em çiqas îdia bikin ku ne wisa ye jî, rewş berevajî vê ye. Ji ber vê yekê em bi halê xwe ra li hev dikin. Halên mêrbûnê yên ku hevrêyên jin dibînin, em bi tu awayî nabînin, naxwazin bibînin. Em vê pirsê ji xwe bipirsin: Çima nêzîkatîyên me yên zilamperest em nabînin lê hevrêyên jin dibînin? Ji ber ku hevrêyên jin ji me deh qat, sed qat nêzîktirkî mirovatîyê ne. Em ji hevsengîyeka din binêrin. Mêrê burjuva qet lêkolîn dike ka nêzîkatîyên wî çewt in yan na? Mînak, qîrkirina li karker, biçûkxistin, zordarî, çewisandin, tundî, bi hêsanî ji kar avêtin, mûçeya di bin sînorê birçîbûnê da dayîn, qet mêrê burjuva aciz dike? Na! Ji ber ku nêzîkatîya wî ya çîna wî ye. Têkilîya milk û têkilîya sazûmanî ya bi wê ve girêdayî vê avantajê dide wî. Pratiqa fikir û jîyanê ya ku di mêrê burjuva da tê dîtin, dibe parçeyekî wî. Têkilîya çîna serdest û zayenda serdest li ser têkilîya baviksalarîyê û milkîyeta taybet disekine. Rehendên zilamperestîyê yên ku di mêrê burjuva da derdikevin holê, ji vê têkilîya stratejîk tê, di nêzîkatî û tevgerên serdest ên şoreşgerên mêr da jî cih digirin. Milk li vir di mêr da tê dîtin, ji ber vê yekê tevgerên wî yên zilamperest jî di mêrê ku bûye kirdeyê çîna burjuva da tê dîtin. Mêrê burjuva ji ber pozîsyona xwe ya çînî serdest, kedxwar, desthilatdar û di pozîsyona dewletê da ye, ji ber vê yekê zilamperestîya ku yekbûna hemû îmtîyazên wî ye di kesayeta xwe da dihewîne. Bi vî awayî hevsengîya mêr=çîna burjuva derdikeve pêş. Hal û tevgerên mêrbûnê yên ku ya çîna burjuva ne, pratiq û şêwaza fikirîna me jî aciz nake. Ji ber ku em wan wekî ya xwe dibînin. Ji ber ku em wan wekî ya xwe dibînin, her çend derece cûda be jî em bi awayekî hişmend, bi îrade, rêxistinî û bipergal li dijî zilamperestîyê têkoşînekê nakin.
Lê belê li ber me gelek erkên zelal hene. Îro li hemû cîhanê û li Rojhilata Navîn û Tirkîyê jî, mêrbûneke ku ji zilamperestîya paşverû, nijadperest, faşîst û zayendperest û hemû îmkanên wê yên dîrokî û rojane tê, ji îmtîyazên wê sûd werdigire û qirkirina jinê dike, li ber me ye. Di navbera dewleta faşîst a Tirk a zilamperest û dijminê jinê û DAÎŞ, El Qaîde, HTŞ da di esasê xwe da tu ferq tune. Di navbera hemû partî û dewletên îslama sîyasî, paşverû, nijadperest û dijminê jinê û dewletên burjuva da jî ferq kêm bûye. Di hemû şaxên pergalên kapîtalîst da bi awayekî wekhev qirkirina jinê tê kirin. Ji bo komunîstên mêr pêdivî ye ku bala xwe bidin ser pratika xwe. Hemû cureyên tundîya li dijî jinê û hemû pratikên ku wê tine dihesibînin, di esasê xwe da cihê me yê rawestî nîşanî me didin. Nêzîkatîyên me yên ku em difikirin bêguneh in lê di esasê xwe da bi mêrbûna xwe jinê diçewisînin, zordarî li wê dikin, bêqîmet dikin, tundîya psîkolojîk jî dihewîne û hemû tevgerên wêranker, ji bilî niçikên lebatên cîhana mêr ên nijadperest, paşverû û faşîst ên ku em gelek rexne dikin, ne tiştekî din e. Em ferqa nuwansê di serê xwe da mezin nekin. Ev ferqa nuwansê wê dîyar bike ka em şoreşgerên mêr gavên mayînde di mirovbûnê da bavêjin yan na. Heke em dixwazin ji fikir û jîyana zilamperest qut bibin, divê em bi hemû hêza xwe pêşî li dijî xwe şer îlan bikin û vê şerê bi hevrêyên jin ra bi hev ra ber bi dijmin ve bibin. 25ê Mijdar ji bo vê yekê dema îmtîhanê ye.






Bir Yorum Bırak