Em li Rojhilata Navîn di nava şer û agirbestên du rû yên ji bo şerên mezintir yên ku li gor planên parvekirinê ya emperyalîstan da ne. Şoreşa Rojava jî di vê pêvajoyê da di nav xwe da gavên dîrokî diavêje. Partîyên sîyasî, tevger û beşên cihêreng ên bi armanca rêvebirina paşeroja şoreşê, parastina şoreşê û belavkirina wê, hem di nav xwe da hem jî bi hev ra xebatên cihêreng dimeşînin. Di nav van da tevgeraka şoreşger heye ku dibe ku bi tîpên mezin nayê rojevê lê bi girseyeka ne kêm ra peyva xwe dibêje.
Tevgera Komûnîst a Şoreşger dema ku xebatên xwe ji bo paşeroj û parastina şoreşê dimeşîne, gavekî dîrokî avêt. Bi Konferansa xwe ya 1emîn li Salona Dîcleyê ya li Hesekê, hem wesfê rêxistinbûna xwe bilind kir hem jî helwestek li ser şoreşa Rojava û paşeroja Sûrîyê derxist holê. Ev helwest bêguman alîgirê parastina şoreşa Rojava û gihandina wê ya sosyalîzmê bû. Tevgera Komûnîst a Şoreşger berîya çend mehan bi şîyara ‘Xwe rêxistin bike, xwe biparêze’ dest bi hemleya rêxistinkirinê kiribû. Sloganê sereke yê konferansê jî ev bû.
Amadekarîyeka Bicoş
Xebatên dijwar ên rojên Berîya Konferansa TKŞê nîşan dida ku çalakî wê çiqas zindî, dînamîk û berhemdar derbas bibe. Her herêm, her bajar bi dînamîzmeka ku heta gundan digihîje dixebitî. Di vê livînê da şopên komûnîstên rojavayî yên ku bi salan e ji bo parastina destkeftîyên şoreşê ked dane dikare bê dîtin. Mînak, hin delege hê negihîştibûn temenê endamtîyê. Lê dema me pirsî, digotin ku salan e di çalakîyên ciwanên komûnîst da ne. Ev ciwanên ku dema bi TKŞê nas bûn 12-13 salî bûn, di nav xebatan da, bi çûnûhatina sazîyên bajêr mezin bûn û niha gihîştibûn temenê ku endamtîya wan were pejirandin. Ev encama sebr û bîrbirîya bi salan bû. Ev tevgera ku ji 2019an ve bi navê TKŞê di nav gelên kurd, ereb, ermenî, sûryanî û elewî da rêxistinbûyî, bi armanca parastina şoreşê û gihandina şoreşa sosyalîst hewldanek mezin dimeşand.
Di rojên amadekarîyê da yek ji dînamîzmên herî mezin Konferansa 1emîn a JKŞê bû. JKŞîyan konferanseka pir serkeftî lidar xist û bi şanazîya serkeftinê vegerîyan qadên xwe, dînamîzmeka cuda dan hemû xebatan. Weke ku Xanim Îbrahîm di axaftina xwe ya di dîwanê da got: ‘Em jin du caran rêxistinkirî ne, du caran bi hêz in. Hem rêxistina me ya jin heye, me konferansa xwe lidar xist hem jî em TKŞî ne û li vir in’. Hêz û biryardarîya ku jin ji rêxistinbûnê digirin, ji amadekarîyan heta dema konferansê di hemû pêkhateyan da bû hêza pêşeng.
Gelên Rojava Û Sûrîye Dest Bi Dest
Cihê konferansê bi baldarî hatibû amadekirin. Li çar alîyên salonê alayên das û çakûç bilind bûbûn. Alayên JKŞê û pankarteka sor a ku ciwanên komûnîst amade kiribûn li salonê cih girtibûn. Ji bo rojnameyên Raperîn û Serkeftin stendek hatibû vekirin.
Li pişt dîwanê wêneyên du komûnîstên rojavayî, yek pir kal û yek pir ciwan, ên ku hatî silav dikirin. Bavê Enter ê Qamişlo, ji gelê sûryanî kedkareka mezin ê şoreşê, di wêneya xwe ya li ber derîyê paxrewangehê da bi serbilindî û biryardar rawestîyabû. Li singê wî wêneya Şehîd Demhat Günebakan ê ku li Serêkanîyê nemir bûye, wekî malbata manewî ya li axa şoreşê wergirtîye, dihate hilgirtin. Kedkarî û têkoşîna wî ya ji bo lidarxistina konferansê pir bû, derbarê wêneya wî ya li salonê hatibû daleqandin fêr bûm ku gotibû: ‘Heke ez şehîd bikevim, vê wêneyê bikar bînin.’ Girêdana wî ya bi nemiran ra di her kêlîya jîyana wî ya sade û dilnizm da bûbû yek. Li alîyê din ê dîwanê da Zîlan Destan a pêşengê ciwanên komûnîst ku bi Bavê Enter ra heman kolanan da meşîyabû, bi hev ra diçûn çalakîyan, tew bisîkleta xwe parve dikirin û di meclisa bajêr da cih digirtin hebû. Zîlan Destan wekî jineka ciwan a komûnîst roleka pêşeng lîstibû û di nav nemiran da cih girtibû. Lênihêrîna herduyan mîna derbasbûnekê ji alîyekî heta alîyê din, ji jîyanekê heta jîyanekê bû. Tabloya ku dîwan lê disekinî kurteya ‘Kurdistaneka Azad, Sûrîyeka Demokratîk’ bû. Zêdetirî 300 delegeyên li salonê kom bibûn nşana vê bûn. Kurd, ereb, ermenî, elewî… Konferans bi rêzdarîya ji bo kesên di têkoşîna şoreş û sosyalîzmê da, bi taybetî li Rojava, jîyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di wê kêlîyê da di çavên herkesî da heman hest dihat dîtin: biryardarîyeka bi kederê ra tevlihev. Kulmên girtî, rûyên bi ciddî û bawerî bûn. Hin ji malbata xwe, hin ji hevalên xwe, hin ji mirovên ku qet nas nekiribûn lê xewna heman tiştî dibînin, yekî bi bîr dianîn. Lê ya herî zêde komûnîstên ku berîya konferansê ked dane û di têkoşîna şoreşê da nemir bûne dihatin bîra mirovan. Seroka dîwanê Fadya Sido di axaftina vekirinê da cih da vê şahîya bi nîvçe û ew nemir bi bîr anîn.
Yek ji wan kesên nivîsa rewşa sîyasî xwend Ekin İsyan bû. Ji alîyê ciwanan û jinan ve rejîma HTŞê ya cihadîst a îslamî ya paşverû ya ku piştî hilweşîna rejîma BAASê hatî ser hukim teşhîr kir û li hemberî sîyaseta dijminê jinan û gel a qatil helwestek berxwedanê nîşan da. Paşê rapora çalakîyan hate xwendin. Kesên li ser xebatan axivîn hebûn. Di koma yekem a çalakîyên mertala zindî ya Tişrînê da komûnîstên Rojavayî bi navê xwe cih girtibûn û pêşeng bûn di holê da amade bûn. Yek ji wan Ciwan bû, biryardarîya çalakîyê ya wê demê bibîr xist û mînak nîşan da. Kî zanibû çend hevalên wî birîndar bûbûn, çend kes nemir bûbûn di wan çalakîyan de. Dengê wî ya ji kelecanê lerzok bi slogana ‘Bijî berxwedana Tişrînê!’ deng veda. Di nav van çalakîyan hemûyan da min careka din dît ku mirovên ev salon tijî kiribûn bi diran û neynûkên xwe hatibûn vê rojê. Ji ked, îrade û hevaltîya xwe pê ve tiştekî din nedan ber çavan. Ev şoreş ne hêsan hatibû avakirin; bedelên mezin hatibûn dayîn. Tu serkeftin bê bedel nine. Weke ku pêşengê komûnîst Baran Serhat got: ‘bu derbasbûna ji derîyên bedelan tê gihaştina serkeftinê.’ Lê derfetên TKŞê yên li ser xeta welatparêzîya sosyalîst a Rojava ne mezin in. Çalakî bi ked û dilsozîya endaman dimeşin. Ew pêşengên komûnîst ên şoreşekê ku di bin êrişên domdar û ambargo û dorpêçên îdeolojîk tê xwestin ku bête hilweşandin in. Karker û kedkarên xizan, gundî, jin û ciwan… Û xwêdana wan e yê şoreş û TKŞa di nav şoreşê da afirand. Şanazîya mafdar a vê yekê dijîyan.
Piştî raporê vîdyoya ku Koma Kobanê Şagirtên Yılmaz Behrareş amade kiribû hate nîşandan. Zarokên bi skeçeke ku bi gazinda ‘Herkes çû konferansê, em man’ dest pê dike herkes kenandin, çawa ji bo konferansê xebitîn tomar kiribûn. Govend û stranên wan moral da beşdaran. Bi pêşeroj û hêvî tijî bûn… Di kêlîyên pêş yên konferansê da di nav atmosfera coşdar da min careke din fêm kir; ev têkoşîn ne tenê tevgereka sîyasî ye, di heman demê da îradeya parastina rûmet û paşeroja gelêkê ye.
Jin bi cilên neteweyî yên rengareng atmosfereke mîna şahîye didan konferansê. Zêdetirî çend ciwanên nû zewicî bi zarokên xwe yên ku hê çilê derneketibûn, hatibûn. Ji bo ku dayikên ciwan bi awayekî herî berhemdar beşdarî konferansê bibin, zarok di destên ciwanên komûnîst da ji milekê ber bi milekê ve dihatin hilgirtin. Li gel Kobanîyên ku ji bo beşdarbûna konferansê rêwîtîya dirêj û westandin qebûl kiribûn, tu nîşana westandinê tune bû. Di her navberê da bi govend û dirûşm coşa salonê ducar dikirin. Stranên bi erebî û kurdî li pey hev dihatin.
Beşdarîyên mezin bi piranî ji karker û kedkaran, gundîyên xizan pêk dihatin. Nîşana xeta welatparêzîya sosyalîst a tevgera komûnîst a şoreşger a ku armanc dike şoreşa Rojava bigihîne şoreşa sosyalîst, lihevhatina gotin û kirinê bû. Rêjeya beşdarîya jinan têra xwe bilind bû. Mînak, ji Kantona Firatê ji 5 kesên hilbijartî yên meclisa giştî 3 jin bûn. Pêkhateyên meclisa giştî ji alîyê rengînîyê ve balkêş bûn. Ji bilî endamên ermenî û elewî, koçberên Efrîn, Şehba û Serêkanîyê di meclisên hilbijartî da mafê temsîlîyetê bi dest xistin. Di konferansê da elewîyên ji qirkirinên HTŞê xelas bibûn jî beşdar bûn. Ji Dirbêsîyê 2 endamên elewî ji bo meclisa giştî hatin hilbijartin. Ciwan bi hemû dînamîzma xwe di meclisa giştî da cih girtin. Derbarê 1ê Mijdarê Roja Kobanê da jî daxuyanîyek hate dayîn. Dema ku sloganên ‘Bijî Berxwedana Kobanê’ dihatin avêtin, min dît ku ciwanan komek çêkirin û bi sloganên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ kulmên xwe ber bi ezmanan bilind kirin. Di nava komê da dayik û bavê Şehîd Silava ya yekem şehîda YPJê bi girî li gel dirûşman çepik lêdidan. Li tenişt wan komûnîstekî Rojavayî yê ku nîvê laşê xwe ji bo şoreşê winda kiribû bi coş beşdarî sloganê dibû.
Piştî hilbijartinên giştî endamên meclisê derketin ser dikê, destên xwe danin ser singê xwe û bi yek dengî sond xwarin. Dema kulmên girtî li singan hatin danîn, di nav temaşevanan da kesên ku rondikên xwe negirtin hebûn. Sond hate xwarin ku li ser şopa şehîdan bimeşin, heta dilopa dawî ya xwîna xwe şoreşa Rojava biparêzin, şoreşa jinan biparêzin û ala sor bilind bikin. Peyva ‘Sond dixwim’ bi tîlîlî û çepikan ra tevlihev bû. Parastina şoreşê û gihandina wê ya sosyalîzmê ji heft heta heftê, ji jin heta mêr, bi kurd, ereb, elewî, ermenî û hemû pêkhateyan ra erka Tevgera Komûnîst a Şoreşger e. Ji îro pê ve erkê wan e ku ala sor li gorî îddîa û armancên xwe bilindtir bikin.






Bir Yorum Bırak